Dîroknas Dr. Macid Xelîd got: “PKK’ê teoriya şoreşgerî anî nava cîhana Kurdistanê û gel şiyar kir. Ji bo jin azad bibe û êdî ev sitemkarî bi dawî bibe derket pêş. Bi saya PKK’ê wê careke din dîroka bindestiya gelê Kurd dubare nebe.”
Dîroknas û Serokê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Macid Xelîd têkildarî 27’ê Mijdarê 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê û 50’emîn sala Tevgera Azadiya Gelê Kurd bersiva pirsên Rojnews’ê da.
–Tevgera Apoyî û PKK’ê di çi şert û mercên û qonaxê de derket?
PKK di salên hefteyan de, derket. Di wê demê de derbek mezin li tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, bi taybet li Başûrê Kurdistanê ketibû. Ev derb li tevahiya Kurdistanê bû û ruhê şoreşgerî mirandî bû, ev yek ji vê paradîgmaya tevgera Kurdî ya ku xwe radestê hêzên rastgir û mihafezekar kiribû, çavkaniya xwe digirt. Di wê baweriyê de bûn ku azadîxwazî di eniya sermayedarî û cîhana dagirkeriyê de dikare pêk bê. Lê dema ku peymana Cezayîrê hat îmzekirin, êdî fêm kirin ku xeletiya hêzên rizgarîxwaz di kuderê de ye. Ligel hizr û bîrdoziya azadîxwazî ku li beşên din ên Kurdistanê hebûn jî, lê bi belavbûneke zêde re rû bi rû man. Ji bo wê jî em dibînin ku hem li Başûrê Kurdistanê, hem li Bakur û hem jî li Rojhilat û Rojava tevgerên cuda derketin pêş.
Di rewşekî tarî ya wiha de, stimkariya dewleta Tirk bi temamî xwe radestî rojava û Emerîka kirîbû. Hêzên NATO’yê bi temamî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serwer bû. Hemû nefesa azadîxwaziyê birîbû. Li gorî yasayan bend bi bend û roj bi roj huner, muzik, stran, ziman, çand û azadî qedexe dikir. Di rewşek wiha de, nûbûneke demokratîk û awirek cidî ji bo mafên mirovan pêwîst e. Ji bo hewarçûna gelên bindest, ne tenê li Kurdistanê, belku li Rojhilata Navîn di nava zihniyeta civaka xwendevan a çalak û biwêr derkete pêş ku fam dikin ku pêwîstiya tevgera rizgarîxwaz bi teoriyek siyasî heye, êdî serdema girtîgehê û êşkenceyê pêk tê. Dibînin ew xwendevanên nirxandina fikrekî serdemê dikin, ku jê teoriya siyasî diafirînin û taybetmendiya hemû neteweyan li xwe bigire, astengiyan dişkênin û êdî dixwazin şoreşa destpêkê şoreşa civakî be. Şoreşek be ji kes û malbatê destpê bike, li bajar û gundan be.
- Ew afirandina siyasî, şoreşgerî û civakî çi bûn ku di vê tevgerê de biçîm girt û bi cih bû?
Hejmarek xwedevanên wêrek û dilsoz bi pradîgmayek xweşik derketin pêş û civîn kirin. Di çarçoveya fikra nasyonalîzmê ya teng derketin, bi ti awayî lîstik û ew ruhê sermeyedarî li ber çavan negirtin ku destê wê di gewriya xelkê de ve bû. Derketin pêş û bi awayek zanistî zemînê ruhekî çepgerî dariştin û van xwendevanan li Stenbolê û Enqerê destpê kirin. Hêdî hêzî, teoriya şoreşgerî anîn nava cîhana Kurdistanê û gel hişyar kirin. Girîngî dan cotyar, karkeran, darteraş û esnafan. Ji bo jin azad bibe, civak şiyar bibe û dawî li vê zilmê bînîn derketin pêş.
- Ev tevger di qada pratîkê çawa pêşkeft û kar û xebat kir?
Di sala 1973’yan de vê tevgerê dest pê kir û di sala 1978’an de hate damezirandin. PKK guhartinek bû. Guhertinek celebî bû. Mîrasekî bêhempa bû. Dema ku hate pêş, ne dişibiya ti hêzekî din a siyasî û teqlîda wan nedikir. Ne destê rejîmên dagirker bû. PKK bi ruhek şoreşgerî derkete peş. Xema wê xelkê bindest û çewisandî bû. Ev hemû taybetmendiyane bi awayek zanîstî li ser hatine axaftin. Avabûna PKK’ê ji bo navendên zanîstî yên Rojava şok bû. Gelek lêkolîn li ser hatine kirin. Gelek nêrîn li ser hatin kirin. Herweke tê zanîn planên herî mezin li ser hatine kirin. Ji ber ku dizanin ev hez çi xetereyê ji bo pêşeroja stemkaran, sermeyedaran û dagirkeran çêdike.
