Ebûbekir Heledinî: Dagirkirina şaredariyan destdirêjiya ser rûmeta Kurdan e

Endamê Rêveberiya Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê Ebûbekir Heledinî diyar kir ku pêwîste Tirkiye ji bo aştiyê pêşwaziyê li peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kilîla aştiyê ye bike û Kurd jî di vê pêvajoya awarte de bi yekgirtinê guhertina pêşwazî bikin, ji bo yekîtiyê fedekariyê bikin. Heledinî dagirkeriya li ser şaredariyên Bakûrê Kurdistanê jî wekî destdirêjiya ser rûmeta tevahiya Kurdan nirxand.


Endamê Rêveberiya Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê Ebûbekir Heledinî têkildarî peyamên dawî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê, helwesta dewleta Tirk a ji bo peyaman, dagirkerina şaredariyên HDP’ê yên li Bakûrê Kurdistanê, rewşa giştî û helwesta partiya xwe ya li beramberî geşedanan, pirsên Rojnews bersivandin.

- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gelek peyam pêşkêş kirin, lê Tirkiyeyê bi dagirkirina sê şaredariyan û êrîşên berfireh bersiv dide, nêrînên we li ser vê yekê çiye?

Diyare Birêz Ocalan weke têkoşerekî bi ezmûn weke rêberekî rasteqîn ev peyman dane. Divê ev peyman li ser du astan pêşwaziyek germ lê were kirin. Yekem, li ser asta dewleta Tirk, ji ber ku wê şer ragihadineye. Divê Tirkiye pêşwaziyek germ li vê peymanê bike. Careke din deriyek çareseriya aştiyane veke. Ev hemû riyên leşkerî ku dema borî serî lêdabûn û li ser demokrastiyê destdirêjî bûne, rawestîne.

Aliyê duyemîn, ji KCK'ê yan ji  PKK'ê pêk tê. Divê ewane jî rêbaz û peyamên Birêz Ocalan bi cih bînin. Ji ber li Bakur kîlila çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e. Li Bakur dawîbûna şer û xwînrijandinê bi azadbûna Birêz Ocalan destpê dike. Guhdarkirina van pêşniyar û riyên çareseriyê ji bo xizmeta gelên Tirkiyeyê û xizmeta aştî ya li Rojhilata Navîn e ku dikare şer li herêmê kêm bike ye.

- Sedem çiye dewleta Tirk li şûna ku gavan ji bo çareseriyê bavêje, şer berfireh dike û şaredarên Bakur dagir dike?

Tişta ku peywendî bi destgirkirina (girtin) serokên şaredariyan û dûrxistina wan ji kar hebû ewe ku li dijî demokrastiyê darbeyek mezin bû. Ji ber ku ew serokên şaredariyan bi dengê gel û di pêvajoyek demokratîk de hatin hilbijartin. Lewma ev ne tenê destdirêjiya li ser çend serokên şaredariyane, belku li  Kurdistanê destdirêjiya li ser rûmet û îradeya gele û li Tirkiyeyê demokrasiyê paş dixîne.

Ev rêbazên şer ku Tirkiye îro çi li Başûr, Bakur û çi jî di sînordarkirina azadiya ramanê û demokrasiyê de serî lê dide, çareserî nîn e. Dewleta wisa dizane ku tenê riya çaseriyê leşkerî ye. Lê sed salene ev rê ceribandine û ji derveyî malwêranî û şer, darbe û xwînrijandinê tiştek din bi xwe ne aniye. Lewma pêwîst bû ders ji paşerojê bigirtiya.

- Tê gotin ku ji derveyî Bakurê Kurdistanê niha Tirkiye Başûrê Kurdistanê jî hedef digire û di vê çarçoveyê de berpirsên Tirkiyeyê li gel Bexdayê jî hevdîtinan dikin, nêrîna we li ser vê çiye?

Mixabin, heta niha li herçar parçeyên Kurdistanê mafê gelê Kurd înkar dike. Ev jî derkete holê ku ezmûnên wê şikestin, lê îrade û xwesteka gel her biser keft. Tişta ku Tirkiye dike ewe ku dixwaze sûd ji enerjiya Herêma Kurdistanê bigire, ji ber ku niha aboriya wê di krîzê de ye. Dema borî gelek sûd jê dît ku peywendiyên wê li gel Herêma Kurdistanê baş bûn. Yekem Tirkiyeyê sûd jê di dît, piştre Herêma Kurdistanê. Tirkiye dizane ku Iraq dewletek hatiye pejirandin û xwedî serweriye lewma li gel danûstandina dike.

- Piraniya partiyan daxwaza yekîtiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî dikin, Mesûd Barzanî jî li Balekayetî eşkere kir ku naxwaze êdî xwîna Kurd bi destê Kurdan were rijandin, lê ji ber çi yekîtiya neteweyî pêk nayê û astengî çine?

Heta niha yekîtiya neteweyî neketiya çarçoveya pêkanînê û di dirûşmeyan de maye. Di salên borî de partiyên her çar parçeyên Kurdistanê civiyan û li ser lidarxistina kongreya neteweyî lihev kirin. Lidarxistina kongreya neteweyî pêngava yekeme ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî. Ji ber ku di wir de dikarin rolan parve bikin.

Pêwîstbû partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê amadekariyên baş ji bo guhertinên herêmê bikirana. Ji bo ku Kurd van guhertinên li herêmê rû didin bi lawazî pêşwazî nekirn, divê bi hebûnek bihêz biçin.

