Kamyar Sabîr: Yekîtiya nîştimanî dikare ji bo mijarên stratejîk pêk were

 Nivîskar û lêkolîner Kamyar Sabîr diyar kir ku ji bo mijarên stratrejîk aliyên siyasî dikarin yekîtiyek nîştimanî pêk bînin û got; "Herî kêm nokeriyê ji bo dagirkeriyê dagirkeran nekin." Herwiha diyar kir ku Ocalan dixwaze neteweya demokratîk pêk bîne ku hemû neteweyên din di nava xwe de bigire.


Nivîskar û lêkolîner Kamyar Sabîr têkildarî rewşa giştî ya Kurdistanê, şert û mercên avakirina kabîneya hikûmeta nû ha Herêma Kurdistanê, destwerdana herêmî û derve ya li karûbarên Herêma Kurdistanê berisva pirsên Rojnews'ê da. Herwiha ji bo çareseriyê işaret bi tezên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.

'Pirsgirêka di nava pismaman de ye, peywendî bi jiyana xelkê ve nîne'

- Li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê 218 derbas dibin, li gor we astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê çine?

 Avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê çend xwendinên cuda ji bo tê kirin. Weke mînak, PDK avanekirina hikûmetê têxe stûyê YNK'ê. Car carna jî stûyê Tevgera Goran û heta astegê partiyên din jî. Heta hinek caran hêzên herêmî sûc dar dikin. Lê, di rastiyê de pirsgirêkên sereke binemala Barzanî bi xwe ne. Ew pirsgirêkên di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî de ne ku her yek stratejiyek xwe hene. Weke mînak, Nêçîrvan Barzanî pişt bi dewleta Tirk û heta astegê jî MÎT'ê rawestiyaye. Ew dixwazin eger Nêçîrvan Barzanî bibe serokê Herêma Kurdistanê desthilata wî sînordar nekin, heta bikarkin berfirehtir bikin. Mesrur Barzanî dixwaze, xwe xurtir bike, bi fikarên xwe hinek reform bike. Bi kurtî pirsgirêka di navbera pismame û dûrûnêzik peywendî bi çarenûsa xelkê Kurdistanê û başkirina jiyana xelkê ve nîne.

- Hinek çavdêr, sedema wê weke krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê dibînin, hun çiqas li gel vê ne?

Herêma Kurdistanê piştî referandûma 16'ê Cotmehê pirsgirêka siyasî û aborî mezirtir bû. Di rastiyê de, hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê tenê weke nav hikûmete. Ji serdema du kabîne ve heta niha formîleye. Kabîneya li Hewlêrê ku serpereştiya hemû Herêma Kurdistanê dike, lê di rastiyê de, du îdareye. Du hikûmet û du hizb hene. Tenê di hinek tişt de, hevbeş in ku bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

'Li vê herêmê Tirkiye û Îranê berjewendiyên xwe yên stratejîk hene'

- Çavkaniya van pirsgirêk û krîzê çine?

Bi piştî çavkaniya van krîzan peywendî bi xwendina rewşê, nêzîkbûna bi hêzên siyasî yên Iraqê, dewleta Iraqê ve heye. Bi piştî peywendî bi mijarên siyasî yên dîrokî ve du bingeh hene. Bi taybet dewleta Tirk û Îranê berjewendiyên xwe yên stratejîk li vê herêmê hene. Her yekê dixwazin bi xwesteka xwe berjewendiyên xwe pêk bînin. YNK û PDK jî weke du dardest kar ji bo van du dewletan dikin. Lê, beşa herî zêde peywendî bi bazirganiya bi milyaran dolar ve heye ku bi van dewletan ve girêdaye, bi taybet Tirkiye.

- Giştî rewşa partiyan di vê rewşê de çiye?

