Hakim Rizgar: Ji  bo rêveberî rewa be, pêwîstî bi destûrê ye

Dadwer Hakim Rizgar Mihemed Emîn diyar kir ku li Herêma Kurdistanê destûr pêwîstiyeke û got ku desthilata siyasî beşek ji rewabûna xwe ji destûrê digire got; "Ne li Iraqê û ne jî Herêma Kurdistanê kar bi destûr û yasayê nayê kirin."


 Dadwerê li Dadgeha Herêma Kurdistanê kar dike û yek ji dadwerên beşdarî dadgehirina Serokkarê berê yê Iraqê Seddam Hisên bûyî, Hakim Rizgar Mihemed Emîn  li ser reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê û li Iraq û Herêma Kurdistanê bi destûrê karkirin bersiva pirsên Rojnewns'ê da.

'Herêmek dikare destûra xwe hebe'

- Li welatek federal çiqas guncave ku herêmekê destûra xwe hebe?

Madeya 120 ya destûra Iraqê maf daye herêman ku destûra xwe hebe. Di madeya 121'an de jî maf daye herêman destûra xwe hebe. Ji hersê desthilatên hikûmetê hene cuda navend jî hebe. Weke wan ezmûnên li hikûmetên federal ên cîhanê hene. Her herêmek dikare destûra xwe hebe. Karûbarên xwe bi rêve bibin.

'Desthilata mutleq tim li gel hikûmeta navendî ye'

- Gelo rewaye desthilatê bide herêmekê ku desthilata wê ji hikûmeta navendî zêdetir be?

Her destûrekê şêwaza xwe heye. Hinek destûr heye, piraniya desthilatê dide, hikûmeta navendî û kêm desthilatê dide herêman. Destûra Iraqê jî hinek desthilat ji bo hikûmeta navendî diyar kiriye. Di desthilatên din de hêz dide herêman. Lê, dîsan desthilatên sereke her li gel hikûmeta navendî ye.

'Ew desthilat peywendî bi siyasetê ve heye'

- Ew desthilatên mutleq yên ku dane navendê çine?

Desthilata leşkerî, aborî, peywendiyên derve û desthilata ku peywendî bi serweriyê ve heye, dayîna pasaportê û nasname desthilata hikûmeta navendî ne. Lê, bi giştî destûr naçe nava hûrewariyan de. Xetên giştî diyar dike. Weke mînak, destûr cûrê hikûm diyar dike. Ev cûrê hikûmet melikî ye, komariye, demokrasiye yan ka çi şêwazê dine. Herwiha peywendiya di nava desthilatê de diyar dike. Li Iraqê jî destûr hemû desthilatan diyar dike. Lê, di rastî de desthilata pêkanînê gelek desthilat biriye.

- Ango desthilata pêkanînê dest daniye li ser desthilatên din?

Belê, hêza sereke ji bo wê ye.

'Axaftina dawî ji bo desthilata pêkanînê ye'

- Gelo kes nikare lêpirsînê li gel bike?

Li Iraq û Herêma Kurdistanê di şikil de hemû desthilat hene. Lê, axaftina dawî di destê desthilata pêkanînê de ye. Eger cih parlamento be, axaftina xwe dike. Lê piraniya ew biyar û siyaseta ku desthilata pêkanînê dixwaze wê pêk tîne.

- Nêrîna we Ii ser destûra Herêma Kurdistanê çiye?

Dema ku Iraq hate avakirin welatekî destûrî bû. Melîk Feysel di gotara ya yekem de diyar kir ku wê meclîsekê ava bike, ji bo ku destûrê binivîse. Ji bo yasayek sereke danî. Li gorî nêrîna min û nêrîna beşek ji kesên di warê destûrê de kar dikin, Iraq piştî darbeya sala 1957'an ji qoxaxa destûrî derbasî qonaxekî nedestûrî bû. Di hemû qonaxên komarê de hebûna destûrê nîne. Ew çand li gel desthilatdarên welat û ferdên welat de çênebûye ku rêzê ji destûrê re bigirin. Ji bo desthilatê kengê firset çêbibe destûrê didin aliyekê. Weke mînak, êşkencedan qedexeye, lê êşkence heye. Ji derveyî dadgehê xelkê digirin. Li gorî destûr û yasayê ev yek nîne. Li welatekî ku êşkencekirin hebe, ew welat nabe welatekî destûrî. Welatek dikare bibe xwedî destûrek herî baş, dikare bê destûr ji mafê mirovan biparêze, lê bi mercê ku çanda baweriya bi mafê mirovan di gel ferdên çêbike.

Brîtanyayê destûrekî nivîskî nîne. Lê, weke welatê herî zêde parastina nirxan dike tê bi navkirin.

- Di reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê de tê gotin ku Kerkûk û herêmên madeya 140 beşeke ji herêma Kurdistanê gelo ev xalekî yasayî ye?

Yên reşnivîsa destûrê nivîsîne di balgirawand   zîhnê xwe de destûr ji bo dewletekî serbixwe nivîsandine. Lewma niha ewan jî ji berpirsyartiyê ditirsin. Dibêjin qala Kerkûk û herêmên din nekin ku Kurdistanî ne, wê li ser me bimîne. Dibe ku ewan bi xwe ji bizanin li gorî destûra Iraqê naguncave. Lê bi neçarî didanin û bi zihniyeta dewleta serbixwe reşnivîsa destûrê dinivîsin.

- Di aktîvkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê de hinek pirsgirêk derketin. Lewma hinek hêz dibêjin ku tişta ku dixwazin wê di destûrê de bi cih bikin. Mînak Tevgera Goran dibêje, mercê xwedî dîplomabûna serokê Herêma Kurdistanê û deshilatên serokê Herêma Kurdistanê di destûrê de bi cih bikin. PDK jî dibêje, ji bo serokê Herêma Kurdistanê di nava xelkê de bê hilbijartin wê di destûrê de bi cih bikin, ev hemû nakokî ji bo dema erêkirina destûrê maye, gelo wê encam çi be?

Ev welat nebûye welatekî destûrî. Kurdistan jî nebûye destûrî. Ev şerê dahatû yê ku qala wê dikî ku mûxalefet wiha dibêje û filan kes wiha dibêje, li gorî min axaftinên teorîne. Kurdistan piştî çend salên din dixwaze ku zihniyeta desthilatê bibe desthilatekî destûrî. Baweriya min nîne ku li Kurdistanê du sê salên din jî ev tişt çêbibe. Heta xalekê lê zêde bikî û jê kêm bikî, dehan salên din jî Herêma Kurdistanê û Iraq nabe welatekî destûrî. Destûr mijareke nivîskî ye. Destûr çavkaniya xwe ji baweriya xelkê digire. Mijar ne ewe ku destûr hebe yan nebe. Di demek kêm dike dikarin destûrê binivîsin yan ragihînin, lê nabe demokrasiyê hilweşînin.

- Heta niha nebûna destûrê çi ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê ?

Eger te desthilatekî siyasî ya resen dixwazî ku cihê rêzgirtinê be, divê rewabûn hebe. Desthilat beşek ji rawabûna xwe ji hilbijartinê digire, beşê din jî yasa û destûrê digire ku curê hikûmranî diyar dike. Çawaniya dabeşkirina desthilatan diyar dike. Maf û azadiyan diyar dike. Destûr nebe nîşaneya vê yekê ye ku desthilatek mutleq heye. Hemû mirov hez ji desthilata mutleq dikin. Yasa çarçove ji bo xelkê daniye. Hemû xelk hez ji yasayê nakin.

(ab)