Di sala 1978’an de ev hêz derket pêş û li Rojavayê Kurdistanê xwe rêxistin kir. Di sala 1984’an de bi stratejiyek siyasî û şoreşgerî xwe pêşanda. Li hemberî yek ji welatên wê demê yên bi hêz derket ku rejîma Tirkiyeyê bû. Komek ciwan anî pêş ku ji bo cîhanê îspat kir ku wê ji bo bîrûbaweriya xwe agir berdin xwe. Hejmarek jin û keçên ciwan tevlîbûn ku ji bo cîhanê îspat kir ku murîd, keya û şêx nîn in. Belku ruhê şoreşgerî têde ye û êdî li gundan nayên zîndanî kirin û wê werin pêş û çeka şoreşgerî hilgirin.
- Ew taybetmendî çine ku PKK’ê ji tevger û tevgerên rizgarîxwaz ên din cuda dike?
Xebata PKK’ê ji ya ji berî xwe û piştî xwe cuda bû. Cudahiya wê di vê xalê de bû ku ji sala 1999’an ve Birêz Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye. Lê, bandoriya wî zêdetir bû. Ev rewş li ti tevgerên ji berî PKK’ê nebû û ji derveyî PKK’ê di ti tevgerên niha de nabînin. Tevgerên din girêdanî kesekê ne û wiha ne girêdayî teoriyek siyasî ve. Ev mezintirîn taymendiya PKK’ê ye, lewma bi saya PKK’ê wê careke din dîroka bindestiya gele Kurd dûbare nebe.
-Aliyek sereke ya şoreşa PKK’ê şoreşa civakî ye, di vî alî de destkeftî çi bûn?
Di wê dema ku PKK derket, despotîzim, eşîrçitî, mêrsalarî û kevneperestî di hêza xwe de bû, lê PKK hat û yek bi yek ew xalên lawaz ên di nava tevgera şoreşgerî de diyar kir. Di gava yekem de, li Bakurê Kurdistanê li hemberî hêza hoz, eşîr û tîre rawestiya û li hemberî stemkariyê derket ku di forma eşîrçitî û hozê de bi cih bibû. Bi vê yekê re partiyên din ên Tirkiyeyê şok bûn. Ji ber ku timî di hilbijartin û operasyonên li dijî ruhê parçeyên din serî li van eşîran didan, lê PKK’ê zihniyeta van eşîran guherî û ruhê şoreşgerî peyda kir û waneya Kurdbûnê fêrî wan kir.
Lewma dema ku PKK’ê di sala 1984’an de guleya yekem teqand, dîroka nû ya Kurd destpê kir. Êdî rola wan eşîran jî nema. Êdî tirsa jin û keçan nema û derketin peş. Êdî ew keçên ku nedikarîn ji mal derkevin çeka şoreşgerî hilgirtin û merdayetî kir şanazî, dema şehîd bû, bi dehan hezaran cenazeyên wan peşwazî dikirin. Ev jî bû çandekî ya zîndîkirina ruhê şoreşgerî.
- Destkeftiya şoreşaa PKK’ê ya herî girîng çiye?
Niha Kurd xwedî şanaziyê ne. Xwedî kesayetiye, niha axaftina bi zimanê Kurdî neqedexeye. Niha dema ku karwanek ji Başûr ji bo hewarçûna Rojavayê Kurdistanê dikeve rê, Amed dikeva nava kelecanê, ev ruhê şoreşgerî PKK’ê afirand. Niha li Tirkiye bêyî PKK siyaset pêş nakeve. Ev pêşkeftin û demokrasiya li Rojavayê Kurdistanê heye, hemû çavkaniya xwe ji fikra PKK’ê digre. Ew ‘Jin, Jiyan, Azadiya’ ku niha bûye dirûşme û hemû dinya bi zimanê Kurdî dibêjin, hemû destkeftiyên PKK’ê ne.
PKK’ê di yekem gava xwe de cudahiya di navbera parçeyên Kurdistanê de rakir û nehişt. Cudahiya eknikî, olî û jiyanbihevre Kurdî careke din bi formek wiha darişt ku mirovbûnê li ber çavan bigire. PKK’ê parçebûna di nava Kurdan de komî serhev kir û cudahî di nava xebatê de nehişt. Niha ew ruhê şoreşgerî yê mîna cihek weke Îlamê de ku di dîrokê de nîne, sedem PKK ye, berê ew parçebûna hizbên Rojhilatê Kurdistanê di nava wan herêman de çêkirîbû, niha nemaye û PKK’ê nehişt.
(ab)