Dîroknas Macid: Ne ji Qendîl be wê Herêma Kurdistanê dibin kontrola Tirkiyê de be

Dîroknas Macid Xalid diyar kir, xwe dûbare kirin û ders ji dîrokê dernexistin, ji bo desthialta Başûr bûye edetek û got, “Desthilata Başûr timî xwe dûbare dike û nikare ders ji bûyerên dîrokî derxe. Xwe dûbare kirin jêre bûye edetek. Divê bizane eger ne ji Qendîl ba, wê niha Herêma Kurdistanê bi temamî dibin destê Tirkiyê de baya. Armanca Tirkiyê tenê ne Qendîle, hemû Kurdistane. PKK li pêşiya van berjewendiyên Tirkiyê astengiyê çêdike.”


24 sal li ser operasyona dagirkeriyê ya bi navê ‘Ejder’ a dewleta Tirk ya derveyî sînor ya l dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê re derbas dibe. 4'ê Tîrmeha 1995’an bi beşdariya 35 ehzar leşkerên Tirk careke din xaka Başûrê Kurdistanê hatibû dagirkirin. Piştî têkçûna di operasyonê de ya di şerê gerîla de dewleta Tirk tenê beşek ji van leşkerên xwe vegerand Tirkiyê. Beşeke zêde jî li baregehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê zêde kir û li nava xaka Başûrê Kurdistanê de hişt. Niha jî operasyona dagirkeriyê ya derveyî sînor a bi navê ‘Pençe’ destpê kiriye û vê carê hewl dide dagirkeriya bi salane di meriyetê de hîn berfirehtir û mayîndetir bike. Serokê Beşa Dîrokê ya Seyîdsadiq a ser bi Zankoya Silêmanî Macid Xelîl bersiva pirsên me yên têkildarî êrîşên dagirkeriyê, armanca wan van êrîşên dagirkeriyê, zirer û ziyanê dide gelê Kurd û proseya yekîtiya netewî bersivand.  

-Berê niha 24 sal operasyona dagirkeriyê ya bi navê ‘Ejder’ bi beşdariya 35 hezar leşkeran li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dabû destpêkirin. Weke berdewamiya vê êrîşa dagirkeriyê îro bi navê ‘Pençe’ destpê kiriye. Armanca dewleta Tirk a ji van operasyonên dagirkeriyê çiye? Tenê hêzeke Kurdî hedef digire, yan armanca wan têkkbirina destkeftiyên Kurd e?

Dewleta Tirk ji sala 1980'an ve dest bi operasyonan kiriye û vêya bi awayeke sîstematîk dike. Dema operasyonan dike, bi hemahengiya li gel welatên herêmê dike. Li pişt van operasyonan sîstema sermayedar, Amerîka û Îsraîl jî hene. PKK ku tevgereke hizrî ya baweriya xwe bi guhertinê û azadiyê heye, gef li berjenwediyên welatên Rojava dixwe. PKK dixwaze dîrokê ji nûve binivîse. Berjewendiyên hêzên sermayedar yên cîhanî dixe metirsiyê.

-Heta niha gelek operasyonên bi navê cuda cuda bi beşdarbûna hezaran leşker li dijî Başûrê Kurdistanê pêk hatine, gelo van operasyona kariye encamek bidest bixe?

Di sala 1978'an de PKK weke hêzekî siyasî hate ragihandin. Di nava civaka Kurd û siyaseta Kurdistanê de dengvedanek mezin çêkir. Tirkiye ji ew fikrên ku PKK di nava civaka Kurd de pêşdixe, ditirse. Ji ber vê darbeya 1980’an pêkanî.  PKK karî dawî li şerên navxweyî yên li Bakurê Kurdistanê bîne û kesayeta Kurd kesayeteke çarenûssaz û xwedî biryar. PKK  ticarî teslîm nabe û timî ala rizgariya Kurdan li dijî faşîzmê rake. Lewma di sala 1982'an de PKK'ê li gel eniyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hemahengiyek çêdike. Yekem danûstandinê li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Mesûd Barzanî pêk tîne. Li ser bernameyeke netewî li hev dikin. Lê Tirkiye ji bo vêya têk bide, dest bi êrîş û planên têkdana vê hewldana netewî.  

-Li beramber van dagirkerî û planên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa tevgeriyaye?

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê heya sala 1991'an ku xwedî xebatekî demdirêj û bi ezmûn bû nekarî hevsengiyekê li gel xebatên rizgarîxwaz ên parçeyên din çêbike. Li hinek rewşande bû projeyek welatên derve. Bûyerek weke karasata Hekkarî ku sala 1978'an pêk hat, planek a Tirkiye û Îranê bû. Li Başûrê Kurdistanê xebata siyasî ya Kurdî parçe kir. Bi sedan şoreşgerên şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê bi destê hêzên Kurdan ji holê rakirin. Lê, pirsgirêk ewe ku Başûrê Kurdistanê naxwaze van rastiyan fam bike û sûd ji ezmûnan bigire. Ji dema borî heta niha Tirkiye naxwaze ezmûna Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Lewma li gorî min, Qendîl nebûya Herêma Kurdistanê wê dibin destê Tirkiyeyê de bûya û wê zêdetir hatiba çewisandin. Wê zêdetir aboriya wê bi kar baniya. Lewma bi lêkolînan ev yek tê îspat kirin ku ger PKK nebûya wê Tirkiyeyê nêzîkbûnek gelek xirab li gel bikiriba. Beşek ji medya Başûrê Kurdistanê qala vê dikin ku PKK sedema dagirkeriyê ye. Ez berovajî vê yekê dibêjim, armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û naxwaze Herêma Kurdistanê berbi pêşve biçe.

- 27'ê Gulandê de, dewleta Tirk êrîşeke dagirkeriyê ya bi navê 'Operasyona Pençe' li diî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Kurdistanê da destpêkirin. Têgotin, armanca Tirkiye bidestxistina sînorê Mîskaî Millî ye. Hun vê çawa dinirxînin?

Tirkiye dixwaze hêzekî herêmî be. Niha xwe gihandiye Asyaya navîn jî. Doza Ereb-Îsraîl bi kar tîne. Ji bo rêbertiya cîhana Îslamî bike. Dema ku bûyerek navneteweyî li vê herêmê diqewime, Tirkiye hewl dide ji vê aloziyê sûd werbigire. Ji şerê cîhanê yê sêyemîn ve Tirkiye her hewl dide Kurdan mêtîngeh bike û dibin destê xwede bihêle. Di rewşa niha de şerek li herêmê heye û Tirkiye jî hewl dide ji vê rewşê sûd werbigire. Ji ber vê armanc tenê Qendîl nîne, armanca Tirkiyê ji vêya pir mezintir e.

-Dikarin bêjin PKK astengiyek mezine li pêşiya siyaseta dewleta Tirk a dagirkeriyê?

PKK'ê xwedî xeteke fikrî û xwedî pêşbîniye. Vê pêşbîniyê wer kiriye ku bihêz bimîne. Tevî Rêberê PKK’ê hate girtin jî, lê dîsa li ser piya ma. Di nava xebata gelên rizgarîxwaz de diyardeya PKK'ê diyardeyekî bêhempa ye. Ji bo rojava cihê pirsyar û gumanan e. Lewma armanca van operasyonan ên navnetewî, herêmî û navxweyî hene. Armanca navxweyî li ezmûna siyasî ya Kurdistanê xistine. Hewl didin derz di navbera PKK’ê û gelê Başûr de çêbikin. Daxuyaniyên Herêma Kurdistanê yên di mijara operasyonan de jî cihê şermêye. Tirkiye di warê siyasî û aborî de herêma Kurdistanê dîl girtiye. Eger bixwaze dikare di nava 5 deqîqeyan de hemû çavkaniyên wê yên aborî hişk bike.  

-Têgotin ku eger ne ji PKK’ê be wê Tirkiye, Herêma Kurdistanê qebûl neke. Hun di vê mijarê de çi difikirin?

Ev famkirinek rewşenbîriye û di heman demê de rastiyek dîrokî vedibê. Piştî raperînê di sala 1991'an de biryara avakirina herêmêk bi ewle ji bo Başûrê Kurdistanê tê dayîn.  Tirkiyeyê ji bo pêkanîna vê biryarê gelek kar kir. Li gorî vê biryarê herêmên nakokî li ser hene ne dikevin vê çarçoveyê, tenê parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Duhokê digirt nava xwede. Vêya jî ji bo hevrikek zindî li dijî PKK’ê ava bike bû û dixwest li dijî PKK’ê bikarbîne. Li ser vê esasê sîstemek dibin berjewendiyên Tirkiyê de dixwest ava bike. Ji ber vê niha dixwaze heman siyasetê li Rojavayê Kurdistanê jî pêk bîne. Ji ber vê daxwaza herêma bi ewle dike. Lê îradeya li Rojavayê Kurdistanê heye li dijî vê yekê derket. Ew ezmûna li Başûr pêkhat, hewl hate dayîn li Rojava dûbare nebe. Di îradeya PKK'ê de gav paşde avêtin û teslîmbûn nîne. Lewma ger dewleta Tirk bixwaze gundekê jî dagir bike, divê li ser cenazeyê gerîla re derbas bibe, yan bi ti awayî rê nayê nadin dagirkeriyê.

-Dewleta Tirk û Îran herî zêde dijî referandûma Başûrê Kurdistanê bûn. Çima herêma Kurdistanê ders ji vê ezmûnê dernexist?

Ji ber rast fêm kirin nîne, ders jê derxistin jî çênabe. Rêveberiya Başûr nikare hizrandineke siyasî li ser mijarê bike. Xwe dûbarekirin û ders ne derxistina ji ezmûnên dîrokî ji bo desthilata Başûr bûye edetek (xûyek). Gelek bûyerên weke 16’ê Cotmehê dûbare bûne, lê ders ne hatiye derxistin. Ji ber vê radestbûna wan ji dijmin re zêdetir kurtir kiriye.

-Di dema borî de, Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve hate ragihandin, vê hêzê ragihand ku li kûderê be wê parastina Kurdistanê bikin û baregehên Tirkiyeyê bibin hedefa wan. Hun avakirina hêzek wiha ji bo Başûr çawa dibînin?

Careke din nêzîkatiyeke klasîk nîşanî vê hêza hatiye avakirin hate dayîn. Avakirina vê hêzê ji bo parastin û guhertin veguhertina civakî pêwîstiye. Divê êdî rêxistinên siyasî û medenî û hêzên parastinê yên herêmî derkevin pêş. Li gorî min, ev rêyek çareseriyê ye ji bo rewşa heyî. Pêwîste yekîneyên biçûk biçûk û rêxistinkirî werin avakirin, ji bo hişyariyê. Ji ber ku herêm li ser agire û divê hêzek ji desthilatê serbixwe ji bo parastina civakê hebe.

-Rola rewşenbîran di vê qonaxê de çiye û ji bo bi dawîbûna parçebûna niha di nava Kurdan de heye divê çi bikin?

Bi baweriya min, rewşenbîr dikarin, li ser asta navxweyî û hem jî li ser asta derve rolek erênî bilîzin. Rewşenbîrên resen dikarin vê bikin, ne rewşenbîrên di himbêza desthilatê de. Rewşenbîrên resen dikarin zext li ser aliyan çêbikin, ji bo yekîtî pêk were. Tenê ew dikarin zemînek zêrîn çêbikin, bi tenê ew dikarin zemînêkî baş ava bikin, ji bo ku bikarin ew hêza têkoşînê wekî xwe bigehîninê civakê û ew heqîqetê ragihînin.

(rn)