Babekir: Erdogan amadeye peymana 50 salî ya li gel Herêma Kurdistanê hilweşîne

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir eşkere kir ku Erdogan di civîna xwe ya dawî li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî de aniye ziman ku ew amade ye lihevkirina 50 salî ya aborî ya dinavbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hilweşîne. Babekir behsa hewildanên Tirkiye ên li gel Iraqê jî kir û da zanîn armanca Tirkiye ewe ku bazirganiya xwe ya li gel Iraqê salane bigihîne 20 milyar dolaran.


Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir di vê hevpeyvîna xwe ya li gel Rojnews’ê de bersiva çend pirsekî Rojnews’ê ên li ser peywendiya siyasî û aborî yên Tirkiye li gel Iraq, her wiha armanca Tirkiye li Iraqê û bandora destwerdanên dewleta Tirkiye di karûbarên navxweyî yên Iraqê de da.

‘Tirkiye ji ber sê sedeman dixwaze nêzî Iraqê bibe’

- Ev demeke trafîka hevdîtinan dinavbera Enqere û Bexda yê de zêdebûne, armancên ku Tirkiye dixwaze li Iraqê bicihbîne çine?

Dewleta Tirk ji ber sê sedemên sereke dixwaze nêzî Iraqê bibe. Sedema yekem, projeyek li Parlamentoya Iraqê heye li ser derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, Tirkiye dixwaze dema ev proje yasa li parlamentoya Iraqê deng li ser hate dayîn hêzên Tirkiye li nava xwe negre. Dixwaze bi behaneya gerîlayên PKK’ê rê pê were dayîn hêzên wê li Iraqê bimînin.

Sedema duyem jî ewe ku lihevkirinek dinavbera Tirkiye û Iraqê de heye da ku bikarin bi qasî kurahiya 30 km bikevin nava sinorê hevdû de. Niha beşek ji Şieyan li gorî wana Tirjiye vê lihevkirinê binpêkiriye û hîn zêdetir binav xaka Iraqê ve hatiye û ji bona wê dixwazin vê lihevkirinê hilweşînin. Vê yekê ji li cem Tirkiye tirsek daye çêkirin.

Sedema sêyem jî ewe ku giliyekî hikûmeta Iraqê li ser Tirkiye heye ku sala 2014’an li Jora Bazirganî a Navenetewî ya li Parîsê tomarkiriye, tê de daxwaza 26 milyar dolar tazminat ji Tirkiye dike. Ji ber van sê sedeman Tirkiye dixwaze xwe nêzî Iraqê bike.

Herwiha Tirkiye dixwaze ew valahiya ku di encama kêmkirina bandora Iran li ser Iraqê de çêdibe tije bike. Lê ne diyare ka wê ev armanca Tirkiye bigihe encamê yan na. Ji berku Tirkiye li gel Iraqê de cîrantiyek baş nekiriye û hertim serweriya xaka wê binpêdike.

Her wiha jimarek kesên ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve biryara girtinê jêre derketine yên wek Tariq Haşimî, pêşengên xwepêşandanên sala borî yên li Besra û hinek kesên din ên ji ber bûyerên terorê têne xwestin li Tirkiye dimînin. Ev hemû dibin sedem ku zehmet Tirkiye bikare valahiya ku ji ber Îranê li Iraqê çêbe tije bike û bigihe armancên xwe.

‘Erdogan amadebûna xwe ji bo hilweşandina lihevkirina 50 salî ya li gel herêmê aniye ziman’

- Ji bo pêkanîna van armancan Tirkiye dikare ji Iraqê re çi bike?

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji Enqerê vegeriya bû ji hinek parlementerên Kurd re gotibû ku Erdogan amadebûna xwe nîşandaye ji bo lihevkirina aborî ya 50 salî li gel Herêma Kurdistanê hilweşîne. Lê Adil Ebdulmehdî gotibû ku ez napejirînim bila li gel Herêma Kurdistanê bigihin lihevkirinek, wê demê emê lihevkirinek sê alî û lihevkirinek du alî ya Hewlêr û Enqerê erê bikin.

