Ehmed Karamûs: Hemû alî bi erênî nêzî hewildanên ji bo yekîtiya netewî dibin

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs behsa hewildanên KNK’ê yên vê dawiyê kir û got; “Piraniya aliyên siyasî yên Kurdî bi keyfxweşiyek mezin pêşwazî li hewildanên me yên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî dikin. Her wiha dixwazin di dema pêş de jî konferansek li ser heman mijarê pêkbînin.” Karamûs da zanîn wan daxwaza hevdîtinê ji rayedarên PDK’ê jî kirine lê heya niha bersiva wan nedane.


Ji roja 1’ê Kanûnê ve şandeya KNK’ê ji bo danûstandinên li gel partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kirine. Şandeyê heya niha li gel partiyên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê civiyane. Naveroka civînan jî li ser êriş û metirsiyên li ser Kurdistanê û giringiya yekîtiya netewî ya Kurd in.

Ehmed Karamûs serokatiya şandeya KNK’ê dike, Ehmed Karamûs di kongreya dawî ya KNK’ê de ku di 19-20’ê Mijdarê de li Londonê pêkhat de li gel Zeyneb Murad wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin. Wek Rojnews’ê me hevpeyvînek li gel Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs li ser hewildanên KNK’ê yên ji bo yekxistina helwesta Kurda, helwesta aliyên siyasî û astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreya netewî hene, pêkanî.

‘Li dijî Kurdan şerek topyekûn hatiye destpêkirin’

Birêz Ehmed Karamûs di kongreya dawî ya KNK’ê de hun wek hevserok hatin hilbijartin û di heman kongreyê de biryar hate girtin şandeyek ji bo hevdîtina li gel partiyên herçar parçên Kurdistanê were pêkanîn. We vê rêzehevdîtinên xwe çawan pilankir?

Ev ne tiştek nû ye ku şandeya KNK’ê bi vê erkê radibe. KNK erk, kar û xebata wê ji bo yekîtiya netewî ya Kurda ye. Di van du salên dawî de bi taybetî piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, êrîş û metirsiya dewleta Tirk gihişt asta herî metirsîdar. Ev êriş li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê xist di warê pêkanînê de. Em ji armanca dewleta Tirk famdikin ku şerekî topyekûn li dijî Kurda daye destpêkirin. Ev yek metirsiyê li ser destkeftiyên gelê Kurd dide çêkirin. Heta hebûn û tinebûna gelê Kurd jî di jêr metirsiyê de ye.

Ev mijar di kongreya KNK’ê de hate nirxandin, biryar hate girtin li gora vê rewşa siyasî û jeopolotîk a li Rojhilata Navîn heye, şandeyek ji bo danûstandinên li gel partiyên her çar parçên Kurdistanê were avakirin. Da ku ev şande guh bide helwest, nirxandin û nêrîna aliyan li ser qonaxa ku em niha têde derbasdibin.

‘Divê bi kirdarî tedbîrên pêşwext ji bo rûbirûbûna metirsiyan were girtin’

Yanî ev hevdîtin û civîn tenê guhdarkirina aliyane yan jî hûn dixwazin di pratîkê de jî encamên wê hebe?

Serdanên me wê ji bo vê qonaxê bi çend pêngavan be. Ev serdan û civîn jî ne tenê ji bo nêrîna hevdû girtinê ne. Di heman demê de divê di kirdarî de jî tedbîrên pêşwext ji bo rûbirûbûna metirsiyan were girtin. Tedbîrên pêşwext jî pêkanîna yekîtiya netewî ye. Em giringiyek zêde bi pêşxistina helwesta netewî di nava aliyên siyasî de didin.

‘Bêy veto me serdana hemû aliyan kiriye’

Hun nêzîkatî û pêşwaziya aliyên ku heya niha we serdana wa kirine, çawan dinirxînin?

Ger em Başûr wek mînak bigrin dest, bêy veto ji bilî PDK’ê me serdana hemû aliyan kiriye. Me daxwaza hevdîtinê ji wan jî kiriye, lê heya niha bersiva me nedane. Heta me li gel beşek ji sazî û dezgehên sivîl, kesayet û eşîran jî hevdîtin pêkanîne. Piştî partiyên Başûr me dest bi hevdîtina li gel partiyên  Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye. Hemû alî jî bi erênî pêşwaziyê li hewildanên me dikin.

Hinek hestiyarî û nakokî di nava hinek aliyên siyasî de heye, wek KNK em vê yekê jî wek erkê xwe dizanîn ku em van aliyan bînin cemhev, alozî û nakokiyên wan çareserbikin. Van aliyan jî bi kêfxweşî vê pêşengtiya me qebûlkirin. Bê guman qonaxa piştî vê jî em ê bigihin encamên hîn baştir.

