Aldar Xelîl: Wê Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di derbarê vekişîna hêzên QSD’ê ji sînor de da zanîn ku wê Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne û got; “Vekişîna hêzên QSD’ê bi şertê ku Rusya garantiya Erdogan êrîş neke hatiye kirin. Dema ku QSD ji sînor vekişiya, wê ti hêzek nêzî herêmên me nebe. Rêveberiya leşkerî bajar û navçeyan bi parêze û her cihê hatî azad kirin wê wek xwe bimîne.”


Piştî lihevkirina Emerîka û Rusya ya ji bo herêma aram a bi dewleta Tirkiyeyê re, duh QSD’ê bi daxuyaniyekê diyarkir ku wê hêzên wan xwe ji ser sînor vekişin. Li ser vê mijarê Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bersiva pirsên ajansa me da.

-Fikrê rêveberiya xweser li ser lihevkirina Rusya û Emerîka ya bi Tirkiyeyê re çiye û wê heya çi radeyek bi vê yekê ve girêdayî bin?

Di destpêka dagirkeriyê de berxwedanek mezin hat nîşandan û li her deverê ji bo piştgiriyê çalakiyên pîroz û girîng hatin lidarxistin. Piştgiriya ji bo berxwedanê wekir zext li ser dagirkeran û kesên ku biryar dabûn çêbike. Bi taybet Erdogan û Trump. Di encam de Tirkiye dixwest di demek kurt de Serêkanî û Girê Sipî dagirbike û vê jî nekarî bike. Ji bo vê Erdogan û Trump neçarman agirbest îlan bikin. Ev jî encama helwesta gelê me û berxwdana şervanan bû. Ji bo ku rê li ber şer û kuştina xelkê sivîl were girtin, me agirbestê pejirand. Me tenê agirbest qebûl kir. Me ti carî lihevkirina ji bo dagirkeriyê di navbera wan de hatî kirin qebûl nekir. Ev dagirkerî ne rewaye.

‘Ji bo ku rê li dagirkeriyê bigrin’

-Ji bo çi hêzên QSD’ê ji sînor vedikişin?

Piştî lihevkirina Ermîka û Tirkiyeyê, Erdogan di êrîşên xwe de dewam dikir û dixwest êrîşan bide destpêkirin. Herwiha amadekariyên şer dikir. Ji bo ku êrîş çênebin û rê li ber şerek din venebe, bi rêya Rusyayê ji bo çareseriyê me hewldanek destpêkir. Di encama Putîn û Erdogan de lihevtêgihiştinek ji bo em pêngavek bavêjin û rê li şer bê girtin çêbû. Wek mînak jî di dema borî de dinavbera Tirkiye, Emerîka û QSD’ê de lihevkirinek bi navê navçeya aram hatibû kirin. Daxwaz hatibû kirin daku hêzên QSD’ê xwe ji sînor dûr bixin. Piştî wê jî Rusya jî heman daxwazê kir. Me jî ji bo ku em niyetek baş nîşan bidin vekişîna hêzên QSD’ê ji sînor qebûl kir. Ev jî ji bo ku ew herêm bibe herêmek aram da ku rê li dagirkeriyê were girtin. Lê ev yek bi şertê ku Rusya garantiya Erdogan êrîş neke bide, hat qebûl kirin.  Herwiha wê rêveberiya xweser jî bê ku kes nêzîk bibe weke xwe bimîne. Di dema bê de jî dinavbera rêveberiya xweser û Şamê de ji bo çareseriyê danûstandin werin kirin. Me berê jî daxwaz ji Suriye kiribû daku artêşa Suriye were ser sînorê navbera rêveberiya xweser û Tirkiyeyê de û bi navê Suriyeyê sînor biparêze. Ev yek ji bo ku hêzên Tirkiye li wan herêman nemîne, ji aliyê Suriye û Rusyayê ve hatibû qebûl kirin.  Niha li ser heman bingehî lihevkirinek tê bicihanîn. Hemû hewldan jî ji bo ku rê li ber dagirkeriyê wer girtine.

‘Ji bilî cihên dagirkirî, wê hemû cihên din weke xwe bimîne’

-Wê pêşeroja Rêveberiya Xweser çi be? Bajarên Kurdan hemû li ser sînorin, eger QSD 32 km vekişe, wê Rêveberiya Xweser li kûderê bimîne?

Ew herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkin ew li wirin, ew herêmên din yên hemû rêveberiya xweserin û meclîsa sivîl lêne. Yanî ji bilî herêmên wan wê hemû cih weke xwe bimîne. Hewiha Dêrezor, Reqa û cihên dawî jî hatîn rizgar kirin, wê ew jî ji aliyê xelkê wê herêmê ve ku rêveberiyek hatiye damezrandin, weke xwe bimîne. Herwiha wê Koban û Cizîr jî weke xwe bimîne.

‘Rêveberiya leşkerî bajar û navçeyan bi parêze’

-Wê cihên ku QSD vekişe, çi hêz lê bicih bibin?

Dema ku QSD, YPG û YPJ vekişiya, li wan herêman rêveberiya leşkerî heye. Wê ciwanên herêmê bi rêya rêveberiya leşkerî bajar û navçeyên xwe bi parêzin. Li ser sînor jî hêzên Suriye bicih bibin. Lê di nava bajaran de rêveberiya xwesrr û asayîşa rêveberiya xweser hebe. Nabe ti kes nêzîk bibe.

‘Ti guhertinek têde nayê kirin’

-Tê gotin ku wê îdareya deriyê Sêmalka, ji rêveberiya xweser were girtin, ev çend raste?

Wê deriyê Sêmalka weke xwe bimîne û niha rêveberiya xweser birêve bibe. Yanî yê wek xwe bimîne û ti guhertinek têde nayê kirin.

‘Emê daxwaz bikin ku hêza navnetewî di wan herêman de bicih bibin’

-Wê hebûna leşkerên Tirk çiqas di herêma aram de hebe, yan jî wê çi hêzek di herêma ewle de hebe?

Em ti carî qebûl nakin leşkerên Tirk di nava herêmên me de bimîne. Ew herêmên ku bi zorê hatîn dagirkirin, wek Efrîn, Cerabulus, Serêkanî û Girê Sipî, emê ji wan daxwaz bikin ku derkevin. Herwiha emê daxwaz bikin hêza navnetewî dinavbera me û Tirkiyeyê de bicih bibin. Ev jî ji bo ku Tirkiye êrîş neke li ser me û aramiya herêmê têk nebe. Ew herêmên ku nehatine dagirkirin, di dema bê de ger bê xwestin Rusya dewriye bavêje û ger Tirkiye jî li gel wan de be pirsgirêk çênabe. Lê li ser sînor wê artêşa Suriye bicih bibe û leşkerên Suriye nekeve nava bajaran de. Wê tenê erkê wan parastina sînor be.