Hevserokê Tevgera Azadi ya Civaka Kurdistanê behsa naveroka hevdîtinên xwe yên li gel aliyên Iraqî kir û da zanîn, Hewlêr ji ber peywendiya xwe ya li gel Tirkiyeyê nikare li gel Bexdayê li hev bike. Her wiha diyarkir li Iraqê pêwîstî bi hevre jiyana gelan heye û ew jî bi dûrxistina destên derve dikare pêkwere.
Roja 11’ê Sibata 2021’an şandeyek ya Tevgera Azadî dibin serokatiya Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah de serdana Bexdayê kir. Şande li gel Serokwezîrê Berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî û Serokê Tevgera Hikme Omar Hekîm civiya.
Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de têkildarî naveroka hevdîtinên li Bexdayê, pirsgirêkên navbera Herêm û Iraqê û nêrîna Tevgera Azadî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bersiva pirsên me da.
– Em ji hevdîtinên we yên li Bexdayê destpêkin, we li Bexdayê li gel kîjan aliyan hevdîtin pêkanî û naveroka hevdîtinên we li ser çibûn?
Em li Bexdayê li gel her yek ji Serokê Tevgera Hikme birêz Omar Hekîm û Serokê Dewleta Yasa birêz Nurî Malikî civiyan. Serdana me li ser daxwaza wan aliyan pêkhat. Giftugoyên me bi giştî li ser ewşa Herêma Kurdistanê û rewşa welatiyan bû. Her wiha me behsa çawaniya asayîkirina rewşa Iraqê kir. Me diyarkir ji bo asayîkirina rewşa Iraqê pêwîstî bi proseyek demokratîk û dûrî demargirî û netewetiyê heye. Me behsa deverên dikevin nava madeya 140’an jî kir û me da zanîn ji bo çareserkirina van deveran çareseriya herî guncaw destûra Iraqê ye.
– Peyama we ya giştgiriyê ji bo wan aliyan çibû?
Peyama me ji bo wan aliyan ew bû ku bi çavê desthilata Herêmê li gelê Herêma Kurdistanê nenêrin. Ji berku gelê Herêma Kurdistanê alîgirê bihevre jiyanê û destura bingehîne. Her wiha me diyarkir sedema pirsgirêka ku niha di navbera Herêm û Bexdayê de heye, desthilate ne gel e. Berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê di pêşbaziyên siyasî de nine. Beşek din a giftugoyên me li ser dagirkeriya ku îro dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê pêktîne bû. Me diyarkir divê pirsgirêkên navxwe di nava Iraqê bi xwe de werin çareserkirin.
– Helwesta wan aliyên Iraqê ya di derbarê van mijaran de çawa bû?
Piranî me behsa proseyek ya bihevre jiyanê kir, lê wan vê rewşa heyî bi destwerdanên derve re girêda. Di vê çarçoveyê de me behsa hemahengiya di navbera wan aliyên ku hewil didin rewşa Iraqê asan bikin kir. Ji berku rewşa niha ya Iraqê metirsîdare û gel di nava ne aramiyê de dijî.
– Seredana we ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên şandeya Herêmê yên li gel Bexdayê yên li ser budceya 2021’an hemwext bû. Ger we di hevdîtinan de behsa wê mijarê kiribe, sedema li hevnekirina wan du aliyan çiye?
‘Tirkiye astenge’
Me gelek behsa wê yekê kir ku divê hemû hêzên Iraqê girêdayî destura Iraqê bimînin. Lê siyasetek du alî ya desthilata Herêma Kurdistanê heye. Li aliyek dixwaze di çarçoveya Iraqê de siyaset bike, li aliyek din jî pilan û berjewendiyên dewleta Tirk bicih tîne. Ji bona wê mijara neftê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûye pirsgirêkek sereke. Ger Herêm neftê radestî Iraqê neke, Iraq jî razî nabe budceya Herêma Kurdistanê bişîne. Li gorî min ji ber girêdanbûna Hikûmeta Herêmê ya bi dewleta Tirk re, wê nikaribe li gel Bexdayê lihev bike.
– Iraq amadeye li gel Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çareserke û budceya Herêmê bişîne?
Em rastiyê baxivin, sucê Herêma Kurdistanê ye, ji ber bi qasî em li gel aliyên Iraqî axivîn wan diyarkir ti ferqek di navbera gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê de nine. Dahata welat divê ji bo hemû welatiyan be. Lê ji ber Herêma Kurdistan bi awayê serbixwe neftê di firoşe, pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê kûrtir kiriye, hem jî bûye çavkaniya ne aramiyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê. Tenê dewleta Tirk ji vê siyasetê sûd werdigre.
– Aliyên Iraqî di derbarê destwerdanên dewleta Tirk de çi dibêjin?
Ew jî bi fikarin, bi taybetî aliyên Şie bi awayek giştî ji destwerdanên dewleta Tirk bi fikarin.
– Li gorî wan aliyan ev êrişên dewleta Tirk li dijî PKK’ê ne yan jî li ser Iraqê ne?
Me qet behsa PKK’ê nekir, lê li gorî wan li Tirkiyeyê pêvajoyek ya çareseriyê heye û divê pêkwere. Her wiha diyarkirin her hêzek jî li Tirkiyeyê daxwaza mafên xwe bike, rewaye û mafê wan heye. Ji berku bi saya dewleta Tirk hebûna nasnama Kurd nine.
– Aliyên Iraqî li ser rewşa deverên dikevin nava madeya 140’an çi dibêjin? Bi taybetî di derbarê Şengalê de?
‘Ew ne li gel lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ne’
Hêzên Iraqî bi taybetî Şie ku destpêkê jî diyarkirin, ew ne di gel lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê ne. Her wiha ew li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ne. Li gorî wan divê aliyên desthilat di nava hemahengiyekê de bin daku bikarin sinorek li pêşiya êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daynin.
– Li gorî we divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexda çi were kirin?
Derfetek zêrîn ji bo gelê Kurd çêbûye, divê em tev bihevre li ser destkeftiyên xwe yên desturî bixebitin. Lê desthilata Herêma Kurdistanê siyasetek rast nameşîne. Li şuna ku pişta xwe bi mafên desturî yên li Iraqê ve girêde, hîn zêdetir pişta xwe bi aliyên derve de girêdide. Vê yekê jî rewşa me ya li Iraqê hîn zêde aloztir kirye.
(kş)