Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik di derbarê êrişên dewleta Tirk ên dagirker û helwesta Hikûmeta Herêmê de got; “Hêzên siyasî yên Kurd îradeya xwe ya siyasî ji dest dane, vê yekê jî wisan kiriye ku nikaribin li beramberî êriş û pilanên li ser Kurdistanê bibin xwedî helwest. Desthilatdarên Başûr bûne lîstoka destê dagirkeran daku gel haya wê ji siyaseta Tirkiye, Îran û siyaseta herêmî nemîne.”
Di 23 Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Metîna, Zap û Avaşînê dest bi êrişek ya dagirkeriyê kiriye. Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de behsa armanca vê êrişa dagirkeriyê kir û balkişand ser pêşhatên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî şerê li Qamişlo.
– Sê roj in dewleta Tirk êrişek nû li ser xaka Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, em dizanin ku ev ne cara destpêkê ye dewleta Tirk êrişan dike, lê li gorî we çi cudahiyek a êrişên vê carê ji carên din heye?
‘Dewleta Tirk dixwaze deverên çiyayî ji destê Kurdan derxîne’
Dewleta Tirk stratejiyek zelal li beramberî Kurd û Başûrê Kurdistanê heye, dixwaze sûd ji hemû derfetan wergire û êrişê ser Başûrê Kurdistanê bike û beşek ji pilanên xwe yên stratejîk bi cih bîne. Êrişên niha yên deweleta Tirk di demek de ne ku danûstaninên navbera wê û Amerîkayê de hinek aloz bûne. Tirkiye vê aloziyê wek fersendek dibîne ji bo bikare siyaseta xwe bicih bîne. Stratejiya Tirkiyeyê ewe ku xaka Başûrê Kurdistanê wek beşek ji Tirkiyeyê di hesibînin û dixwazin vegerînin ser Tirkiyeyê. Lê armanca wê ewe ku di destpêkê de wan deverên çiyayî ku ev sed sale bûye cihê berxwedaniya Kurdan ji destê Kurdan derxîne û demografiya wan deveran biguherîne. Yanî ew penda Kurdan ya ku dibêje ‘Em Kurd ji çiyan zêdetir ti dostekî me yê din nine’ dixwaze çiyayên Kurdan jî ji destê wan derxîne.
– Roja 14’ê Nîsanê Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê heman biryara ku di sala 2018’an de li beramberî sê şoreşgerên pêşeng ên Kurd (Cemîl Bayîk, Duran Kalkan û Murad Karayilan) girtibû, dubare kir. Şeva 23’yê Nîsanê jî Erdogan û Joe Bîden bi telefonê axivîn. Piştî van her dû bûyeran êrişa Tirkiyeyê destpêkir. Li gorî we ev êriş peywendiya xwe bi van bûyeran re hene?
‘Amerîka Kurdan wek qertek xerabûyî bi kartîne’
Amerîka lîstokek qirêj li beramberî Kurdan dilîze. Divê Kurd xwe di berçav re derbas kin ku take netewe heta niha Amerîka wê weke qertek xerabûyî bi kartîne û her wextek bixwaze di avêje. Ji ber vê yekê Tirkiye Kurdan bi ser du beşan de cûda kiriye, ‘Kurdê baş û Kurdê xirab’. Li gorî wan ‘Kurdê baş’ ew Kurde yêku heta niha guhdariya wan dikin û karê xwe bi wan didin kirin. ‘Kurdê xirab’ jî ew Kurde yêku bi hemû awayek li dijî wan radibe. Ji bona wê Amerîka jî bi berdewam piştgiriya siayaste Tirkiye dike. Mijara komkujiya Ermeniyan jî zêdetir cûrek yê zextan bû daku Tirkiye neçar bibe hinek tawizan bide. Lê Tirkiye lîstoka xwe ya siyasî dike û hewil dide Amerîkayê neçar bike daxwazên wê bi cih bîne.
– Hun pêşbînî dikin ku Erdogan û Bîden li ser Kurdan li hevkiribin? Ji berku piştî Bîden komkujiya Ermeniyan wek qirkirin pejirand, Erdogan di beramber de ti helwestek nîşan neda.
