'Li gorî pîvanên mafê mirovan nêzîkatî bi Ocalan re nayên kirin'

Endamê Parlamentoya Ewropayê Arne Gericke got: "Em dibînin ku Ocalan di girtîgeha take kesî de dimîne û li gorî pîvanên mafê mirov û peymana Cenewre nêzîkatî pêre nayên kirin, ev yek di heman demê de binpêkirina mafên Ewropayê ye."


Endamê Parlamentoya Ewropa yê ji Partiya Yekitiya Mesihiyan Arne Gericke, di hevpeyvînek taybet ji bo Rojnews'ê de têkildarî dagirkeriyên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî.

Arne Gericke di destpêka axaftina xwe de got: "Ez endamê Partiya Yekitiya Mesihiyanim. Pênc salin li ParlamentoyaYekitiya Ewropayê kar dikim. Endamên me yên dinjî hene ku kar li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Efrînê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku rewşa Efrînê tenê wekî ku li ser ragihandinan tê gotin neyê zanîn. Wisan baştire ku mirov bi xwe li deverê be û rastiya heyî bibîne û bizane li wêderê çi çêdibe."

Têkildarî dagirkeriyên deweleta Tirk jî Arne Gericke got: "Em gihiştine wê rastiyê ku Tirkiye mafên ku li nava NATO'yê de wergirtî, raste rast ji bo berjewendiyên xwe bi kartîne. Vî mafî ne ji bo rizgarkirin û alîkarîkirna welatiyên ku li wê deverê jiyan dikin bi kartîne, yanjî ne ji bo şikandina DAIŞ'ê û rizgarkirina herêmê ji dest DAIŞ'ê bi kartîne."

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan jî Arne Gericke wiha axivî; "Ez wekî parlementerek dixwazim ji dil çalak bim, bi taybet dema em niha dibînin Ocalan di girtîgeha takekesî dimîne û li gorî pîvanên mafê mirov û peymana Cenewre nêzîkatî pêre nayên kirin, ev yek di heman demê de binpêkirina mafên Ewropayê ye. Ewropayê jî ragihand ku PKK ne rêxistinek terorîste, ji bona vê nabe ku bivî awayî nêzîkatî li gel Ocalan were kirin."

Li ser armanca xwe ya di parlamentoya Yekitiya Ewropayê Arne Gericke destnîşan kir ku armanca wî li parlamentoya Yekitiya Ewropayê ewe ku rastî neyê wenda kirin û wiha pêdeçû; "Ger ew dost jî bin divê li gorî karên ku ew dikin em nêzîkatî biwan re bikin, ger ew divî warî de rastiyan binpê bikin, divê ji wanre were gotin, li aliyê dinjî divê hertim li berçav were girtin ku em qala kê dikin? Em qala Kurdan dikin, Êzidî û hemû Kurdên din dikin. Em qala çi dikin? Em qala dîrokek dikin, em qala çandek dikin ku xwediyê dîrokekî pênc hezar saliye."

Di dawiya axaftina xwe de Arne Gericke hêviya serkeftinê ji gelê Kurd re xwest û wiha axaftina xwe bi dawî anî; "Ez dixwazim bi berdewam li gel Kurdan bijîm, piştgiriya wana bikim, ez jiwana re bêjim ku jiyan ne tenê reşe, netenê tarî ye, nabe ku mirov jiber rabirdûyê xwe bê hêvî bike, divê em temaşey siberojê bikin, li gorî şert û mercan li hebûna xwe xwedî derkevin."

Arne Gericke kiye?

Arne Gericke li sala 1965'an li Hamburgê ji dayîkbûye, li sala 2014'an bûye Endamê Parlamentoya Yekitiya Ewropayê. Di nava çend partiyek siyasî de kar kirye. Di hilbijartinên sala 2009'an de di partiya xwe de di rêza yekem de namzed bû.Di sala 2013'an de wek Alîkarê Yekem yê Serokê Federal hate hilbijartin. Çend salek serokatiya partiya Xêzana Elmanya kiriye. Niha yek ji endamên tevgera siyasî ya Mesihiyên Ewropa (ECPM) ye, li parlamentoya Ewropa endamê Koma reformxwaz û parêzerên Ewropayê ye.

(şk)