Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk, bêdengiya partiya xwe û partiyên din a li beramberî dagirkeriyê got, “Ti hêza partiyan nine li dijî dagirkeriyê rabin, PDK jî nikare li beramberî Tirkiyeyê tiştek bike. Tenê rêyek ji bo rûbirûbûna dagirkeriyê heye, ew jî yekitiya Kurda ye.”
Ji 23’ê Nîsana 2021’an ve dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrişek nû û berfireh ya dagirkirinê kiriye. Êriş didome, piraniya aliyên Başûrê Kurdistanê jî bêdengin. Di derbarê vê mijarê de Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê ya Silêmanî-Helebce Arî Hersîn di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên me da.
– Çima li dijî dagirkeriyê yekdengiyek nine?
‘Ji ber nebûna yekrêziyê’
Ew yekdengî û yekrêziya ku diviya bû di nava mala Kurdan de hebûya, nine. Heta yekdengî di nava Kurdistana Iraqê de jî nine. Ji bo mînak, peywendiyên PDK-YNK’ê û aliyên din ên siyasî ne di asta pêwîst de ne. Ev beşek ji sedemane, sedema din jî aloziya coxrafî ya Kurdistanê ye. Her welatek cîran li deverê berjewendiyek wê ya cûda heye. Ji bona wê stratejiyek netewî di nava Kurdan de zehmete.
– Tê gotin ku dewleta Tirk dixwaze carek din xelafeta Osmanî nû bike, gelo dikare bike?
‘Bêy piştgiriya welatan nikare’
Ger Erdogan û tevayî desthilatdarên Tirkiyeyê baweriyan bi zindîkirina xelafeta Osmanî hebe jî, lê ger piştgiriyê ji Amerîka, Yekitiya Ewropa û Îsraîlê negire, nikare tiştek bike. Wê ew daxwaza wan tenê wek xewnek bimîne.
– Çima partiya we (PDK) li beramberî dagirkeriyê bêdenge?
‘PDK nikare li beramberî Tirkiyeyê tiştek bike’
Pêwîste em vê yekê fambikin ku em dikarin çi bikin, ne PDK li beramberî Tirkiye ku welatek bihêz ya NATO’yê dikare tiştek bike, ne jî YNK li sinorê xwe de dikare li beramberî Îranê tiştek bike. Ji bona wê ji beriya ku ji PDK’ê re were gotin, çima li beramberî êrişên Tirkiyeyê bêdengî, divê ew pirs ji Iraqê were kirin. Ji ber ku em jî ne dewletin, PDK ne di wê asta siyasî, leşkerî, aborî û dîplomasî de ye ku bikare di nava xaka Iraqê de rêgiriyê li Tirkiye bike.
– Sedema nebûna yekitiya netewî ya Kurdan çiye?
‘Berjewendiyên siyasî û welat rê girin’
Dema ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Baas ve dihat kimyabaran kirin, Îranê li Rojhilat zextek zêde li ser Kurdan dikir, li Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk li dijî tevgerên Kurdî radibû. Di wê dema ku em di jêr zilmê de bûn, me nekarî em eniyek giştgir û yekgirtî avakin. Vêca niha rewş aloztir bûye, aliyên siyasî jî berjewendiyên hizbî li pêş doza netewî dibînin. Sedemek din jî astengiyên hinek dewletan hene, ew dewlet tirsa wan ji yekgirtina Kurdan heye, ji berku dizanin dema em Kurd yekgirtîbin, em ê bi hêzbin. Tirsa wan ji wê yekê heye ku em bibin dewlet.
– Niha çi metirsiyek li ser Herêma Kurdistanê hene?
‘Metirsî zêde ne’
Metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê ne kêmin, niha pirsgirêka aborî û metirsiya DAIŞ, her wiha êrişên Tirkiye û Îranê ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê nagirin, her yek ji wan bi behaneyek êriş dikin. Ji bona wê metirsî gelekin. Başe ku me xwe girtiye.
– Li gorî we çareserî çiye?
‘Çareserî yekgirtine’
Pêwîstiya me ne bi pere heye, ne bi hêzek leşkerî ya xûrt heye, ji berku dema yekgirina me hebe, wê ew hemû bi xwe çêbin. Tenê çareseriya pirsgirêka Kurd yekgirtine, ku ew jî yek ji pirsgirêkên herî mezin a gelê Kurde.
(kş)