کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Hevseroka KNK’ê: Aliyên siyasî bi erênî nêzî daxwazên KNK’ê dibin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
11/06/2021 - 7:45:35 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad da zanîn armanc û daxwaza wan a sereke ji tevayî aliyên Kurdî ewe ku helwestek netewî li dijî dagirkeriya Tirk nîşandin. Murad got, cihê şanaziyê ye ku hemû alî bi erênî nêzî daxwazên wan dibin. Her wiha diyarkir wan daxwaz ji PDK’ê kirine hevdîtin pêkbînin, lê heta niha PDK’ê bersiv nedaye.

Ji 20’ê Gulanê ve şandeya KNK’ê dibin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad de li Başûrê Kurdistanê ye, li gel aliyên siyasî, rêxistin û kesayetên Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêkanîne.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de behsa armanc û encamên hevdîtinên xwe kir.

‘Ger îro artêşa Tirk van çiyayan derbas bike, wê heta Kerkûkê here’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad got ew li gel piraniya hizb û aliyên siyasî, nûnerên rêxistinan, kesayetên cûda cûda hevdîtin pêkanîne û wiha domand; “Ez nikarim hejmara aliyên ku me hevdîtin li gel de kirine bêjim, ji berku gelekin, lê me li gel aliyên cûda cûda hevdîtin kirin. Ji rastê bo aliyê herî çep, li gel pêkhateyên wek Kildan,Siryan, Asurî û Kakeyî jî civiyane. Armanca me ya sereke gigtûgokirine li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî metirsiya leşkerkêşana dewleta Tirk. Ji berku dibînin roj bi roj dagirkeriya dewleta Tirk berfirehtir dibe. Ji bona wê me pêwîst dît ku em helwestek netewî û yekgirtî li dijî vê dagirkeriyê pêkbînin. Em teqez alîgirê diyalogê ne, ji berku pirgirêk qet ne di xizmeta gelê Kurd de ne. Ger îro artêşa Tirk van çiyayan derbas bike, wê heta Kerkûkê here.”

Zeyneb Murad da zanîn armanca wan a sereke ewe ku helwestek netewî li dijî dagirkeriya Tirk were nîşandan. Murad got, “Cihê şanaziyê ye heta niha hemû aliyên ku ji vê rewşa metirsîdar agahdarin bi erênî nêzî vê daxwaza me dibin. Alî jî bi pêwîst di zanin ku em xwedî helwest bin. Lê divê helwesta me yekgirtî û yekrêz be. Hemû alî piştgiriyê didin hewildanên KNK’ê û pêwîst dibînin. Pêwîste em hemû bi yek dengî û yekrêziya nava mala Kurd bibin bersivek ji bo van êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê.”

‘PDK bersiv nedaye’

Di dewamê de Hevseroka KNK’ê destnîşankir ku Kurd çiqas parçe parçe bin, wê ewqas lewaztir bibin û wê dijmin jî hên hêsantir bikare bigihe armancên xwe. Zeyneb Murad got, ji bona wê jî Kurd her pêngavek ber bi yekrêziyê ve bavêjin, wê dijmin jî hîn zêdetir hewil bidin parçebûnê têxin nava gelê Kurd de.

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê got; “Em ti ferqê naxin nava aliyên siyasî de. Bêy cûdahî jî me daxwaznameya hevdîtinê ji hemû aliyan re şandiye. Lê mixabin hinekan heta  niha bersiva me nedane. Bi taybet li Hewlêrê me gelek xwest em li gel Partiya Demokrata Kurdistanê hevdîtin pêkbînin. Lê mixabin heta  niha bersiva daxwaza me ya ji bo hevdîtinê nedane.”

Di derbarê bersivnedana PDK’ê de Zeyneb Murad got, “Sedemê bersivnedana wan em nizanin, heta niha tiştek ji me re negotine, lê em ji ber vê nêzîkatiya wan bi fikarin. Em dibînin ku hewildanek heye daku nakokî di nava aliyên Kurdî de hîn zêdetir bibin. Dewleta Tirk jî hemû valehiyek vedigerîne fersendê ji bo ku nakokî û şerek navxwe têxe nava Kurdan.”

