Gulpî: Pêdiviya Başûr bi sîstema Rojavayê Kurdistanê heye

Çavdêrê siyasî Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku ji ber desthilata malbatî û xweferzkirina hizban xelkê Başûrê Kurdistan bêhêvî bûye. Gulpî destnîşan kir ku pêwîstiya gel bi guherînê heye û got; "Hêviya xelkê bi sîstema Rojavayê Kurdistanê heye û dixwaze ev sîstem derbasî Başûrê Kurdistanê jî bibe."


Çavdêrê Siyasî Dr. Fayiq Gulpî derbarê pirsgirêkên siyasî, civakî yên Başûrê Kurdistan û astengiyên li pêşiya demokratîkbûna sîstema herêmê de pirsên Rojnews bersivand.

 

 

-Gelek kes dibêjin ku pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê, ji ber nebûna demokrasiyê derdikevin, fikra we li ser mijarê çiye?

Pirsgirêka me ya sereke li Herêma Kurdistanê ewe ku piştî raperînê heya niha destûreke me ya bingehîn nîne. Ew welatên ku têde guhertin tên kirin, yekem karê wana ewe ku ji bo welatê xwe destûrek datînin. Ji bo mînak, piştî rûxîna rejima Sedam Hisên, Amerîkayê wekî karê yekem destûrek nû ji bo Iraqê danî. Rojavayê Kurdistan ku beşeke ji Suriye yê li ber çavan e. Yek ji karên wana yên destpêkê ewbû ku peymana civakî nivîsin. Welatên din jî yên weke Sûdan, Misir û Cezayîr hemû bi destûrê kar dikin. Ger destûrên wana ne demokratîk bin jî tên guhertin. Li vir li Herêma Kurdistanê destûr nîne. Çi heye? Civînên hizbî û birayarên hizbî cihê destûrê digirin.

- Yanî li Herêma Kurdistanê qanûn li ber çavan nayên girtin?

Destûr nîne, yasa nîne, dema destûr nebe jî valatî çêdibe. Weke mînak niha li cihê destûrê civînên polît bûroyên siyasî yên hizban û civînên serokên hizban hene. Destûr biryarên serokên hizbane, ji bo mînak niha pirsgirêkek di navbera PDK, YNK û Goran de li ser mijara ka wê çend cîgirên serokê herêmê hebe çêbûye. Ger me destûr heba wê di destûrê de ev yek hatiba eşkerekirin. Lê belê ji ber ku li Herêma Kurdistanê destûr nine, hizb, kes û malbat hikûm dikin.

- Çima destûra bingehîn nayê nivîsîn?

Ger destûr hebe wê maf û erkê aliyên cûda were diyar kirin, lewre nahêlin destûr hebe. Gel çi maf û erkek heye li hemberî welatê xwe? Ev desthilat çi mafek û çi ereükek heye li beramberî gelê xwe? Divê derê de ji ber ku destûr nine, desthilat hatiye mafekî zêde zêde yê aborî, siyasî û hunerî bidestxistiye, lê mafê gel binpêkiriye. Ji bo mînak, ew kanalên ku niha hene hemû yên hizbanin. Di welatên pêşketî de hizb kanal nine, li vê derê aborî hemû di destê hizban de ye. Ew kesên ku tevlî desthilatê dibin jî divê hemû alîgirên hizbî bin. Ev yek ji sedeman ku mirov dikare bêje demokratî nine. Xalek din heye ku mirov dikare bêje sazî ne serbixwe ne, ev pênc mehin hilbijartin hatine kirin, guhê parlementeran hemû li ser hizbên wana ye. Ger berjewendiyên hizba wana nebe tu pêngavek navêjin û biryarek nadin, beşdarî civînan nabin. Parlamento, hikûmet, yasa û ragihandin hemû ji aliyê hizban ve tên kontrolkirin.

- Wê demê li Herêma Kurdistanê çawa ev destkeftî çêbûne û çawa dikarin werin parastin?