‘Hertim guman li ser peywendiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê hene’
Bê guman hemû gumanek di peywendiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê de cihê xwe dike. Li gorî min mijara Ermeniyan zêdetir manewiye, wê di warê partîkî de nikaribe zêde rolek xwe bibîne. Her wextek mijara Ermeniyan gihişt Encûmena Ewlehiya Navnetewî û Netewên Yekbûyî li ser biryar da, wê demê dibe mijarek siyasî. Lê heta niha nebûye mijarek siyasî û zêdetir wek qertek siyasî tê bikaranîn. Ji bona wê Tirkiye hîn zêdetir siyaset li ser rastiya heyî dike. Ev yek dibe sedem ku Tirkiye hîn zêdetir bilîze û xwe nêzî Rusyayê bike mîna lîstoka li ser du bena.
–Di heman demê de milîsên ser bi rejîma Suriyeyê jî di rojên dawî de li Qamişlo êriş kirin. Herwiha zextên li ser Şengalê jî zêde bûn, li gorî we bûyerên dawî heya çi radeyek bi hev ve girêdayîne?
‘Dixwazin girêdana nîştimanî li Başûrê Kurdistanê nemîne’
Beriya ku ez bersiva vê pirsê bidim, dixwazim xalek bînim ziman. Di demek ku Kurdistan di qonaxek hestyar re derbaz dibe, demografî tê guhertin û bûyer diqewimin, beşek mezin ya medya, rewşenbîr û xelkê Kurd girîngiyê nadin vê mijarê. Bi taybet dixwazin girîngiya nîştimanî li Başûrê Kurdistanê nemîne. Ger ev bûyer li welatek din rûbidaya, wê niha hemû kolan ji xelkê tijebûya. Ne xelkê Başûr ne jî xelkê parçeyên din yên Kurdistanê, weke pêwîst helwest nîşan nadin. Kurdên dervey welat jî tişta tê xwestin nekirine.
Ger em werin ser pirsê, em nikarin bûyerên li Kurdistanê diqewimin, bê ku di cîhanê de guhertin nebin, bixwînin. Niha Hewlêr bûye cihê komên şer. Bê navber balafir li ser asîmanê Hewlêr difirin, dibe ku li Qamişlo niha şerek ser erdê heye, lê li Hewlêr şerê leşkerî yê asîmanî destpêkiriye. Yanî çargoşeya Qamişlo heya Hewlêr dibe herêmek ji bo zelalkirina pirsa cîhanî. Herêm ber bi komên şer ve diçe. Ev guhertin peywendiya xwe bi guhertinên li Teywan û Ukranyayê ve hene. Peywendiya Ukranya raste rast bi Herêma Kurdistanê ve heye. Dema ku di sala 2014’an de Rusya Qirimê vediguheran şer, li Kobanê şer çêdibe. Piştre Efrîn hat dagirkirin, ji bo vê dibe ku pirsa cîhanî li ser hesabê Kurdan were zelal kirin.
Divê hêzên siyasî hemberî van buyerane çi bikin?
‘Hêzên siyasî îradeya xwe ya siyasî bi temamî ji dest dane’
Di rastiyê de ti hêviya min bi hêzên siyasî yên Kurdistanê nemaye. Ji ber ku hêzên Kurdistanê, ji bo ku mijara Kurdan ji bîra xelkê biçe, têne bikaranîn. Îradeya wan ya siyasî bi temamî ji dest çûye. Wek mînak niha xelkê Kurdistanê li şûna hemberî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin, hemberî PDK û YNK’ê giliyê xwe dikin. Tirkiye van hêzan ji bo ku xelkê Kurdistanê li şûna hemberî Tirkiyeyê derkeve, hemberî her dû hizban derkeve, hiştiye. Ji bo ku xelk ji siyaseta Tirkiye û Îranê agahdar nebin, ev her dû hizb hene. Ji bo vê li gorî min divê xelkê Kurdistan were hişyar kirin. Ji ber ku Kurdistan di demek hestyar de derbaz dibe, dibe ku hemû tişt ji dest biçe.