Li gorî nêrîna min, sedema ku heta niha yekîtiya neteweyî çênebûye, berjewendiyên teng ên hizbîne. Her partiyek ne amadeye bi xwe bedel bide. Ji bo van dirûşmeyên yekîtiya neteweyî pêwîstî bi rastbûn, dilnizmî û xwenewîstiyê (fedaîtî) heye.

- Erka Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî û pêşîgirtina dagirkeriyê çiye?

 Parlamentoya Kurdistanê bi komek erkên xwe rabûye. Weke mînak, biryara parlamentoya Kurdistanê heye ku divê hêzên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Di dema 4'emîn a parlamentoya Kurdistanê du yasayên girîng derketin. Yasa piştgirîkirina li kantonan û piştgirîkirina îradeya gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bû. Herwiha şandina hêzên pêşmergeyan ji bo Kobanê bû. Gelek biryarên baş dan. Weke yasa û biryarên ku li Başûrê Kurdistanê pêk hatin, lê parlamentoya Kurdistanê di nava vê jîngeha siyasî de tevger dike ku gelek caran hêza desthilat a serdest rê li pêşiyê digire ku bi rola xwe ya dîrokî rabe. Pêwîstbû navenda biryarên çarenûsaz bûya. Lê, mixabin parlamento dîl girtiye, ji ber ku hêzên siyasî yên desthilatên Kurdistanê rê li parlamentoyê digre ku bi rola xwe rabe. Di hemû rewşan de jî parlamentoya Kurdistanê berpirsyartiyên dîrokî dikeve li ser milan. Nabe temaşekerê rewşa şerê li herêmê be.

'Azadiya Ocalan kilîla çareseriyê ye'

- Qala vê yekê tê kirin ku Mamosta Salahedîn Bahedîn dixwaze navbeynkariya Tirkiye, Kurdên Bakur  û PKK'ê bike, ev hewldan di çi astê de ye?

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê weke hêzekî bi bandor  û hêzekî aştîxwaz li hemberî reşwa ku çi Başûrê Kurdistanê çi jî parçeyêndin heye  hest bi  berpirsyartiyên nîştimanî kiriye. Baweriya me wiha ye ku ji hêzên aştîxwaz re vebijarteka demokratî wê ya herî baş be. Wê riyên ewlehî û leşkertiyê nebe çareserî. Ji ber ku sed salên borî ji derveyî wêranî tiştek din bi xwe re neaniye. Ji bo vê jî Yekgirtûya Îslamî di vê demê de dest bi hewldanê xwe kiriye. Riyên xwe yên dîplomaniyê û peywendiyên xwe çi li gel hêzên Başûr û çi ji hêzên parçeyên bi kar tîne. Hemû car di serdanên xwe de li gel dewleta Tirk tekezî li vê yekê kiriye ku divê riya çareseriya aştiyane li ser bijardeyên din serdest be û divê li Bakur înkarkirina mafên gelê me bi dawî were. Herwiha divê girîngî were dayîna demokrasiyê. Azadkirina Birêz Ocalan kîlala çareseriya van pirsgirêkane. Ji ber ku Ocalan sembolek neteweyî ye. Dikare rola xwe bibîne.

Niha pêşengiya Yekgirtûya Îslamî ya nû bangkirina partiyên Kurdistanî ye ku ji bo ku li gel partiyên Kurdistanê li vî welatî şer bêdeng bike. Hêvîdarin ev pêşengtiya Yekgirtû were pêşwazî kirin. Ji ber ku em hemûyê jê sûd bigirin, dema ku alîkar bin û aştî bi ser bikeve.

- Niyeta we heye ku pêngava xwe kengê destpê bike?

Pêngava me weke veguhertina nêrîna destpê kiriye. Me niyet û îradeya xwe ji bo beramberî xwe eşkere kiriye ku dem  derenge, dem windakirin di berjewendiyê me de nîne. Ger lez nekîn, wê keştî bin av bibe, dema ku binav bû wê hemû kesên têde zererê bibîne. Ev rewşa ku heye, rewşek neasayî ye. Çi destwerdanên li Başûrê Kurdistanê û rojane bombebaran kirin, kuştina xelkê sivîl, çi jî ew pêşketina di navbera PDK û PKK'ê de heye, çi jî ew reşwa ku li Bakurê Kurdistanê keye ku roj bi roj azadiya ramanê sînor dar dikin.

Ev hemû  rewşên neasayîne û mijarên peywendîdar jî hene. Mînak, dosya Kerkûkê, Şengal û dosya jenosîda Êzidiyan, ev hemû li ser asta nîştiman û neteweyî berpirsyartiyê têxe li ser stûyê me ku divê zû van guftûgoyan destpê bike.

'Ji derveyî aştiyê ti alternatîfeke din nîne'

- Li gel berpirsên Tirkiyeyê û PKK'ê we qet danûstandinek zemînî pêk aniye?

Berdewam me peyam ji bo wan jî şandiye. Yekgirtû ji bo vê mijarê li gel PKK'ê û Tirkiyeyê li ser xetê ye. Me rolake aştîxwaz dîtiye û nirxê wê çi be, wê ev rola me berdewam bike. Li gorî me, ji derveyî aştiyê me ti alternatîfeke din nîne. 

(ab)