Ev destkeftên heyî me ne bi hêza xwe bidest xistine, di encama xeletiyên dijminên me de hatine bidestxistin. Rejima Sedam Hisên Herêma Kurdistan kîmyabaran kir, şerê Iraq û Îranê lidarxist, mafên gelê Kurd ne pejirand, Kuwêt dagir kir, li dijî destûrên navnetewî tevger kir. Ji ber vê yekê dijmin ji xwe re çêkir. Ev yek jî sûdê gihand me. Niha jî Iraq, Îran û Tirkiye xalên wana yên lawaz hene, lê em ne ewqas bihêzin ku ji xalên lewaz yên dijmin sûd wergirin.

-Hun bawer dikin ku wê hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi derxistina destûreke bingehîn çareser bibe?

Ji bo guhertinê ji me re du tişt pêwîstin, yan reform yan şoreş. Reform yan divê desthilat bi xwe bike yan jî muxelefet bike. Me muxalefet nemaye, desthilat jî divê ji ber berjewendiyên xwe hinek reforman bike. Lê, ev reform wê ne demdirêj bin. Weke mînak, li Herêma Kurdistan niha destûr were amadekirin divê hinek lîberal be, divê hinek hişmendiya xwe jî bi guherin, ev yek dikare guhertinan bide çêkirin. Ger ev yek neyê kirin, wê demê pêwîstiya me bi hişmendiyek nû û destûrek nû heye, lê ger hişmendî neyê pêşxistin nikarin kar bi vê destûrê jî were kirin. Ji ber ku hinek welat hene ku destûrek baş hene, lê hişmendiyek wisan nîne ku vê destûrê bicih bîne. Ji bo wê li Herêma Kurdistan yan divê desthilat di xwe de guhertinan bike yan jî divê hêzek şoreşger derkeve pêş û şoreş bike. Ne şerte ku şoreş bi çek were kirin. Dikare şoreş bi awayek hizrî, yasayî û siyasî were kirin ku gel jê sûd wergirin.

- Têgotin ku hizb dest daniye li ser her tiştî. Lê di heman demê de behsa çanda malbatî ya di nava hizban de jî tê kirin. Gelo çanda malbat ya di nava hizband de çi astengî li pêşiya demokratîkbûna Herêma Kurdistanê çêkirine?

Li Herêma Kurdistanê yekem car ku şoreş çêbû, Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê peşengtî jêre kir. Ev pêşengtî ji aliyê malbata Barzanî ve hate kirin. Hinek kes hebûn ji ber ku demokratbûn vê malbatê ne pejirandin û jê qutbûn.Ev qutbûn di sala 1966'an de rê li ber şerekî navxweyî û malwêrani vekir. YNK di destpêkê de li dijî binemalbatî bû. Niha YNK jî berbi binemaltî ve diçe. Heta aboriya Tevgera Goran jî di destê zarokên Newşîrwan Mistefa de ye. Ev binemalî pirsgirêka Kurd çareser nake. Li gel hişmendiya netewayetî û çareserkirina pirsgirêkên netewî ya Kurd de nagunce. Ji bona vê yek ji pirsgirêkên sereke li Başûrê Kurdistan binemal bûne. Ger me destûr hebe divê yek ji bendên wê ew be ku nabe hizb li ser bingehê binemaltî were avakirin.

- Li Başûrê Kurdistan ji bilî pirsgirêka siyasî pirsgirêkên cûda yên çînayetiyê jî hene. Her diçe ferqa di navbera dewlemend û hejaran de kurtir dibe. Ev çînayetiya heyî ziyaneke çawa dide civaka Başûrê Kurdistanê?

Desthilat nebûna destûrê ji bo wê yekê bi kartîne da ku hemû sermaye li cem xwe kombike û xelk hejar bike. Ev jî parçeyek sereke ye ji nademokratbûyînê pêk tîne.Yek ji karên herî xirab ya desthilatdariyê ewe ku gel hejar dikin û xwe dewlemend dikine. Sedemê destpêkirina şoreşa bihara Erebî jî her ew yek bi xwe bû.