PDK û YNK dixwazin ezmûnên siyasî û leşkerî, aborî yên xwe biparêzin û geş bikin. Bi taybet PDK di wir de destvekirîtire. Ji ber ku wezîrê çavkaniyên xwezayî yê PDK'ê ye. Neftê bi daxwaza xwe difiroşe. Ji derveyî PDK'ê û çend kesen di nav de kesek dahata neftê nizane çi lê tê. Rola Qubat Talebanî tenê rûgeşkirina ew hemû gendelî û çetegeriya ku kabîneya Nêçîrvan Barzanî dike ye. Ger vêca bi hevbeşî kiribe. Eger ne jî YNK bazirganiyek nesereke dike û bi rêjeyek kêmtir ji vê bazirganiya çetegeriyê. Têkildarî partiyên din jî, me dît ku Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di referandûmê de weke çengê Tirkiye û PDK'ê kar dikir. Rolek gelek negatîf girt. Tevgera Goran jî nekarî di referandûmê de rolek rasteqîn hebe. Di pratîkê de, xeta nasyonalîzm û dewleta Kurdî ji Mesûd Barzanî re ma. Ev beşek girînge ku peywendî bi nebûna siyaset û nebûna altarnetîvek siyasî ya ji bo rewşa Kurdistanê ye. Lê beşa herî gelek peywendî bi vê yekê ve heye ku baweriya wan wiha bû ku wê Mesûd Barzanî dewleta Kurdî û aboriyek serbixwe ragihîne. Ew jî bûn beşek ji vê tevgera siyasî ku jêre dibêjin Kurdeyetî.

- Bi giştî rola dewletan û bi taybet rola welatên herêmî di wir de çiye?

Amerîka dixwaze aramiya siyasî li Iraqê hebe, ji bo ku bikare bazirganiya xwe baştir bike. Herwiha li Iraqê siyasetê baştir bike. Li herêmê Iraq jî beşek be ji kelha Amarîka ku bikare destê Îranê li herêmê û herî kêm li Iraqê kêm bike. Her çiqas Amerîka di wir de pêşkeftinek bi dest xistiye, bi bawerî hêzên şîe berjewendiyên Îranê zêdetir li ber çavan digirin. Niha destekî bihêz ê Îranê li tevahiya Iraqê heye. Destên Tirkiyeyê jî di nava partiyên Kurdan de ye û bi taybet di nava PDK'ê û hêzên Suneyên Iraqê de heye. Vane hemûyan wiha kiriye ku heta astekê Erebistana Siûdî û Îmarat jî heta astekê destwerdanê bikin. Iraq bûye qada tevahiya hêzên herêmê û navneteweyî ku xelkê Iraqê baca wê dide.

'Tirkiye referandûm weke karta duyemîn a DAIŞ'ê bi kar anî'

- Tirkiye dixwaze li qada Başûrê Kurdistanê çi bike?

Tirkiyeyê armancên xwe yên siyasî û aborî heye. Armanca siyasî ew bû ku referandûmê weke kerteka duyemîn a DAIŞ'ê bi kar bîne. Referandûm planekî ya îstîxbareta Tirk û şexsê Erdogan bû. Li gorî hinek kesan Erdogan ne pişt bû, yan jî ne li dijî bû. Li gorî min coreke ji vê xwendina xirab a rewşa siyasî û aborî ya Barzanî û Erdogan. Tirkiye di warê aborî de, dixwaze Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike bazarek mezin a tiştên xwe û di wir de bi ser ketiye jî. Weke mînak, li Silêmaniyê ku hevsîronê Îranê ye, bazara wê ji tiştên Tirkî tejiye. Di warê siyasî de Tirkiyeyê tevahiya herêma zer kiryiye, ji bo armancên xwe yên siyasî, îstixbaretî û leşkerî bi kar tîne.

-  Wezîrê Tirk Mevlut Çavaşuglo di serdana xwe ya li Iraqê de, ji berpirsên Iraqê re got, ku hêzên xwe bînin cihê ku hêzên me lêne, em ê ji Başîka û Başûrê Kurdistanê vekêşin, hun vê peyamê çawa dinirxînin?

Eger weke serweriya nîştimanî ya dewleta Iraqê temaşe bikin, ev karekî başe, eger hêzên ewlehiyê û leşkerî yên dewleta Tirk biçin cihê hêzên leşkerên Tirk ku divê weke dagirker nêzî bikin, ji ber ku hatine nava welateke din, Başûrê Kurdistanê beşeke ji dewleta Iraqê. Bê razîbûna dewleta Iraqê û  heta bêrazîbûna hikumeta Herêma Kurdistanê hatine, tenê bi razîbûna PDK'ê hatine. Di warê siyasî de li gorî min karek başe. Lê, li gorî min, li herêmê corek ji gavên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk e. Dibe ku corek ji lîstikên siyasî be. Lê, bawer nakim, bi awayek rast bi xwaze vî karî bike.

- Parçebûn û nakokiya aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê çi ziyanê digihîne serxwebûna Kurdistanê?

Di rastiyê de, ev ne gengeşeya xelkê Kurdistanê ye. Gengeşeya desteyekî çav li wezîfe û pereyên hizban in. Weke mînak, Goran ku niha gelek bi kêfxweşî beşdarî di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe. Bi qasî ku bikarin wezîr û wezîfeyan bi dest bixine.

- Gelek kes û hêz ji bo rewşa niha bi girîngî qala yekîtiya neteweyî dikin, li gorî we ji ber çi heta niha yekîtiya neteweyî pêk nehatiye û çima niha yekîtya neteweyî pêk nayê?

Di rastiyê de, di nava Kurdan de bernameyek hevbeş nîne. Bernameya YNK'ê ji ya PDK'ê cûdatire. Bernameya PDK'ê ji ya PKK'ê cudatire. Bernameya PKK'ê ji ya Tevgera Goran cudaye. Lê, di nava xelkê Kurdistanê bêhempa civaka Kurd pêk tê. Mînak li Başûr yan Rojhilatê Kurdistanê Parkiya Demokata Kurdistanê û Hizba Demokrata di nava xwe de pê xweş bûn dewleta Tirk Ii hemberî PYD'ê serkeftinê bi dest bixe. Ji ber ku di warê siyasî û bîrdozî de li dijî fikrên Ocalan in. Dikarin yekîtiyek nîştimanî ava bikin. Weke mînak, berjewendiyên siyasî gelê Kurd li vî parçeyî ji parçeyek din cûdatire. Parçeyek ji parçeyekê din cudatire. Ez li gel vê nîrina Ocalan ku her parçeyek ê Kurdistanê gotara xwe ya siyasî hebe, lê di warê mijarên stratejîk de herî kêm nokeriyê j bo dagirkeran nekirin.

- Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî gelek tez û fikrên çareseriyê ne, nêrîna we li ser tezên wî yên çareseriyê çine?

Min bi nivîs jî ev yek nivîsiye, Abdullah Ocalan, di nava hemû siyasetmedarên Kurd û tevahiya gelê Kurd de yekane siyasetmedareke kariye gotarekî berevajî ya gotarên din ên li ser Kurdayetiyê hebe. Tevî ku Ocalan 20 salen di girtîgehê de ye û di destê wî de daneyên akademîk û pirtûkên hemdem nîne jî, lê bi fikirandina xwe gelek fikrên xweşik xistine di nava wêjaya siyasî ya Kurdî de. Yek ji wan fikrên cuda û xweşik pêşxisitna xebatên neteweyên din, li gel a Kurdane. Dixwaze neteweya demokratîk ku hemû nîjad û neteweyên din di nava xwe kom dike, pêk bîne. Ev rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê heye jî, mirov dikare bêje ku mînaka bêhempa ya şoreşa fikrî ya Ocalan e. Têkoşîna gelê Rojava û tevahiya pêkhateyên din a li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê çavkaniya xwe ji fikrên Ocalan digire.

- Ango mirov dikare ji bo rewşa niha weke çereserî bibîne?

Bi piştrast, çareseriya ku di fikrên Ocalan de heye, dikarin bi Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Bi hezaran caran ji vê Kurdayetiya talankariya binemalî û eşîrtî ya Başûrê Kurdistanê baştire.

(rn)