‘Em difikirin konferansek netewî û giştî li ser asta bilind lidarbixin’

Ger di dema pêş de civîn yan jî konferansek pêkbê, aliyan amadebûna xwe nîşandane ku ewê beşdarbibin?

Em difikirin konferansek netewî û giştî li ser astek bilind lidarbixin, ji bo em bikarin astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî rakin. Heya nakokiya di nava aliyên siyasî de neyê çareserkirin zehmete kongreyek netewî were lidarxistin û bikare hemû hêza li jêr sêwana xwe de bicivîne.

‘Rê nedan em derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin’

Şandeya we ji bo serdana aliyên her çar parçan bike hatiye, hunê serdana aliyên Rojavayê Kurdistanê bikin?

Bê guman Başûr û Rojava di yek astê de bûn ji bo em serdana wan bikin. Hêviya me xûrt bû wek şandeya KNK’ê em serdana Rojavayê Kurdistanê bikin. Lê mixabin astengî ji bo şandeya me hat derxistin û rê nehat dayîn em derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Kê rê neda hûn derbasî Rojava bibin?

Bê guman desthilatdariya Başûr rê neda.

‘Heya niha hevalên PDK’ê bersiva daxwaza me ya ji bo hevdîtinê nedane’

Çima desthilatdarên Başûr ji were astengiyê derdixin ? Çima Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê pêşwaziyê li we nake?

 Divê çapemenî vê pirsyarê ji wan hevalan bike ka çima astengî derdixin û pêşwaziya me nakin. Bi rastî jî min dixwest serdana birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bikim û bi taybetî jî bi wesîleya destbikarkirina Kak Nêçîrvan û Kak Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li wan bidim. Me bi nivîskî daxwaza hevdîtinê ji wan kiriye û nûnerê KNK’ê yê Başûr jî bi heman armancê serdana wan kirye. Lê heya niha wan hevalan bi ti awayek bersiva daxwaza me nedane ka ji ber çi naxwazin li gel me rûnin.

Em bi sebrin û li hestiyara li cem hinek aliyan heye têdigihin. Lê em ê ji hewildan û stratejiya xwe bi paşde gav neavêjin, em hêvîdarin ev alî jî li gel me de bicivin û rêya diyalogê vekin. Ji bo em bi hevre giftûgo bikin, nakokî û hestiyariyên li beramberî hevdû de kêmbikin. Ji vê zêdetir ti daxwazek din a me tineye.

‘Divê ta radeyek fikra hestiyariya dijmin bikin û liberçav bigrin’

Li gora we ev nêzîkatî ziyanek çawan bi yekîtiya netewî digihîne?

 Ez ti ziyanek di pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurda de nabînim, lê di çi astek û bi çi şêwazek? Ev mijarek ya runiştin û li gel aliyan ya giftûgokirinê ye. Berjewendiya gelê Kurd û Kurdistanê di yekîtiya netewî da ye. Raste divê em hemû hestiyariyên welatên derdor bibînin. Lê divê heya çi astek fikra hestiyariya dijmin bikin û li berçav bigrin? Dema ku dewleta Tirkiye êrişê Rojava kir cenabê Mesûd Barzanî peyamek belavkir û piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava nîşanda. Li dijî vê peyamê Erdogan li pêş çapemeniyê bi aşkere bi bêrêziyek mezin gef li Kak Mesûd xwar û got, îro Rojavaye sibe dora te ye. Erdogan li dijî hebûna gelê Kurde. Dixwaze Kurd wek koleyan li ber destên wî bin. Ger ev hestiyariya dijmin be, çima em Kurd ne xwedî hestiyarîbin li beramberê dijmin?

Yanî gumana we heye ev pêşwazînekirina we ji aliyê hinek aliyan ve, destên ji derve di pişt de hebe?

Bê şik û guman destê dewletên derdor hene û naxwazin em Kurd yekîtiya xwe pêkbînin.

‘Hemû alî vê yekê baş dizanin, çima nayên cem hev?’

Helbestvan Cegerxwîn dibêje, ger nebin yek em ê herin yek bi yek, ger îro jî Kurd nebin yek, wê yek bi yek herin?

Bê guman ev yek ji mijarane ku em li gel aliyan giftûgoyê li ser dikin. Ev xalek bingehîne. Ev mijar di kongreya me ya dawî de jî hate destnîşankirin. Me dît ku ev hest li cem hemû aliyan heye, madem hemû alî vê yekê baş dizanin, çima nayên cem hev? Di hinek aliyan de bihevre pêngavan bavêjin. Di ti qonaxan de Kurda wek qonaxa niha nebûne xwedî piştgirî. Heya welatên cîhanê jî ji mere dibêjin pêwîste hun Kurd yekîtiya xwe pêkbînin. Ev hem daxwaza gelê me ye hemjî daxwaza kesayet, rewşenbîr, dost û hevrêyên me ye.

(şk)