Mamostayên bi peyman yên navçeya Pênciwên rêya sereke ya Pênciwên û Silêmaniyê li trafîkê girtin. Mamostayan xwestin ew neyên ji bîr kirin û werin tayînkirin.
Li Herêma Kurdistanê nerazîbûna mamostayên bi peyman ya dijî ne tayînkirinê, dewam dike. Zêdetirî 15 rojin seranserê Herêma Kurdistanê mamosta li qadanin û dixwazin werin tayînkirin. Hikumet heya niha çawa guh nedaye daxwazên welatiyên herêmê, guh nedaye daxwaza mamostayan jî.
Îro jî mamosta li qadan bûn, li navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê mamostayên bi peyman rêya sereke ya di navbera Silêmanî û Pênciwênê de, li trafîkê girtin.
Mamostan xwestin di demek zû de werin tayînkirin, ji ber ku ew mafê wane. Mamosta dibêjin, tevî gelek caran daxwazên xwe gihandine Wezareta Perwerdeyê, lê ti bersivek ji bo wan nehatiye dayîn. Ji bo wê jî ew neçarin dakevin kolanan û daxwaza mafê xwe bikin.
(nr)