Elî Heme Salih: Ji ber bandora Tirkiyeyê parlamento dijî dagirkeriyê bêdenge

Serokê fraksiyona Tevgera Goran da zanîn ku Tevgera Goran diyarkir ku ew weke Goran êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û hertim li dijî dagirkeriyê xwedî helwestin. Herwiha da zanîn ku ji ber bandora hizba PDK û YNK’ê li ser serokatiya parlamentoyê heye, nikare helwestek tund dijî dagirkeriyê nîşan bide.


Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Heya niha di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herwiha dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî dewam dike. Herî dawî artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê komkujî pêkanî. Li ser vê mijarê serokê fraksiyona Tevgea Goran Elî Heme Salih ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê ji Rojnews re  axivî.

Elî li ser helwesta fraksiyona tevgera Goran ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk da zanîn ku Goran her tim li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê xwedî helwest bû û êrîşê şermezar kiriye.

Serokê fraksiyona Tevgera Goran li ser bêdengiya parlamentoya Herêma Kurdistanê a li dijî dagirkeriyê  got; “Bêdengiya parlamentoyê xwe dispêre wê ku hebûna dewleta Tirk û Îran li ser hemû serokatiyên herêmê, hikumet, parlamento, YNK û PDK’ê heye. Daxwaza me weke frasiyona Goran û beşek xelkê Kurdistanê, di ragihandina li ser dagirkeriya dewleta Tirk de hatî belavkirin de nebû. Li gorî me bandora hizba YNK û PDK’ê li ser serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê heye, ji bo vê jî nikarin xwedî helwestek tûnd be.”

(nr)