Di 75’emîn salvegera rûxana Komara Mihabatê de, Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Koyeyê Dr. Hoşmend Şêxanî diyar kir ku Komara Kurdistanê ya pişta xwe bi Artêşa Sor û Yekîtiya Sovyetê ve girê dabû û bîr li rêxistina navxweyî nekirîbû, ev jî sedema bihêz a rûxîna wê bû.
22’yê Çileya 1946’an li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mehemed ve hate damezirand, piştî 11 mehan di 17’ê Kanûna heman salê de hate rûxandin. Qazî Mihemed jî di 31’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçirayê ya ku komar lê hatî damezirandin hate darvekirin. Ango li cihê ku komara Mahabat lê hatî îlankirin, hate darvekirin.
Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Koyeyê Dr. Hoşmend Şêxanî ku pisporê dîroka Îranê ye û li ser Komara Kurdistanê çend lêkolîn kirine, têkildarî sedemên rûxana Komara Kurdistanê bersiva pirsên Rojnews’ê da û diyar kir ku sedemên ku komara Kurdistanê ji ber rûxan heman sedem li Herêma Kurdistanê jî hene.
- Girîngiya Komara Kurdistanê ji bo wê demê û niha çibû?
Li Mihabatê damezirandina Komara Kurdistanê di serdema xwe de, piştî şerê cîhanê yê duyemîn, ew rewşa ku welatan û bi giştî cîhan û Îran ketîbûnê girîngiya xwe hebû û destkeftiyek baş bû. Ji ber ku Kurdan karî careke din hikûmranî û hikûmetekî xemalî biceribîne. Her çiqas şert û mercên navneteweyî û herêmî li gel amadekariyên navxweyî ji bo çêbûn û ragihandina yekem komara Kurdî destdayî bû, lê tişta ku ji bo niha sûd û girîngiya xwe hebe, mixabin piştî 30 salên hikûmraniya Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê nekariye hikûmekî bêsûc damezirînin.
- Sedema rûxana Komara Kurdistanê çibûn û ji ber çi vê komarê nekarî zêdetir bimîne?
Gelek sedem bûn sedema rûxana Komara Kurdistanê ku dikarin weke sedemên navxweyî û derve parve bikin. Sedemên derve, weke lihevkirina rejîma Îranê û Yekîtiya Sovyetê ku Îranê soza dayîna neftê bû Sovyetê, daku artêşa Sovyetê ji Îranê vekişe û alîkariyê nede Komara Kurdistanê, ev sedema sereke ya rûxîna Komara Kurdistanê bû. Ji ber ku Komara Kurdistanê jî pişta xwe dabû artêşa Sovyetê. Herwiha di wê demê de şerê sar ê di navbera Sovyet û Emerîkayê de jî xaleke din a rûxîna komarê bû. Ji ber ku ew hêzên ku soza alîkariyê dabûnê, bûne qurbanê Îranê, artêşa Şah ji bo herêmên Kurdistanê vegeriyan û ti kesê jî alîkariya Komara Kurdistanê nekir.
- Sedemên navxweyî yên rûxîna Komara Kurdistanê çibûn?
Sedema navxweyî jî belavbûn û parçebûna hêzan bû, bi taybet ew hêzên ku li ser bingehê êşîrtî hatibûn rêxistinkirin. Nekarîn artêşek nîzamî pêk bînin. Ji derveyî vê jî beşek ji serokeşîran xiyanet li Komar û Pîşewa Qadî Mihemed kirin. Bi pîvanên hikûmeta xwemalî ve girêdayî nebûn ku vê jî wiha kir ku komar zû birûxe.
- Gelo ferq û cudahî di warê çawaniya hikûmranî û şêwazê reveberiya de di navbera Komara Kurdistanê û desthilata niha ya Herêma Kurdistanê de heye?
Bêguman xalên cuda û yên dişibin hev hene. Weke pirsgirêka sînor ku herdu desthilatan pirsgirêk hebû û nebûne xwedî artêşek niştimanî ya yekgirtî. Ew siyaseta navneteweyî ya wê demê hebû niha ji heman siyasete û ne bi dilê Kurdaye. Kurdan jî nekariye bi jîrî danûstandinê li gel welatên zilhêz bike û bi sûdê xwe bi kar bîne. Ji derveyî vê jî temenê komarê gelek kin bû ku dibe ku hinek caran giliyê dîrokî jê were kirin, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 salane hikûm dike, lê nekariye bingehek tendurist ji bo rêveberinê ava bike.
- Komara Kurdistanê çiqas peyama hikûmranî û dewletdariyê di nava desthilata xwe de dirûst kirîbû?
