Emîn Bekir: Ji ber nebûna yekgirtinê Kurd ji guhertina destûrê ditirsin

Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir diyar kir ku daxwaza guhertina destûrê ne daxwaza xwepêşanderane û got ku partiyên siyasî dixwazin bikin daxwazên wan û got;"Partiyên Kurdan ji ber nebûna yekgirtinê û gendeliya xwe ji guhertina destûrê ditirsin. "


Şêwirmendê Serokê Parlamentoya Iraqê û parlamenberê berê yê Iraqê Emîn Bekir, têkildarî  xwepêşandanên li Iraqê, mutemela guhertinên ku li Iraqê ji ber xwepêşandana pêk werin, guhertina destûrê û çend mijarên din bersiva pirsên Rojnews'ê da.

- Nêrîna we li ser xwepêşandanên Iraqê çiye? Sedema xwepêşandanan ji çine?

Peywendiya xwepêşandanan bi rewşa xerab a Iraqê ve heye. Di warê gendelî, bêkarî û çend sedemên din de. Herwiha sedemek din ewe ku hejmara şêniyên Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye. Bi awayê ku ji sala 2005'an û heta niha 10 milyon kes zêde bûne. Bandoriya vê li ser nebûna derfetên kar hebû. Hikûmetê nekariye xizmetguzariyê zêde bike û derfetên kar peyda bike. Herwiha gendelî jî gelek berfireh jî heye. Bi taybet hinek partiyên li saziyan de, hinek partî dixwazin bibin partiyêm muqedest. Hinek partî jî dixwazin paşnavê muqadest bi kar bînin, bi Heşdî Şebî ve, ji bo ku kes nekarin destkariya wan bikin.

- Başe ew xelkên xwepêşandanan dikin, alîgirên wan partiyan in?

Hilbijartinan, bi taybet hilbijartinên dawî, ji me eşkere kir ku alîgirên van partiyan ne gelek in. Piraniya xelkê nerazîne. Gelek carên din jî xwepêşandan kirine. Lê, weke vê carê nekarine berdewam bikin. Ji bo lidarxistin û berdewamkirina xwepêşandanan destê derve û sedemên hundirîn hene.

'Îran dixwaze Iraqê bike  dewletekî komarî ya weke xwe'

- Ew hêzên derve yên ku dixwazin rewşa Iraqê têk bidin kîne, weke mînak qala hewldanên Îran û Amerîka jî tê kirin?

Rola Îranê têde nîne. Berjewendiyên Îranê di vê yekê de ye ku Iraq aram be û tişta ku ew bi xwe dixwaz were kirin. Weke mînak, Îran dixwaze Iraqê bike dewletek komarî ya weke xwe û rola merceîyet têde serdest be.

- Ango kî xelkê diherike qadan?

Piraniya sedeman ewe ku xelk bi xwe li dijî gendeliyê ne. Lê, bandoriya ragihandin û rêxistinên civaka sivîl jî heye.

- Mebesta min destên derve bû.

Yên li dijî Îranê ne. Ango Amerîka û Erebistana Siûdî, Îmarat û bi taybet jî Îsraîl e. Ji ber ku ev şerê şêniyê ye. Lê nabe vê ji bîr bikin ku piraniya sedeman sedemên hundirînin û daxwazên rewa yên xwepêşandanan in.

- Hinek hêzên siyasî ku bi xwe beşdarî gendeliyê bûne, diyar dikin ku piştgiriyê didin xwepêşandanan. Weke mînan Tevgera Sedir û Mûqteda Sedir bi xwe diçin li gel xwepêşandanan gelo xwepêşander vê hest vi vê nakin?

Xwepêşandan vê dibînin. Daxwazê dikin ku Sedir tevlî pêla xwepêşandanan nebe. Lê, ev nayê wê wateyê hebûna Sedir di nava xwepêşandanan de negirînge. Niha aliyan bi taybet aliyên şîe, ewqas xema wê dene ku Sedir di nava xwepêşandanan de ye û ew enî girtiye. Ewqas xema cemawer de nîne. Ji ber ku ev hêz bi hêzê tevger dike. Eger cemawer hêz nebe, dibe ku êrişî bikin ser.

- Xwepêşandan daxwaz dikin ku Serokwezîr Adil Ebdulmedhî îstifa bike, gelo bi rastî pirsgirêka Iraqê Adil Ebdulmehdî ye?