‘Tirkiye deriyê xeniqandina aborî ya Herêma Kurdistanê li gel Iraqê di veke’

- Peywendiyên bazirganî ên Tirkiye û Iraqê di çi astê de ne, ku niha behsa vekirina deriyek nû yê sinorî dinavbera herdu welatan de tê kirin?

Tirkiye dixwaze cihê xwe yê aborî di Iraqê de bihêz bike. Sala 2018’an Tirkiye bi bihayê 8 milyar û 400 milyon dolaran bazirganî li gel Iraqê kir ku ji vê yekê zêdetirî 4 milyar dolar bû qezenca Tirkiye. Gelek caran rayedarên dewleta Tirk jî diyar kirine ku ew dixwazin hecmê bazirganiya xwe li gel Iraqê bigihînin 20 milyar dolaran. Niha Tirkiye dixwaze ji bilî deriyê Îbrahîm Xelîl (Xabur) deriyek din ê sinorî li gel Iraqê veke. Li ser vekirina deriyê nû yê sinorî herdu hikûmetên Iraq û Tirkiye jî lihevkirinek fermî  kirine. Ger ev derî were vekirin wê ziyanek mezin bi aboriya Herêma Kurdistanê bigihîne. Hinek medya jî vekirina vî derî wek deriyê xeniqandina aboriya Herêma Kurdistanê binav dikin.

‘Kengî Bexda û Enqere lihevkirin, Hewlêr yê wê demê neftê radestî Bexda bike’

- Li gel vê trafîka hevdîtinan a di navbera Bexda û Enqerê de, Hewlêr jî bi Bexda re ketiye nava têkiliyan ji bo pirsgirêkan çareser bike. Gelo Tirkiye tû destwerdanek dinavbera Bexda û Hewlêrê de heye?

Niha  Tirkiye xwe wek xwediyê nefta Herêma Kurdistanê binav dike. Dema li gel Bexda dikeva nava danûstandinan mijara nefta Herêma Kurdistanê jî dixe ser mêzê giftûgoyan. Tirkiye astengî ji hinek lihevkirinên ku pêwîste dinavbera Hewlêr û Bexdayê de werin kirin re derdixe. Rolê Tirkiye di wê yekê de heye ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft radestî Bexda neke. Ji berku yê herî zêde sûd ji hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê dibîne hikûmeta Tirkiye, AKP û bi taybetî jî malbata Erdogan e. Dixwaze bi radestkirina 250 hezar bermîl neft rojane ew jî sûd jê wergire. Tirkiye vê mijarê li gel rayedarên Iraqê giftûgo kiriye. Lê hîna negihiştine encamek. Kengî Enqere û Bexda li ser vê mijarê gihiştin lihevkirinek, yê wê demê Hewlêr neftê radestî Bexda bike.

‘Tirkiye li dijî danina waliyek Kurde ji bo Kerkûkê’

- Ev destwerdanên Tirkiye mijara parêzgeha Kerkûkê jî digre nava xwe ku heya niha negihiştiye encamek?

 Tirkiye astengiyan ji bo bicihanîna xalên lihevkirina ku di 11’ê Tîrmeha îsal de dinavbera PDK’ê û YNK’ê de pêkhat re derdixe. Li gorî lihevkirinê danîna Teyîb Cebar wek walî ji bo Kerkûkê diviyabû dinava 45 rojane de pêkbihata. Lê Tirkiye astengiyan derdixe. Roja 25 Tebaxê dema vê lihevkirinê qediya. Tirkiye dixwaze proseya demografî xerakirina Kerkûkê berdewam be, dixwaze karên projeya boriya neftê ku wê ji Kerkûkê here Tirkiye temam bibin. Her wiha dixwaze berjewendiyên xwe li Kerkûkê bi parêze. Bandora welatên derve jî li ser PDK’ê û YNK’ê heye, ji bona wê bêy van welatan tû lihevkirinek îmze nakin.

(şk)