Bêguman Komara Kurdistanê pişta xwe dabû Artêşa Sor û Yekîtiya Sovyetê. Ewqas bîr li rêxistinkirina nava xwe nekirîbû. Her çiqas kesayetiya Qazî Mihemed û hebûna rêxistina Jêkav havên û xala bihêz a avakirina komarê bû, lê biqasî bi derve girêdayî bû, hewla avakirina peyamekî dewletdarî nedanîbû. Her çiqas qonaxa wê serdemê li gorî niha cuda bû, lewma nabe bi çavê niha temaşeyî Komara Kurdistanê bikî.
- Gelo desthilata Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê ji Komara Kurdistanê ders wergitine?
Kurdan di warê xwerêveberinê de gelek kêmûkurtî di pîvanên girîng ên dewletdariyê de hebû. Eger qala hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ev 30 salin xwe bi rêve dibe, lê hîn nekariye binesaziya aborî ava bike ku di demekê ye aboriya welat tê talankirin. Kurdistan xwedî aboriyek bihêze, lê welatiyên Kurd sûdê jê nabînin. Vê yekê li gel ferdê Kurd ve hestên niştimanî û neteweyî lawaz kiriye. Herwiha nabûna artêşa niştimanî ku dikare pêşiya dijmin bigire, lê weke serdema Komarê, hêzên hizbî û kesayetî ava kirine. Ev jî ji bo dewletdariyê neguncave. Di heman demê de sîstema perwerdeyê nekariye ferdê tendurist û hişyar biafirîne ku pêşeroja welat in. Lewma dikarin bêjin, hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê aborî, perwerde û hêza nîştimanî de şikestiye.
- Gelo weke Komara Kurdistanê metirsî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê heye?
Em naxwazin desthilata me ya xwemalî bişkê, lê bûyerên dîrokî timî îhtimalên dûbarebûnê hene. Dûr nîne, di dema vekişîna hêzên Emerîka ji Iraqê, Herêma Kurdistanê bikeve li ser êrişên herêmî. Ji ber ku di serdema Komara Kurdistanê de, dema ku artêşa Sovyetê vekişiya, Komara Kurdistanê bihêsanî rûxa.
- Eger di nava xwe yekrêzî, yekgirtin û demokrasiya rasteqîn pêk bînin, gelo wê temenê desthilata Kurdî zêdetir nebe?
Yekrêzî û yekîtiya netewî mijarek dîrokî ye. Ji bo dilê helbestvan, dîrokvan û siyasetmedarên disoz û rêveberên welatparêz ax û daxek mezine. Ev sedemeke û li gorî min rû nade.
- Gelo çima nikarin yekgirtî bîn û gelo sedem çiye bi vî awayî bêhêvî?
Ji ber ku di dîroka sedan salan a serboriya me de, ev yekbûn û yekgirtîn nîne. Ji ber ku peywendiya vê bi rêveber û desteya siyasî ve heye. Desthilat berdewam ji bo mayîna xwe hewla razîkirina derdora xwe dide, ne razîkirina gelê xwe. Lewma di vê corê rêveberina niha de yekbûna neteweyî zehmete pêk were.
- Gelo partiyên siyasî yên hikûmraniya Herêma Kurdistanê karîne hestên neteweyî û hezkirina niştiman li gel Kurdan pêş bixe?
Eger ez jî qala vê nekim, tu bi xwe ê encamê bibînî. Ji ber ku ji 100 ciwanan 10 ciwanên ku dilsoziyê ji bo welat bînin ziman nabînî ku ji bo welat bi cih bihêzin ax û heyfê dixwazin. Ji ber ku divê di nava 30 salan de karek hatibûya kirin ku rola ciwanan di avakirina aborî û rêveberiyê de hebûya, lê dîroka 30 salên borî ya vê desthilatê ewqas me reşbîn dike ku hindek hêviyê me pê nayê.
- Li gorî nexwendina we ya ji bo dîrokê, rêxistin, partî û desthildariya Kurdî di nava 30 salên borî de pêşeroja Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
Eger em berdewam bûyeran binirxînin, guman têde nîne ku mayîna desthilta hikûkraniya Kurdî peywendî bi siyaseta navneteweyî ve heye. Her dema ku siyaseta navneteweyî li van herêman guhertin têde çêbû, yan wê dawî vê desthilatê bînin yan jî wê berfirehtir bikin. Tişta ku navxweyî de heye, mijara krîza darayî, nebûna bernameya reformê, nemana hestên neteweyî û lawaziya ferdê Kurd, hezkirin û negirêdanbûna bi hikûmraniyê re ye. Li mêzên biryarê nemana desthilatê ye, lê siyaseta navneteweyî hiştiye.
(ab)