Ciwanên Hewlêrê daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin

Ciwanên Hewlêrê piştgirî dan berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne û bang li her kesê kirin ku bibin xwedî helwest û gotin; "Êdî li dijî tecrîdê bêdeng nemînin."


Grevên birçîbûnê yên li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatîn destpêkirin berdewam dikin. Herwiha piştgirîkirina ji hemû beşên civakê jî berdewame. Di vê çarçoveyê de ciwanên Hewlêrê bi riya Rojnews piştgirî dan berxwedanê.

Ebdulqadir Elî piştgirî da çalakgeran û got; "Li gorî min beşek ji çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê di girtîgehê de ye. Ocalan kesek mezin e. Azadiya Wî azadiya Kurd û Bakurê Kurdistanê ye. Herwiha dibe sedema çareserkirina pirsgirêkan. "

Hadîi Salih jî piştgirî da çalakger û armanca wan û got; "Ocalan Rêberê Kurdan e. Nabe êdî em li hember tecrîdkirinê bêdeng bîn. Herwiha divê em hemû piştgiriya van çalakiyên li dijî tecrîdê bikin. Ji ber ku grevên birçîbûnê 180 roj derbas kirin. Divê êdî bêdeng nemînin."

(ab)