کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Lêkolînvan Aram Hacî: PDK hevkarekî girîng ê êrişên Tirkiyeyê ye

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
08/05/2022 - 7:04:29 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Lêkolînvan û Mafnas Aram Hacî diyar kir ku PDK hevkarekî girîng ê êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla ye û got: “Armanca van êrişan jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye.”

Lêkolînvan û Mafnas Aram Hacî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser gerîla û Başûrê Kurdistanê pêk tên û xiyaneta PDK’ê bersiva pirsên Rojnews’ê da.

‘Ji bo pêkanîna êrişan PDK hevkarek girîng ê Tirkiyeyê ye’

  • Nêrîna we li ser êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê çine?

Hevkariya Tirkiyeyê ya ji bo artêşa Tirkiyeyê, mijarekî veşartî nîne. Berpirsên bilind ên Tirkiyeyê bi xwe dibêjin, bi hevkariya dostên xwe li Başûrê Kurdistanê êrişên xwe pêk tînin. Dostên wan kîne? Ew hêzên ku ne fermî yên li bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê hene. Her yekê li gorî ast û giraniya xwe, pêveka ecîndeya Tirkiyeyê ne. Ev gotin jî besin ji bo vê yekê ku zelal be PDK aliyek aktîv û hevkarek girîng ê ji bo êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla ye. Belku di êrişên berê de jî tevlî bûye.

‘Armanca Tirkiyeyê veqetîna Qendîlê û her çar parçeyên Kurdistanê ye’

  • Metirsiya van êrişan çine?

Metirsiya van êrişan weke di stratejiya leşkerî ya Tirkiyeyê de hatiye dariştin, ewe ku êrişên vê zincîra dawî ya êrişan be û êdî bi riya leşkerî peywendiyên Qendîl, bi Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ve qut bike û her çar parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike. Ev hîmê bingehîn ê armanca êrişên Tirkiyeyê ye.

  • Gelo êrişên dewleta Tirk a dagirker rehendên navdewletî heye?

Bêlê, ji ber ku Tirkiye li gel PDK’ê lihevkirinek li ser gihandina xeta gazê ji Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê û Ewropa heye. Ji bo pêkanîna vê mijarê ku peywendî bi enerjiya cîhanê ve heye û li gel Rûsyeyê. Niha ku beşek ji welatên cîhanê li pey alternatîv gaza xwezayî ya wî welatî ye, Tirkiye dixwaze beşek be ji riya çareserkirina vê pirsgirêkê re û hevkar be. Ev jî ji bo bi destxistina piştgiriya zêdetir a ji bo pêkanîna berifrehîxwaziya xwe.

Serdanên ji nişka ve yên Mesrûr Barzanî yên li Tirkiye, Îmarat û di dawî de li Brîtanya peywendiya xwe ya sereke ji bo bi riya Tirkiyeyê henardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatên cin ên cîhanê ve heye.

‘Dixwaze Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dagir bike’

  • Stratejiya nû ya dewleta Tirk a dagirker çiye?

Stratejiya nû dewleta Osmanî ye ku li Enqereyê hatiye dariştin. Siyaseta dagirkeriyê ye. Peywendî bi pirsgirêka navxweyî ya wî welatî ve nemaye. Eger em temaşeyî doza Kurd a li Tirkiyeyê bikin, em ê bibînin ku dikare bi riya aştî û demokrasiyê çareser bike. Lê, ya ku em di rastiyê de dibînin, ewe ku dewleta Tirk li pey çareseriyê nîne, belku dixwaze Herêma Kurdistanê û piştre jî Bakurê Suriyeyê dagir bike.

  • Armanca aborî ya dewleta Tirk çiye?

Beşeke din a êrişên Tirkiyeyê peywendî bi projeya Ova koy ve heye û dixwaze bi vê riyê li herêmên li ser sînor heta Şengalê bi kûrahiya 120 kîlometreyan xeta bazirganî ya stratejî ava bike. Ji ber asta peywendiyên xwe yên bazirganiyê li gel Iraq û bi riya Iraqê re ji bo welatên Kendav pêş bixe. Bi buhayê milyaran dolar û çendîn metre sêgoşe gaza xwezayî kontrol bike ku li deştên bajarê Enbarê hene.

‘Bi zextên hevpeymaniya Barzanî, Helbûsî û Sedir pêk tên’

  • Hûn têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê çi dibêjin?

Peywendî bi nakokiyên siyasî ve heye ku niha ji ber avakirina hikûmeta ya Iraqê hene. Dibe ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji aliyê hevpeymaniya sêalî ya di navbera Barzanî, Helbusî û Sedir de neçar kirîbe van êrişan pêk bîne. Yan jî dibe lihevkirinek di navbera wan de pêk hatibe ku ew jî li beramber şikestinek din de ev gav weke mijarek xelat û ceza avêtîbe.

  • Gelo li gorî we li pişt hevpeymaniya sêalî ya Barzanî, Helbûsî û Sedir dewleta Tirk a dagirker heye?

Ew stratejiya li pişt dirûstbûna hevpeymaniya sêalî heye, bêguman bi eşkere di berjewendiyên welatên herêmî de ye, bi taybet Tirkiyeyê de ye. Ew aliyên sereke yên tevlî hevpeymanê bûne, hegemonya Tirkiyeyê li ser wan serwere û PDK jî beşeke ji ecîndeya Tirkiyeyê. Beşek zêde ya rêveberên niha yên Sunne li pişt hilbijartina Iraqê hevdîtin û guftûgo li Enkerê li gel berpirsên Tirkiyeyê dikin.

  • Hun têkildarî îdiayên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yên têkildarî PKK’ê çi dibêjin?

Teşwîqker ê serekî yê ji bo van karan tenê çeteyî û kirêgiriya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê ye. Di heman demê de hewldana ji bo reşkirina hêzekî neteweyî û Kurdperwere ku dehan hezar şehîd ji bo azadiya welatan de daye û parastinê li kerameta vî gelî dike. Li her cihê Kurdistanê pêwîstiya welatiyan û xakê bi parastinê hebe, hêzên gerîla û HPG’ê amadene û ji bo ewlehî, aramî û gelê me xebatê bikin.

(ab)

 

 

Nûçeya berê

Wezîrê Nefta Iraqê: Wê biryara Dadgeha Federal weke xwe pêk were

Nûçeya pişt re

Welatiyên Soran ji hikûmeta Herêmê û Iraqê xwestin rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Hîwa Mehmûd Osman: Çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmralî ye

Hîwa Mehmûd Osman: Çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmralî ye

Pûşper 22, 2022
Salar Basîr: Em ê dagirkeriya Tirk bixin rojeva cîhanê

Salar Basîr: Em ê dagirkeriya Tirk bixin rojeva cîhanê

Pûşper 16, 2022

Rêveberiya Xweser: Em bi hemû hêza xwe ve ji bo parastinê amadene

Reşad Gelalî: Wê YNK parastvanek xurt be ji bo kêmkirina tevgera welatên herêmî

Nurten Çelebî: Heya kujer neyên dîtin emê dev ji vê dozê bernedin

Oxiz Beg: Min ji Tirkiyeyê re got sîxurtiyê nakim

Nûçeya pişt re
Welatiyên Soran ji hikûmeta Herêmê û Iraqê xwestin rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin

Welatiyên Soran ji hikûmeta Herêmê û Iraqê xwestin rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist