Pisporê çavkaniyên avê û xwezayê Dr. Ebulmutelîb destnîşan kir ku giringî bi çavkaniyên avê nayê dayîn û bi zanistî nayê bikaranîn, eger niyeta rast hebe derfet hene û got: “Armanca zextan lewazxistina Iraqê ye. Dewleta Tirkiye û Îranê, Iraqê weke bazarekê dibînin, dixwazin hemû berhemên pîşesazî û çandiniyê yên xwe li Iraqê bifiroşin.”
Dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê bi mehane polîtîkaya qûtkirina avê li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê dide meşandin. Li gel hişkesaliyê girtina avê ya ji aliyê Tirkiye û Îranê ve bandorek gelek mezin li ser welatî û xaka Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku metirsiyên mezin yên weke qeyrana avê bi xwe re tîne.
Di derbarê metirsiya çavkaniyên avê yên herêmê, sedem û çareseriya pirsgirêkê de mamostayê Zanîngeha Germiyan û pisporê çavkaniyên avê û xwezayê Dr. Ebdulmutelîb Refet bersiva pirsên Rojnews’ê da.
Hişkesalî û girtina avê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi qeyrana avê re rû bi rû hiştiye, li gorî we rêya çareseriya ji bo derbazbûna vê metirsiyê çiye?
Ne tenê Herêma Kurdistan û Iraq, bi giştî cîhan bi kêmbûna avê re rû bi rû ye. Ev yek çend sedemên xwe hene ku bilindbûna rêjeya şêniya cîhanê û guhertina avhewayê di nava xwe de digire. Ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê sedemek taybet heye ku em xwedî welatekî serajêrin ango piranî çavkaniyên ava welat ji derveyî welat tê dabînkirin. Nêzîkî ji sedan 65’ê çavkaniya avên me ji Sûriye, Îran û Tirkiyeyê tên, ev jî bandoriyek mezin li ser me dike.
Eger bi şêweyekî giştî li rewşa Iraqê were temaşekirin wê were dîtin ku giringî bi çavkaniyên avê nayê dayîn û bi şêweyek zanistî nêzîk nabin. Ji bo wê divê di navxweyî de av bi şêweyek zanistî were bikaranîn ku ji tevahî çavkaniyên avê sud bigirin û hemû sektor bê av nemînin ku av ji wan re bê dayîn.
Gelo çêkirina bendavên zêde dikare metirsiya bê aviyê dur bixe?
Bi şêweyekî zanistî tevlî çêkirina bendavan nabim, ji ber ku bandoriyek mezin li ser xwezayê dike. Lê niha em ji ber bendavên ku Îran û Tirkiyeyê li ser çavkaniyên avê yên Iraqê çêkirî, di rewşek pir xirab de ne. Ev yek raste rast bandor li navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê dike. Ji ber wê erê, divê em bendav û golan çêbikin û li gel wê bi şêweyekî zanistî bikarbînin. Her wiha pêwîstiya me bi teknîka nû heye ku mixabin teknîka niha di avdanî û çandiniyê de tê bikaranîn kevne.
Biryare hikûmet 200 bendavên biçûk, navîn û mezin çêbikin, lê hîna çênekirine, sedema xemsariya hikûmetê çiye?
Cihê mixabiniyê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti şêweyî pirgirêka avê nexistiye bernama xwe ya pêşîn de. Siyasetek me ya avê nîne û bandor li her du hikûmetan jî kiriye, diviyabû ew bendavên ku qala wê dikin, zûtir bihata çêkirin. Ji beriya 12 salan û niha jî eger niyeta wan a rast hebe derfeta çêkirina wan bendavan heye ku di demê pêş de sud jê bigirin. Serdema niha serdema guhertina avhewayê ye û hikûmetên cîhanê dest bi komkirina avê û hewldana zêdekirina avê didin. Mixabin ev siyaset di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de nayê dîtin.
Mirov wê çawa hevsengiyê di berdana ava bendav û golan de bikare çêbike?
Bê guman ew metirsiyek gelek mezine. Ji hevsengiya berdana ava bendav û golan re rezerveyên stratejîk tê gotin, lewra dema bendav tê çêkirin pêwîste di nava ava tê bendavê û ava ji bo sektoran tê berdan de hevsengî hebe. Di nava vê sala borî de li Herêma Kurdistan û Iraqê hevsengiyek bi vî şêweyî nemaye. Di piranî bendavan de dest bi rezerveyên stratejîk hatiye kirin. Gelek bendavan rezerveyên stratejîk hatin hilweşandin û vê yekê pirsgirêkên mezin derxist holê, Pêwîste di her bendava ku tê çêkirin de ev hevsengî were parastin, da ku em bendavê pêş bixin û di piraniya salê de bikar bînin.
Niha metirsiyek mezin li ser ava sererd heye, heman metirsî li ser ava binerd jî heye?
Her demê li ser avên sererd metirsî hebû, niha li ser avên binerd jî heye. Ji ber rewşa hişkesaliyê, welatiyan piranî dest bi kolana avên binerd kirine. Mixabin li Herêma Kurdistanê avên binerd nehatine parastin. Avên binerd milkê nifşê dema bê ye, difikirin ku di dema bê de qeyrana avê li herêmê zêdetir bibe. Giringe ku avên binerd bi zanistî bikarbînin û biparêzin. Divê avên binerd ji demê qeyrana avê zêdebû re bê hilanîn. Siyaseta avê ya me nîne, sîstema çandiniyê ya welatê me digihe serdema Sasaniyan.
Li gorî we girtina avê ya ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve tenê mijarek aborî ya parastina ava xwe ye, yan zext û cezayek siyasî ye ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê ye?
Ew projeyên Tirkiye û Îran yên li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê çêdike, tenê ne armancek siyasî û aborî ye. Niha her du welat Iraqê weke bazarekê dibînin. Hewldidin xwe bihêz bikin ku çi berhemên çandiniyê û pişesaziyê hebe li Iraqê bifiroşin. Armanca zextan lewazxistina Iraqê ye. Dixwazin li herêmê xwe bikin du cemser. Destekê bilind ê wan li nav Iraqê heye, ji ber ku Iraq di aliyê çavkaniyên xwezayî de li herêmê dewlemende ku li Rojhilata Navîn cemsereke.”
(fk)