Amerîka: Bila Îran bi lez hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne

Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji Îranê xwest ku demildest hêzên xwe ji  Sûriyeyê vekişîne.


Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey di rûniştina Kongreya Amerîkayê ya bi navê 'Stratejiya dewletê û lêgerîna çareseriya Sûriyeyê de' axivî û diyar kir ku startêjiya Amerîkayê ya girêdayî Sûriyî ne li dijî bangawaziyên wan a hebûna rola Amerîka di pêkanîna ewlehiya Sûriyê de ye û got: "Stratejiya me ya li Sûriyeyê, bi lez dawî kirina şere,  divê ev şer bi dawî bibe û eger em derkevin dê trajîdiya şer zêde bibe. Bi lez vekişîna Îranê ji seranserî Sûriyê yek ji bendên vê statejiyê ne."

James Jeffrey got: "Me ti carî behsa vekişandina hêzên xwe yên hawayî ji Sûriyê nekir. Me detayên avakirina herêmek hîna diyar nekirine, lê ev herêm dê ji aliyê hêzên herêmî ve were bi rêvebirin û dê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê û Amerîka tê de hebin."

Hêjayî gotinê ye ku, peymana di navbera Rûsya û Îsraîlê de, hêzên Îranê ji sînorên Îsraîlê nêzî 80 kîlometreyan dûr xistine. Heta niha Îsraîlê zêdetirî 200 caran baregehên Îranê yên li Sûriyeyê hedef girtine û daxwaz dike ku Îran bi tevahî ji Sûriyeyê derkeve.

(ab)