Hawjîn Mela Emîn: Başûr guh nede peyamên Ocalan wê aloziyek mezin çêbibe

Nivîskar û Lêkolîner Hawjîn Mela Emîn bal kişand ku eger li Başûrê Kurdistanê guhnedin peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo yekrêziya nava hêzên Kurdistanîkar neyê kirin, wê aloziyek mezin li Başûrê Kurdistanê çêbe û got:“Hevnegirtina Kurdan wê bibe sedem ku carek din senaryoyek bi serê wan de were û sed salên din êşa wê bikişînin.”


Nivîskar Hewjîn Mela Emîn derbarê peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di hevdîtinên bi parêzaran ên 2 û 22'yê Gulanê de dabûn û rêbaza çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de, pirsên Rojnews bersivandin.

* Hun peyama Ocalan çawan şîrove dikin?

Bi rastî jî herdu peyamên Birêz Ocalan peyamên gelek girîng bûn. Peyamên Ocalan di demek pir hesas de cardin qala çareseriyek aştiyane dike. Li şûna şer û aloziyan aştiyê dibîne.

* Tecrîdeke girankirî li ser Ocalan heye, lewre pêwendiya wî ya bi derve û geşedanan re qut bû. Lê di peyamên Ocalan de derdikeve ku haya wî ji guhertinên li cîhan û herêmê heye?

Ji ber tecrîdek girankirî li ser birêz Ocalan heye dibe ku bi awayek hur û kur haya wê ji hemû bûyerên heyî nebe. Lê giringiya peyama Ocalan di wê yekê de ye ku ew peyaman li ser bûyerên rojane nade,ew careke din nexşerêya çareseriyê ya demdirêj dubare dike ku dawî li pirsgirêkan were.

* Nêrîna we li ser pêşniyara Ocalan a derbarê danustandinên ji bo peydakirina rêya çareseriya demokratîk de çiye?

Mixabin hêzên Başûrê Kurdistanê di nava de ji hev belavbûnekî de dijîn. Siyasetkirin li ser esasê berjewendiyan bûye sedem ku hevgirtin û yekîtiya Kurdan di rewşek xirab de be. Li gorî min heya ku hêzên Kurdistanî hevgirtina xwe çênekin wê nikaribin bigihîjin armancên xwe.Hevnegirtina Kurdan wê bibe sedem ku carek din senaryoyek bi serê wan de were û sed salên din êşa wê bikişînin. Tevî wan hemû pirsgirêk û aloziyên dinavbera Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye de jî, lê dema mijar dibe çareserkirina pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêk û aloziyan didin aliyekî û li dijî Kurdan bihevre kar dikin. Ji bo mînak, Tirkiye endamê NATO'yê ye, Amerîka Supayê Pasdaran ya Îranê bi fermî xistiye nava lîsta terorê, lê Tirkiye têkiliya xwe bi Îranê re xûrtir dike û li gel hev operasyonan li dijî tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd dikin. Dema mijar tê ser bidestxistina mafên gelê Kurd tê dîtin ku ev dewletên faşîst lihevdikin û dijayetiyê dikin. Em Kurd jî li herêmê bi ser du hêzan de hatine dabeşkirin û hemû siyaset û rêxistina nava mala xwe li ser biryara wana ye.

* Di peyamên Ocalan de daxwaz tê kirin ku hêzên Kurdistanî yekgirtina xwe avabikin û nêzî hev bibin, gelo ev pêşniyar ji bo Başûrê Kurdistanê çiqas giringiya xwe heye?

Hêzên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê li pişt perdeyan li ser dabeşbûna Tirkiye û Îranê di nava pêşbaziyê de ne. Ger ev nakokiyên dinavbera hêzên Herêma Kurdistanê de berdewam bikin û guh nedin peyamên Ocalan, wê di demek nêz de li Başûrê Kurdistanê aloziyek were dîtin. Ger ku îro şert û mercên li Başûrê Kurdistanê berdema dikin, pêwendiya wê bi bûyerên ku li herêmê rûdidin ve heye. Herwiha peywendî bi parastina Tirkiye û Îranê ve heye. Başûrê Kurdistanê wekî sinorekî stratejîk ji bo xwe dibînin. Em niha li gel hikûmeta Iraqê di dema herî bi hesas a di warê siyasî û leşkerî de dijîn.

* Ger ew danûstandinên ku Ocalan qala wê dike pêk neyên û yekîtiya Kurdan pêkneyê wê Kurd rûbirûyê çi werin?

Wê demê emê vegerin serdema Sykes-Picot, yan jî em ê bi planên dijminan rastî şerê navxweyî werin.

* Hêzên Başûrê Kurdistanê gelek caran dibêjin ji ber ku sinorên Herêma Kurdistanê ne vekirine, ji bo ambargo neyê danîna ser, pêwîste peywendî li gel welatên cîran hebe, yan ji ber daxwaziya Tirkiye û Îranê peywendiya xwe li gel parçeyên din ên Kurdistanê sinordar dikin, ev yek behaneyek raste?

Ev hincetek lawaz e, ew hîzbên desthilatdar bûne beşek ji pêkanîna stratejiya dewletên Tirkiye û Îranê. Bejwendiyên aborî yên Tirkiye û Îranê pir zêde li Başûrê Kurdistanê hene. Başûrê Kurdistanê aboriya Tirkiye û Îranê li ser piyan digire, eger ev nebûya, wê aboriyên van welatan têkbiçûya.

* Gelo sedema avanebûna yekîtiya netewî ne ji ber wê yekê ye ku hinek hêzên Kurdistanî xwe dispêrin dewletên herêmê?

Bê guman ji ber wê yekê ye, ji bo mînak Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) heye ku hemû partiyên Kurdistanî di nav de cihê xwe digirin. Yek ji wan jî Yekitiya Nîştimanî Kurdistane (YNK). Di çend rojên borî de salvegera 20'yemîn ya KNK'ê bû. YNK'ê rê neda ku ev salveger were pîrozkirin, tu wateyekî vê nîne ku Başûrê Kurdistan heta radeyek serbixweye û rê nayê dayîn salvegera KNK'ê were pîrozkirin. Lê sazî û dezgehên sîxûrî yên welatan di nava Herêma Kurdistanê de bi serbestî digerin.

(şk)