Hêzek nû ya pêşmerge li Binarê Qendîlê hat bicih kirin

Hêzek nû ya pêşmergeyan li Binarê Qendîlê hate bicîh kirin, Cîgirê Serfermandarê Pêşmergeyan li Wezareta Pêşmege Lîwa Qehreman Şêx Kemal jî got; "Şandina vê hêzê di çarçoveya erkên asayî de çêbûye."


Li gorî daxuyaniyek ya Cîgirê Serfermandarê Pêşmergeyan li Wezareta Pêşmege Lîwa Qehreman Şêx Kemal dayî Malpera Wêstge News, wiha gotiye; "Hêzek bi ser hêza piştevaniya hêzên pêşmerge ku nû hatiye avakirin, di çarçoveya erkên asayî de ji bo Binarê Qendîl hatine şandin û li Ranya hatine bicîh kirin."

Lîwa Qehreman Şêx Kemal di heman axaftina xwe de gotiye; "Bicihkirina vê hêzê tu peywendiyek ya xwe bi liv û tevgera PKK'ê û hêzên Kurdî yên muxalefeta Îranê ve tune ye. Ji ber ku ev hêza piştîwaniye û çekên giran li gel wan de hene. Ji bilî vê deverê jî me li tu cihek din tevger bi hêza pêşmerge nekirye."

Herçendî ku Lîwa Qehreman Şêx Kemal ragihandiye, "Tu tevger û amadekariyek ya me ji bo nakokiyên dinavbera Îran û Amerîka de tuneye, ji berku Herêma Kurdistan di vê mijarê de nikare raste rast biryar bide, biryara vê yekê di dest desthilata hikûmeta navendî de ye." Lê li gorî zanyariyên bi dest Rojnews'ê ketine, ev hêz li ser daxwaza Amerîka bi armanca amadekarî ji bo her êrîş û rûbirûbûnek li gel Îranê de hatine şandin.

(şk)