Mamostayê zanîngehê: Eger şer rû bide jî wê dem kurt be

Mamostayê beşê zanista siyasetê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Zimkan Elî diyar kir ku Serokkomarê Amerîka ji bo careke  di hilbijartinê de serbikeve, dixwaze aloziyê li gel Îranê heta hilbijartinên serokkomariyê ya dema bê dirêj bike û got; "Bi ti awayî şer di navbera Amerîka û Îranê de rû nade. "


Mamostayê beşê zanista siyasetê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Zimkan Elî têkildarî aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û encamên ambargoya Amerîka ya li ser Îranê bersiva pirsên Rojnews'ê dan.

'Serokê  niha yê Amerîka şer naxwaze'

- Nakokiyên Amerîka û Îranê ber bi kûve diçin?

Gelek qala pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de tê kirin, lê ez vê yekê dûr dibînin. Ji ber ku di berjewendiya herdu aliyan de jî nîne. Di navbera hêzên Amerîka û Îranê de nehevsengiyek mezin heye. Bi bawerî Îran wê di vî şerî de bin bikeve. Dibe ku Îran niha bikare ji bo Amerîka hinek pirsgirêk çêbike. Lê, eger bigihe asta şer wê Îran bin bikeve. Wê Amerîka jî gelek pere bi mezibîxe û qurbaniya madî û manewî bide. Li gorî min serokê niha yê Amerîka vê naxwaze. Yan nikare vê bike. Ji ber ku Trump bazirganek siyasî ye. Timî qala vê yekê dike ku ka çiqas pere ji bo Amerîka aniye.

'Trump dixwaze di hilbijartinê de bêje kariya çi bike'

- Ji bo çi Amarîka van zextan li ser Îranê dike?

Ji ber dirûşm, yekem peywendî bi navxweyiya Amerîka ve heye. Niha hilbijartinên serokomariya Amerîka nêzik bûye. Trump dixwaze di hilbijartina bêje ku karî çi bike. Dixwaze bêje, karî desthilata Îranê ya li herêmê berfirehe, kêm bike. Temeşe bike, li Sûriyeyê dibe ku di warê şiklî de Amaerîka destpkeftî hebe, lê, di pratîkê de Îran serkeftiye. Di pirsgirêka Libyayê de rola Amerîka nîne, li Iraqê rola Îranê ji ya Amerîka zêdetire. Lewma divê desthilata Amerîka tiştekê bike. Dema ku vê hêza zêde ji bo Kendavê dişîne, ji bo bala cîhanê û welatiyên Amerîka bikêşîne ye. Wêneyekî ji bo Trump çêbike ku di warê biryardariyê de kesek wêreke.

'Îhtimana rûnedana şer ji rûdana şer zêdetire'

- Ango li gorî we wê şer rû nede?

Dema ku dibêjin şer rû nade, nayê wateya ku axaftina dawî ye. Li gelek cihan hêzên Amerîka û Îranê hene, li hinek cihan, çend kîlometreyan ji hev dor in. Lê, eger îhtimala rûnedana şer ji rûdana şer zêdetire. Ji ber ku ji Amerîka re mesrefekî gelek zêde ye û ji bo Îranê xwekujiye. Lê, Amerîka dixwaze dixwaze dijberiya xwe ya li hemberî Îranê berdewam bike. Stratejiya Doland Trump ewe ku timî Amerîka li cîhanê û Rojhilata Navîn biparêze.  Lewma dixwaze her hêzekî dijberiyê bike lewaz bike.

'Îran metirsiyek mezin e'

- Îran gihiştiye wê astê ku li ber berjewendiyên Amerîka bibe metirsîdar?

Di rastiyê de, Îran metirsiyek mezin e. Lê, mijar ewe ku kê Îran mezin kir. Berê li hemberî Îranê di warê rojava de rejîma Seddam li Îranê hebû. Rejîma Baas li dijî Îranê bû. Li aliyê din li Afganistanê Talîban hebû. Amerîka Îran bi hêz kir. Rejîma Iraqê û Talîban ji bo ji holê rakir.

'Îran li Iraqê hevrikek mezine li ger Amerîka'

- Heta niha Îranê li Iraqê çi pirsgirêk ji bo Amerîka çêkiriye?

Li Iraqê, Îran hevrikek mezin ê Amerîka ye. Amerîka li Iraqê şikestinek mezin xwar. Di sala 2011'an de ji Iraqê vekişiya. Piştiyek mezin a Malikî girt. Lê, Malikî Sune ji dewleta Iraqê dûrxistin, neçar kirin ku pala xwe bidin DAIŞ'ê. Amerîka û Îranê li Iraqê şer ji bo berjewendiyên xwe kirine. Li gorî Amarîka ji ber ku li Iraqê şerê DAIŞ'ê bi dawî hatiye,  divê li Iraqê serdest be. Lê, dîtin ku rastî hêzekî ya Îranê hatin. Îran bi riya rêxistin û perwerdekirina komên şîe hêz peyda kir. Hevpeymanên Iraqê di hilbijartinê de dengên baş bi dest xistin. Amerîla zû bi zû hevpeymanên xwe  bê hêvî dike. Lê, Îran timî hebûna wê li herêmê hebû û hevpeymanên xwe bêhêvî nakiriye. Lewma mirov dikare bêje êdî  rewşa Îranê ji Amerîka baştir bûye.

- Niha Amerîka arteşa Îranê xistiye di nava lîsteya terorê de û zextê li tevgera Îranê ya li herêm dike gelo wê ev yek desthilata Îranê ya li herêmê kêm kiriye?

Na, berevajî. Amerîka ji ber çi biryar da ku wan karmendên ku karên wan nîne li konsolosxaneya li Herêma Kurdistanê û Iraqê veşikişîne. Ji ber ku gelek ji hebûna Îranê ya li Iraqê ditirse. Ji bîra me neçe, hindek ji komên nêzik Îranê hene, guh nadinê. Weke mînak Hizbûlah û Nuceba.

'Niha armanca Amerîka ne guhertina rejîma Îranê ye'

- Eger şer rû bide wê li Îranê rû bide yan ji wê ji derveyî sînorê Îranê rû bide?

Li gorî min wê bi ti awayî şer rû nede. Niha armanca Amerîka  ne ewe ku bi riya leşkerî  rejîma Îranê biguhere ye. Aramca wê li ser Îranê çêkirina gelek zextane. Lê, dibe ku di nava Îranê de zext bibe sedema rûxîna Îranê. Lê, xelkê Îranê jî temaşeyî rewşa Sûriye û Iraqê dikin û dibînin ka guhertina rejîmê çiqas ziyan bi xelkê gihandiye. Lewma dibe ku dest bi guhertina rejîmê nekin.

- Li gorî we wê zextên Amerîka yên li ser Îranê bigihîn kûderê?

Eger îhtimala şer hebûya, niha Qasim Silêman xelk kom dikir û ji bo wan diaxivî. Wê amadekariya şer bikiriya. Ger şer ji rû bide, wê bûyerên biçûk bin û wê bi lez bi dawî bibin. Ji ber ku dewletên herêmê jî naxwazin şer rû bide.

- Gelo wê zext wiha bikin ku Îran şertên Amerîka pêk bîne?

Muheqeq. Îranê berê jî ji ber zextên aborî û leşkerî neçar bû biçe li ser masaya guftûgoyan. Di sala 2015'an de peymana Nukelerî îmze kir. Niha ji di nava xwe de rewşa Iranê xirabe. Desthilata Îranê sînorên xwe dizane. Lewma îhtîmal heye lihevkirinên nû pêk bîne.

(ab)