Çayxaneya Çandî ya Xurmatû çand û neteweyên cuda li hev kom dike

Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji bo komkirina netewe, ol, çand û rengên cuda bûye navendek. Rêvebirê Çayxaneya Çandî  ya   Xurmatû Îbrahîm Ebdullah got; “Çayxaneya me navendekî wêjeyî, hunerî û rewşenbîrî ye. Ji bo xwendevan, lidarxistina semîner û çalakiyên cuda navendeke.”


Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê piştî 30 salan Çayxaneya Çandî bi hewldana Meclîsa Gel a Hewarçûnê û Geşepêdanê hate vekirin. Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji bo  hemû çand , netewe, ol û rengên  cuda bûye navendek a xwendina pirtûkan, vexwarin çay, qehwe, semînerên guftûgoyê, derbaskirina demê. Herwiha çayxane bûye navendekî, hunerî, akademî, rewşenbîrî û lidarxistina semîner, panel û çalakiyên cuda.

Rêvebirê Çayxaneya Çandî  ya   Xurmatû Îbrahîm Ebdullah ji Rojnews'ê re axivî  û got;"Çayxaneya Çandî ya Xurmatû yek ji projeyên Meclîsa Gel a Hewarçûn û Geşepêdanê ye. Ji berî 4 mehan hate vekirin. Armanca vekirina vî cihî komkirina hemû netewe, ol, çand û rengên cuda ne. Herwiha navendekî wêjeyî, rewşenbîriye ji bo hunermendan. Dostên wêjeyê û xwendevan ji bo lidarxistina semîner û çalakiyên cuda li vir dertêxin.”

Tişta ku Çayxaneya Çandî ya Xurmatû ji cihên din cuda dike, ewe ku bi tiştên çandî hatiye xemilandin û goşeyek wê kîrîne pirtûkxaneye. Goştek wê jî ji bo pêşandanan tabloyên hunerî hatiye veqetandin. Ji derveyî vê di nava çayxaneyê de çend lîstiken kevin ên Kurdewarî û neteweyî tên lîstin. Herwiha hinek caran jî bi aweyek zindî stran tên gotin û ji muzîk tê jenandin.

Rêvebirê Çayxaneya Çandî ya Xurmatû Îbrahîm Ebdullah têkilarî vekirina çayxaneyê got; “Ev 30 sal bûn Xurmatû ji çayxane û qehwexaneyê bêpar bû. Ti cihekî wiha nebû. Li vir pirtûkxane, xeta înternetê û lîstikên weke setrenc û tawle heye. Herwiha pirtûkxaneyek mezin heye ku ciwan ji bo xwendinê û bikaranîna înternetê, vexwarina çay, qehwe, guftûgo û derbaskirina dem serdana vir dikin.”

(ab)