Li Rojavayê Kurdistanê mînakek xweş ya rêveberiyê heye, heya çavdêrên rojavayî jî vê sîstemê wekî mînakek xweşik pênase dikin. Ji ber ku li wêderê gel desthilatdare. Herwiha hemû netewe bi awayek yeksan bi hev re jiyan dikin. Di navbera baweriyan de birayetiyek hatiye avakirin û wekheviya jin û zilam pêkhatiye. Herwiha wekî ku me di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de dît berpirs û şervan bi hevre şerê çeteyan dikirin. Ji bo mînak kurek yê Salih Muslum şehîd bû, kurê wî yê din birîndar bû. Lê kurên hinek ji serkirdeyên me heya rûxîna Sedam ji dervey Kurdistanê bûn û nedihatin Kurdistanê. Yên dinjî tu demek cihek nexweş nedîtine, ji dema ji dayîkbûne ve her berpirsin. Ji bona vê xelk li Başûrê Kurdistan ji vê sîstema hikûmranî di hemû aliyek de pir bêzar bûye. Hêviya wana zêde bi sîstema Rojavayê Kurdistanê heye.

- Çareserî çiye?

Çareserî yan bi reforman dibe yan bi şoreşê. Ya ku Goran xwest bike reform bû, lê nekarî bike. Ya li Rojavayê Kurdistanê çêbûyî şoreş bû. Ger me wekî Apociyan hêz heba me yê bikarîba li Başûrê Kurdistanê guhertinan bikin. Pêwîste sîstema Rojavayê Kurdistan were veguhestin ji bo Başûrê Kurdistan. Ji ber ku ev sîstem di hemû waran de temame.

Derfet heye ku sîstema Rojava li Başûrê Kurdistanê jî pêk were?

Du astengî li pêşiya gelê Başûrê Kurdistanê heye ku nikare xwe rêxistin bike. Ya yekem ewe ku li Herêma Kurdistanê Eniya Tirkmen ku îtîraf bi Kurdistanê nake destûra siyasî jêre tê dayîn, Selefî, Îxwanî û hemû cûre fikrên siyasî li vir destûr digirin. Îtlaata Îranê, MÎT’a Tirk, îstîxbarata Îsraîl û çi dezgehên sîxûrî û xirap hene li vir dikarin bixebitin û destûr jî digirin. Lê ew fikrê ku niha li Rojavayê Kurdistanê wicût girtiye û xwe li ser fikrên Birêz Abdullah Ocalan rêxistinkiriye, li Herêma Kurdistanê qedexeye. Ew rêxsitinên li ser fikrên Apoyî nikarin li Başûr xwe rêxistin bikin. Piştî Raperîn heya niha gelek partî li vir hatin damezrandin lê destûrê nadin wan. Eger li Iraqê destûr ji van partiyan re were dayîn jî, hikûmeta herêmê wana nasnake. Pirsgirêka duyemîn jî wê ku ew hevpeymaniyên me yên gelê Başûr baweriya wan pê heye, giliya me li wan heye. Em niha behsa nimûneya sîstema Rojava dikin û ji bo xwe esas digirin, lê biqasî peywendiya hevalên PYD ya li Başûr bi YNK’ê heye ewqas bi Tevgera Azadî, kesayetên serbixwe yên Başûrê Kurdistanê re nîne. Hevalên HDP ku em weke gel piştgiriya wan dikin,lê dema tên yekser diçin li ge Mesûd Barzanî û hwd.  Ne PYD, ne HDP û ne jî KCK li çiya li ser ew zilm û zora ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê li dijî Apociyan dike, helwesteke têxwestin nîşan nedane. Di vê demê de deriyê Tevgera Azadî girtin, ya RJAK’ê û ciwanan girtin, lê kes ti tiştek ji van pêkanînan re nekir.

(şk)