Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî diyar kir ku Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike û ji bo vê pêngavê jî malbata Barzanî hevkariya wê dike û got: “PDK bi tenê dijîtiya PKK’ê nake, belku ji destpêkê ve neveşartiye ku beşek ji împaratoriya Osmaniya nû.”
Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bersiva pirsên Rojneews’ê da.
- Gelo armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê tenê PKK ye?
Na, ji ber ku Tirkiye xewn û xeyalek zêde heye û armanca van êrişan ne PKK û Qendîle. Eger wiha bûya, pêwîst nedikir, biçin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û li herêma Efrînê wêrankariyê bike. Belku dixwazin Herêma Kurdistanê ku bi xwe jêre dibêjin ‘bakurê Iraqê’ dagir bikin. Mixabin ji bo vê pêngavê jî malbata Barzanî hevkariya wê dike.
- PDK ji bo çi hevkariya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dike?
PDK bi tenê dijitiya PKK’ê nake, belku ji destpêkê ve neveşartiye ku beşeke ji împaratoriya osmaniya nû. Weke mînak, eger temaşeyî wêneyê serdana çend rojên borî ya Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan û Serokê MÎT’ê bikî, hûnê vê bibînin şêwazê rûniştin û zimanê bedena wî ji me re dibêjen: mîna qaymeqam yan jî wezîrek xwe danûstandin li gel kiriye û li jêra xwe, ji xwe dûr çend metreyan daniye. Di heman demê de çend rewşenbîrên kole û bi navê parlamenterê PDK’ê bi awayek asayî vê dibînin û parastina wê dikin.
- PDK çiqas piştgiriya welatiyên Herêma Kurdistanê dike?
PDK tenê bi riya wezîfe û pere îmtiyaza rewşbîrê Kurd kiriye û li beramber de jêre diholê lê didin. Eger na, PDK piştgiriya welatiyên Herêma Kurdistanê ji dest daye û nîne. Heta rûniştvanên Herêma Kurdistanê li dijî van zextan in ku partiya Barzanî li ser gerîla û Qendîlê dike.
- Gelo wê dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi ser bikeve?
Her sal di demsala biharê de artêşa Tirk bi navê operasyonê tê û êriş dike li çend qadên Herêma Kurdistanê û hinek gulebaran dike, ziyanê digihîne çend gund û baxçeyên welatiyan. Lê, gerîla li hember derdikeve û dişkêne. Her duh şev bû, hêzên gerîla êrişa dewleta Tirk şikand û her cara ku Tirkiyeyê êriş kiriye, piştre dîtiye ku şênî piştgiriya gerîla dikin. Tirkiye bi rûreşî vegeriyaye li ser xaka xwe, li ser şikestina xwe ti daxuyanî nedaye.
- Gelo wê ev siyaseta dijminkariya PDK’ê ya li hemberî Kurdistanê û partiyên şoreşger berdewam bike?
Berdewambûna van hewldanan ne bi destê PDK’ê bi xwe de ye, ji ber ku sultanê wê fermanê diditê ku vî karî berdewam bike. Di vê mijarê de guman nîne. Ji ber ku malbata Barzanî bi kirdarî îspat kiriye ku ti dildoziyek wan ji bo welatiyên Başûrê Kurdistanê nîne. Berevajî hemû hewldanên wê ji bo vê yekê ye ku biçin xizmeta sultanê wan bike. Ji bo vê armancê jî zû bi zû diçin Tirkiyeyê û li ber sultanê xwe dirawestin û jêre dibêjin, fermana we çiye? Ev jî nîşan dide ku PDK xizmetkarê dijmine û li vir jî aktîvîst û rojnamegeran digirin.
- Ew rewşa Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk a dagirker heta kengê were qebûl kirin?
Heta wê dema ku jêre qebûl dikin ku îtiyaza rewşenbîran li dijî gavên PDK’ê berdewam bin, lê mixabin rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi erka xwe narabin û beşek ji wan dikin parlamenter. Di demekî ku hêza wan jî nîne û rojane em bi çavê xwe vê rastiyê dibînin. Beşek ji wan jî bûne çavkaniya henekirina xwe, ji ber ku hemû karê wan bûye hatin û çûn, bi xwe bi destxistina pere û wezîfeyan ve mijûl in.
- Gelo Seroka Parlamentoyê û heta parlamenter di rewşek wiha de bi rola xwe rabûne?
Rastî PDK û palamenterên wê bi qasî poz bilind bûn, ti hesab ji bo serokatiya Parlamentoyê û heta parlamentoyê jî neke. Ev sê sal in vê parlamentoyê civînek derbarê pirsgirêka welatiyan de nekiriye û eger ez bûma, li şûna seroka parlamentoya bûma min ê dest ji kar berdaya. Ji ber ku heqaretê lê dikin.
- Divê helwesta rewşenbîran û aliyan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê çibe?
Ezmûnên çend salên borî nîşan da ku yên tiştek nîne û pêşandan ku ji bo çend dînarekê ku hata neftê dizin, dahata navxweyî û aliyên pê bazarganiyê dikin, ewane bêdeng kirine. Mixabin beşek ji wane berê pêşbaziya PDK’ê dikirin, niha ji ber pereyan ji wan distîne bûne xizmetkarên wan û heta beşek ji wan kesan ku li dijî Barzanî dihatin naskirin, niha bi bilind radikin û parastina wan dikin. Divê ev hemû bizanibin Barzanî wê wateya riya xwelîseriya Kurd. Ji ber ku îro ji bo PDK’ê asayiye axayê wê li Tirkiyeyê be, lê sibe axayê wê li Îranê be.
- Divê helwesta welatiyan çibe?
Li gorî min, welatî û cıvata xelkê Kurdistanê ji ber sedema nedana mûçe û nebûna ceyran û giraniya sûtemeniyê wê di dawiyê de mîna Tunis dengê nerazîbûnê bibin be. Lewma çêbûna pêla nerazîbûna welatiyan nêzîke.
- Saziyên ferî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê weke hikûmet, parlamento û serokatiya wan ji bo çi di vê rewşê de bêdeng in û ti helwesta wan nîne?
Ev tiştek zelale ku ewane nikarin bibin xwedî helwest. Ji ber ku ewane beşek in li desthilata mala Barzanî ne û bêyî malbata Barzanî nikarin. Lê hêviya min ji welaityan heye û rojane dibînin ku welatî nerehetin li hemberî xerabkariyên desthilata ya gihîştiye lûtkeyê.
(ab)