Dr. Salar: Rojava zemîn ji bo yekîtiya netewî bihêz kiriye û divê bigihe armancê

  Dr. Salar Basîre da zanîn ku li ser Rojhilata Navîn senaryoyên navnetweyî hene û êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê jî xelekeke ya zincîra van senaryoyane û got; “Berxwedana Rojavayê Kurdistanê yekem car piraniya Kurdan anî cem hev û zemînek ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan avakiriye. Ji bo wê pêwîste Kurd vê yekê biserxin.”


Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di roja 9’ê Cotmehê de dest bi erîşa dagirkirina Bakur Rojhilatê Suriye kirin. Ev dagirkeriya dewleta Tirk hem di nava Kurdan, hem jî li ser asta navnetewî de rastî bertekên zêde hatin. Ji senetorên Amerîkayê bigre ta Komkara Erebî û piraniya welatên Ewropa nerazîbûn nîşanî vê êrîşa dewleta Tirk dan.

Têkildarê vê êrîşa dewleta Tirk ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û girîngiya yekîtiya netewî Prof. Dr. Salar Basîre bersiva pirsên Rojnews'ê da.

- Ji beriya ku êrîşên dewleta Tirk destpêbikin her kesê di got ku Tirkiye êrîş nake, lê piştre êrîş kir, çima dest bi êrîşan kir?

Hertim pêşbîniyek ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê hebûn. Êrîşa Tirkiye ne tenê metirsî dixe ser Rojavayê Kurdistan, di heman demê de ji bo Başûrê Kurdistanê jî metirsiyek mezine. Li gorî min ger Tirkiye xwesteka xwe li Rojava bikare bidest bixe wê Başûrê Kurdistanê jî bikeve di jêr metirsiyê de. Ji ber ku anîna ewqas alavên leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê û dibin navê şerê li gel PKK’ê de, di rastiya xwe de stratejiyek demdirêj heye. Ev yek jî dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Bi dehan sale Tirkiye li benda valatiyek mane, ji bo dagirkirina Kurdistanê. Niha jî ev valahî jêrê çêbûye û leşkerên xwe vediguhêze Rojava.

Çawan ev valahî jêrê çêbû?

Valahî li ser asta siyasî û navnetewî jêre çêbû. Temaşe bike siyaseta Amerîka ji ber vekişîna ji Rojava lewaz bû. Li Suriye gelek lîstok di navbera Amerîka û siyaseta Rusya de hene. Îran jî bi heman şêwe di nava van lîstokan de ye. dewleta Tirk jî vê yekê ji xwe re wek firsendek dibîne. Di dema dagirkirina Efrînê de Rusya glupa kesk ji Tirkiye re pêxist. Ji bo vê divê sînorek li pêşiya vê siyaseta Erdogan were danîn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker hem li ser asta navxweyî hem jî ya navnetewî rastî bertekek tund hat, heya ku Amerîka sizayên aborî bi ser Tirkiyeyê de danî. Lê piştre agirbest  hat ragihandin, ev yek çwan çêbû?

Zextek zêde ya siyasî ya navnetewî li ser Tirkiye çêbû. Dikarim bêjim ku Rojavayê Kurdistanê cara yekem evqas dengê Kurdan bilind kir. Niha welatên Ewropî yên wek Firansa û Elmanya vê rewşê qebûl nakin. Li gel vê yekê jî pêşniyar ji bo herêmek aram a bêçek heye. Her çendî ku heya niha Ewropa di pratîkê de helwestek wisan nine, lê dibe ku di dema pêş de guhertin çêbin. Her wiha Senetoya Amerîkayê jî bi vê yekê neraziye. Ya hatî kirin tenê bi biryara Trump çêbûye. Niha li senatoya Amerîkayê projeyên ji bo sizadana aborî ya Tirkiye di rojevê de ne.

Divê navberê de hun helwesta Şamê û Moskowayê çawan şîrove dikin?

Di rastiyê de navenda biryardayînê ne di dest Beşar Esad de ye, biryar ji aliyê Rusya ve tê dayîn. Ger Rusya nebûya niha ev demek bû rejima Esed bi destê komên îslamî hatibû rûxandin. Gelek berjewendiyên Rusya li Suriye hene, bi taybetî jî li ser mijara neft û enerjî û navenda leşkerî. Dikarin bêjin bûye cihê desthilata Rusya. Ji bo wê biryar didestê Rusan de ye. Niha jî bi çi awayî danûstandinan li gel Kurd û Tirkiye de dike nikarin tam bi zelalî bizanîn.

Yanî ji niha û pêve çi tê pêşbînî kirin rû bide?

Pêşbînî kirin gelek zehmete, ji berku senaryo gelek in, ev siyastek navnetewî ye. Herêm bi xwe herêmek gelek aloze. Di xwezaya vê herêmê de guhertin wek xelekek bi heve girêdayîne. Niha li Îran, Erebistana Siudî, Yemen, Suriye, Iraq û Lubnanê krîz hene. Her hêzek serdest jî bixwaze di warê bazirganî û enerjiyê de biserkeve divê lingek yê wê di Rojhilata Navîn de hebe.

Hun helwesta Kurdan a niha çawan dibînin?

Helwestek gelek baş heye, ev helwest xebatek siyasî û medeni ye li gel xebata siyasî û çekdarî ya Rojavayê Kurdistanê de xwedî rolek mezine. Pêwîste ev helwest berdewam bin. Yekem care Kurd di aliyê siyasî û medenî de ewqas xwedî piştgirî ne. Her wiha boykotkirina malê Tirkî jî wek helwestek gelek girîng dibînim. Ji berku salane zêdetirî 10 milyar dolar bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de tê kirin. Bi vê boykotê jî dikare ziyanek mezin bi aboriya Tirkiye bigihîne ku dahata vê bazirganiyê dibe çek û Kurd pê têne kuştin. Ji ber vê yekê divê ev kampanyên boykotê werin berfireh kirin.

Ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan gelek bang tên kirin, mûmkîne ku ev yekîti pêkwere?

Ev demeke behsa vê yekê tê kirin. Stratejiya KNK’ê jî ewe ku yekîtiya netewî pêkbîne. Niha zemîn ji bo vê yekê ava bûye. Berxwedana Rojavayê Kurdistanê yekem car piraniya Kurdan anî cem hev û zemînek ji bo yekîtiya netewî ya Kurdan avakiriye. Ji bo wê pêwîste Kurd vê yekê biserxin. Ji ber ku Başûr jî niha dibin metirsiya Tirkiyeyê de ye. Tirkiye mîna li paşayekî Osmaniyan temaşe bike wisan nêzî desthilata Başûr dibe.

Ji bo serkeftinê divê Kurd çibikin?

Divê yekem car yekîtiya xwe çêbikin, divê em dengê xwe bikin yek û hinek fikrên cûda derxin. Divê helwestek netewî ya bihêz di nava me de were avakirin. Divê em hest bi wê yekê bikin ku em xwedî netewin.  Ji ber ku kerameta me girêdayî netewa me ye. Nexweşiya Erdogan li beramberî Kurdan heye, wekî Hîtler çawan ku ji Cihuyan aciz bû. Ji bo wê divê em vê metirsiyê li ber çav bigrin û bi vê zanabûnê nêz bibin.

(şk)