Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi zextên Tirkiyeyê dixwaze şerê PKK’ê bike û ji bo vî şerî jî dixwaze hêzên din jî li gel be û got: “Şerê Kurd bi Kurd wê dawî li ezmûna Kurd bîne.”
Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û aloziya li Herêma Kurdistanê bersiva pirsên Rojnews’ê da.
-Sedema aloziya li Herêma Kurdistanê heye çiye?
Tirkiyeyê siyasetekî neteweperest a faşîst heye. Dixwaze bi riya hêzê meseleya Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê bi çewisîne. Wan hêzên şoreşger ên xebat dikin zîndanî bikin û tine bikin. Lê, eger hat û PKK li wan cihan nemîne û parastina Herêma Kurdistanê neke, wê Tirkiye Hewlêrê jî dagir bike. Têgihîştina PDK’ê ya ji bo Kurdeyetiyê û rêveberina welat gelek ecêbe. PDK li Herêma Kurdistanê û Iraqê hêzek serdeste. Iraqê bi destûrê mafê Kurd garantî kiriye. Lê PDK neamadeye li gel artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li hev bike, lê li gel Tirkiyeyê û MÎT’a Tirk ku itirafê bi Herêma Kurdistanê nake lihevkirinê dike. Heta niha jî Tirkiye ji Herêma Kurdistanê dibêje bakurê Iraqê.
‘Xewna Tirkiyeyê girtina wîlateya Mûsil û Kerkûkê ye’
Di dawî hatina peymana Lozanê re ku Tirkiye xwe mexdûr dibîne, wê statûya Herêma Kurdistanê çi bi serî were?
Tirkiye dixwaze wîlayeta Mûsil û Kerkûkê, herwiha beşek ji Sûriyeyê bêxe jêr destê xwe de. Tirkiye dibêje, ji berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ev herêmane di bin destê min de bû. Lê, li cîhanê çend împarator bi rûxandinê tine bûn. Pirsgirêka Tirkiyeyê ewe ku xerabiyên xwe itiraf nake. Daxwaza wan tiştan dike ku di dema împaratoriyê de ji dest çûye.
-Çima çapemeniya PDK’ê dihola şerê Kurd bi Kurd lê dide?
Hinek caran kesên ku diaxivin hest bi berpirsyartiyê nakin. Dibe ku li gel medyayê agahiyên temam nebe, lê pirsgirêka sereke daxuyaniyên tund ên berpirsên PDK’ê de ne. Di nava wan de jî yên Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku nabe xwe bêxe nava nakokiyên di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de hene. Ji ber ku armanca Kurdên Bakur pêşxistina ezmûna Başûrê Kurdistanê ye û rizgarkirina wê ji destê Tirkiyeyê ye. Lê, rayedarên Herêma Kurdistanê li gel ku bi xwe nikarin rûbirûyî Tirkiyeyê bibin, gefê li kesên xemxwarên parastina Herêma Kurdistanê ne jî dike.
Gelo PDK vî şerî dixwaze?
Eger Tirkiye zextê bike wê PDK vî şerî bike. Lê, tişta li pêşiya PDK’ê asteng, tirsa wê ya di şer de binkeftine. Herwiha PDK naxwaze vî şerî bi tenê bike. Belku dixwaze hêzên din jî tevlî vî şerî bike.
-Ji bo şerê Kurd bi Kurd rû nede divê çi were kirin?
Siyasesta Tirkiyeyê siyasetekî ne rewaye. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê PDK partiyek mezine. Divê ji pêkanîna daxwazên Tirkiyeyê dûr bikeve. Bi yekîtiya neteweyî li dijî siyaseta nerawa ya Tirkiyeyê raweste.
(ab)