‘Hemû alî ji rewşa heyî nerazîne’

Hevseroka KNK’ê diyarkir ti alî ji rewşa niha heyî razî nînin û wek metirsiyek mezin li ser destkeftiyên gelê Kurd û herêm bi giştî dibînin. Her wiha da zanîn wek KNK, hizb û aliyên siyasî yên Kurdî ew di wê baweriyê de ne ku îro ne ew roje di nava Kurdan de şerê navxwe derkeve.

Zeyneb Murad got; “Em bi israrin ku eger nakokî û pirsgirêk heye dikarîn bi vekirina rêyên diyalogê çareser bikin. Gelek hewildanên me hene ku aliyên bi nakok bînin ser mêzê giftûgoyê. Ji berku dijminên me bi taybetî jî dewleta Tirk gelek dirinde ye.”

Di derbarê provakasyonên PDK’ê yên ji bo derxistina şer jî Hevseroka KNK’ê wiha axivî: “Bê guman heta niha em nikarin aliyên sucdar diyar bikin. Lê şandina hêzê ji bo wan deverên ku dewleta Tirk hewil dide dagirbike, cihê pirsêye. Çima di vê demê de hêz ji bo wan deveran tên şandin bêy ku hemahengiyek di gel hêzên gerîla de hebe.”

‘Mafê hemû hêzên Kurdî ye li parçeyên Kurdistanê xebat bike’

Li ser armanca dewleta Tirk a êrişan jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad wiha got; “PKK hebe yan jî nebe, dewleta Tirk wê pilana xwe bi cih bîne. Mane li Libya, Qerebax û Ermenîstanê PKK tine bû. Ev tenê behaneyeke Tirkiye ji bo xwe bi kartîne. Lê li gorî me mafê her hêzekî Kurdî ye ku kar û xebatên xwe li her parçeyekî Kurdistanê birêve bibe. Wekî di sedsala borî de me dît ku hêzên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê li Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hebûn.”

‘Divê di pratîkê de pêngav werin avêtin’

Di derbarê helwesta aliyên siyasî ya li dijî dagirkeriyê jî Hevseroka KNK’ê got; “Ti alî ji rewşa heyî razî nîne û dagirkeriya Tirk wek metirsiyek mezin bi nav dikin. Lê erkê me ye em çawan bikarin bi hemahengî li dijî vê dagirkeriyê rabin. Ji berku îro dewleta Tirk ti astengiyek li pêşiya xwe nasnake. Li gorî me helwest tenê bi dayîna daxuyaniyan nabe. Divê di pratîkê de pêngav werin avêtin. Pêwîste em destpêkê pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbaskin û zemîn ji bo diyalogek giştgir avakin.”

Di dawiyê de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ev daxwaz ji aliyan kir; “Em daxwaz dikin ku pêvajoya diyalogê berdewam be û zemînek ji bo diyalogê pêkwere. Ji bona wê daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin her kes bi rola xwe rabe daku bikarîn vê pêvajoya diyalogê pêkbînin. Ji berku şerê di nava du hêzên Kurdî de nakeve di xizmeta ti aliyek din ê Kurdî de.”

(kş)

 

Nûçeya berê

ROJEVA 11.06.2021

Nûçeya pişt re

Nivîskarê Misrî: Hevkariya Kurd û Ereban çawa DAIŞ têk bir, dikare dagirkeriyê jî bidawî bike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Rêbendan 4, 2023
Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Kanûn 6, 2022

Hesen Cûdî: PKK’ê ronesansek mezin a netewî û rewşenbîrî pêkanî – 1

Dîroknas Dr. Macid Xelîd: PKK’ê dawî li dîroka bindestiya gelê Kurd anî

Dr. Ebdulmutelîb: Tirkiye û Îran dixwazin bi polîtîkaya girtina avê Iraqê lewaz bikin

Derûnas Ehmed Caf: Li Başûrê Kurdistanê şîdeta derûnî di astek bilind de ye

Nûçeya pişt re
Nivîskarê Misrî: Hevkariya Kurd û Ereban çawa DAIŞ têk bir, dikare dagirkeriyê jî bidawî bike

Nivîskarê Misrî: Hevkariya Kurd û Ereban çawa DAIŞ têk bir, dikare dagirkeriyê jî bidawî bike

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist