Li Bexda 4 endamên SOS Chretiens d'Orient windane

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient ya Fransa ragihand ku li Bexda 4 endamên wan ku 3 jê Fransî û yek Iraqî çend roj in aqûbata wan nediyare.


Rêxistina SOS Chretiens d'Orient ya Fransî ku li gel Komeleya Mesîhî ya Katolîk ve tê rêveberin ragihand ku 4 endamên wan ku 3 jê Fransî û yek Iraqî ye li nêzîkî konsolosxaneya Fransa ya li Bexda çend roj in winda bûne.

Rêveberê SOS Chretiens d'Orient Binyamîn Blanşar diyar kir ku ji roja Dûşema borî ve 4 endamên wan windane û nizanin ji aliyê kê û kîjan aliyan ve hatine windakirin û got; “Çend salin bi eşkere û çavdêriya rêveberiya Iraqê kar dikin û fermiyeta me heye. “

Rêveberê SOS Chretiens d'Orient Binyamîn Blanşar destnîşan kir ku ew endamên wan li nêzî konsolosxaneya Fransayê winda bûne û niha rayedarên Fransî û Iraqî ji bo diyarkirina aqûbata wan hevkariya hev dikin.

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient nasnameya endamên xwe eşkere nekir. Lê, eşkere kir ku agahiyên wan ên tam li ger aloziyên li Bexda hebûn.

SOS Chretiens d'Orient ji sala 2014’an ve li Iraqê kar dike. Karê xwe yê sereke li Hewlêrê bi rêve dibe. Alîkariyê dide mesîhiyan.

Rêxistina SOS Chretiens d'Orient li Sûriye, Lubnan, Misir jî kar dike. Yekemîn rêxistina xêrxwazî ya rojava ye ku li Rojhilata Navîn alîkariya mesîhiyan dike.

(ab)