Weke şexs na, Adil Ebdulmendî li piraniya siyasetmendaran paqijtire. Lê nîzama siyasî gendele. Adil Ebdulmehdî jî nikare bi xwesteka xwe wezîr, rêveber û kesên din ji bo wezîfeyan diyar bike û biguhere. Rola van hemûyan heye. Lewma reform tenê bi Adil Ebdulmehdî nabe.

- Gelo ger hikûmeta niha ya Iraqê were hilweşandin wê hikûmetekî bihêztir were avakirin?

Niha metirsiya Şîeyan heye ku eger ev hikûmet hilweşe, hemû sîstema siyasî birûxe. Herwha ji vê yekê ditirs ku desthilatdarî ji destê Şîeyan derkeve. Yan jî tirsa wan ewe ku desthilat bikeve destê leşkerî û weke Sûriye lê were. Di rewşa herî baş de ji Lubnanê baştir nabîn ku partiyek weke hizbûlahê têde hatiye avakirin û şêniyek zêde li Lubnanê heye. Ango ger ev rewş bi aştiyane neyê çareserkirin, wê gleek metirsîdar bibe. Lewma tişta herî baş a xwepêşander bikin ewe ku di hikûmetê de reforman bikin. Herwiha daxwaza hilweşandina Heşdî Şebî bikin. Ji ber ku tişta ku ew dixwazin, bi hilweşandina hikûmetê û nîzama siyasî welat ber bi şerekî navxweyî dibe.

'Daxwaza guhertina destûrê, nedaxwaza xwepêşanderane'

- Yek ji daxwazan guhertina sîstema siyasî û destûrê ye, li gorî we ev daxwaz wê li ser Herêma Kurdistanê bibe metirsî?

Daxwaza guhertina  destûrê, ne daxwaza xwepêşanderane. Daxwaza hêz û aliyên siyasî ne ku dixwazin bêxin li ser zimanê xwepêşanderan. Sunne dixwazin ji bo berjewendiyên xwe hinek xalan di destûrê de bi cih bikin. Bi awayekê dixwazin herêmekê ji bo çend parêzgehên xwe peyda bikin. Herwiha dixwazin yasaya Baas'ê rabikin. Lê, Şîe dixwazin sîstema siyasî ji parlamentoyê bikin komarî. Ew jî mîna Komara Îslamî ya Îranê. Ji ber ku dixwazin rola merceiyetê zêde bikin.

- Ziyanên wê j bo Herêma Kurdistanê çiye?

Di rastiyê de niha rola Herêma Kurdistanê gelek lawaz bûye. Partiyên siyasî yên Kurdan ji ber hizb hizbêtî û gendeliya xwe siyasetekî yekgirtî nîne û nekarîne parastinê li mafên ku niha di destpê de nehe biparêzin. Lewma dibe ku paşde vegerin. Pirsgirêka me bêhêziya me bi xwe ye, ne guhertina destûrê pirsgirêkek mezine.

- Li gorî ezmûnên we, vê ev xwepêşandan bi encamê bi xwe re bîne û wê siberoja Iraqê çibe?

Aliyên siyasî yên Şîe dixwazin ku yekdengiyekê li ser vê pêk bînin ku mayîna sîstemê biparêzin. Heta astekê Sedir ji bo vê razî kirine. Hinek Sunne jî dixwazin sîstem bimîne. Dixwazin xelkê razî bikin, bi hinek daxwazên ku xelkê bi xwe navên. Weke mînak, xelk guhertina destûrê naxwazin. Îhtimal heye ku daxwaz bikin ku hikûm bêxin destê leşkerî de. Yan jî hilbijartinên pêşwext. Eger bikarin Sediriyan ji xwepêşandanan dûr bixin, wê demê wê li dijî xwepêşanderan hêzekî zêdetir bikar bînin. Wê li çend heremên teng de dorpêç bikin, heta ku bêzar dikin.

- Lê hefteya borî Serokkomar ragihand ku Serokwezîr amadeye dest ji kar berde.

  Aliyan lihev kiribû ku Adil Ebdulmehdî dest ji ber berde, lê destwerdana hinek aliyan û heta hinek aliyên navneteweyî niha gav paş de avêtine.

- Ango îstifa nake?

Niha di bernameya wan de nîne.