Mihemed Nasir: Ocalan gihiştiye lûtkeya felsefeya aşiti yê

Derûnas û Mamostayê Zanîngehê Dr. Mihemed Nasir diyar kir ku li gora wî Ocalan gihiştiye lûtkeya felsefeya aşitiyê ku di cîhanê de çend kesek gihiştine wê astê. Têkildarî aşitiya nava Kurdan jî got; “Ocalan yek ji aktorên bihêze ji bo pêkanîna aşitî û kongreya netewî ya Kurd.”


Derûnas û Mamostayê Zanîngeha Koyê Dr. Mihemed Nasir di vê hevdîtinê de têkildarî peyam û hewildanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên ji bo aşitiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, herwiha tezên wî yên ji bo aşitî û bi hevre jiyankirina gelan ji Rojnews’ê re axivî.

‘Aşitî ji pênc beşan pêktê’

Dixtor Aşitî çiye? Ji kîjan rewşan re tê gotin aşitî û çawan dinava civakê de aşitî pêktê?

Beşa giştî ya aşitiyê ji nemana şer û rûbirûbûna wê re tê gotin yan jî ji nemana şer re tê gotin. Lê di pênaseya nû de jêre tê gotin aşitî pênc beşên xwe hene ew jî pêktên ji, parastina gel, azadiya bîr û ramanê, mafperwerî, jiyana xweşî û hevsengiya jîngehê. Di berê de aşitî li ser destê serok eşîr, rihspî û rêvebirê malê pêkdihat, lê piştî avabûna dewlet û împaratoryetan, aşitî bi pêşbazî û aloziyên leşkerî ve hate girêdan.

‘Peywendiya xwe bi sedemên jîngehê ve heye’

Çima dinava Kurdan de aşitî pêknayê?

Şer ne tenê dinava Kurdan de heye, ger temaşe bikin li  hinek cihên wek Balqanan, Bosna, Sirb û Efrîqayê zêdetirî 200 ta 500 sal in şer heye. Lê ger behsa Kurdistanê bikin, beşek jê peywendiya xwe bi sedemên jîngehê ve heye. Bapîrên me cihek ji bo jiyanê hilbijartine ku cihek gelek asê ye, li van deveran mirovên gelek bi hêrs çêdibin. Ji berku jiyana xwe bi zorê birêve dibin. Ji bilî vêya pisporên siyasetê dibêjin ji ber şerên dewletên bihêz ên cîhanê bandora xwe li ser kesayetên civakê kiriye. Wisan bûye ku xelkê vê deverê bihêrsbin.

‘Peywendiya xwe bi sîstema perwerdê û jîngeha têde mezin bûyîn ve heye’

Ev sedemên giştî bûn, lê yên peywendiya xwe bi Kurdan bi xwe re heye çiye?

Ez ne zêde pisporê siyasetê me, lê ger wek kesek perwerdekar temaşe bikîn dibînin rêjeya kêm a xwendinê sedemek sereke ye. Ez di hemû lêkolînên xwe de gihiştime wê encamê ku ger di qonaxa seretayî de bi başî neyê perwerdekirin û waneyên zanist, bîrkarî, mafê mirov û hwd baş nehatin dayîn, piştre tû çibikî encam nagire. Siyasetmedarên me gelek salan li çiya camêrî kirin, lê dema ku hatin bajêr ya ku li çiya kirin jî vala hiştin.

Tiştek wisan taybet nine ku çima dinava Kurdan de aşitî pêknayê, peywendiya xwe bi wê sîstema perwerdê û jîngeha tê de mezin bûyîn ve ye. Ji berku sîstema perwerdê gel perwerde dike, li cihê ku rêxistinkirin û perwerdeyek baş têde heyî li wê derê mirovên aşitîxwaz û bi îrade têde perwerde bûne. Ji bo mînak, ji beriya 80 salan Şueyan karîn mirovên xwendekar, bi îrade û aşitîxwaz perwerde bikin, niha jî şun pêyên wana diyare. Piştî avabûna PKK’ê û di jêr bandora PKK’ê de karên baş hatin kirin. Ji bilî wan cihan  li hemû cihên din ên vê deverê perwerdeyek neserkeftî tê dayîn.

‘Ocalan gihiştiye lûtkeya felsefeya aşitîxwazî’

Dixtor, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di piraniya peyamên xwe de behsa aşitî û projeyên çareseriyê dike, di peyama wî ya herî dawî de jî amadebûna xwe ji bo aşitiyê nîşan dide, hun têgihiştina Ocalan ya ji aşitiyê re çawan dibînin?

Ocalan di peyamên xwe yên Newroza salên 1995-1996’an de dibêje, ‘hun me nekujin, ji berku ger em tûne bibin hunê bê muçe bimînin.’ Yanî dibêje şerek cidî li gel me de nekin, em jî şerek cidî li gel we de nakin. Li Îmralî jî hîn ji despêkê ve hewil ji bo aşitî daye. Hewildanên wî ji bo aşitiyê gelek cidî ne. Herwiha  hinek kiryarên pratîkî jî ji bo aşitiyê kiriye. Ji bo mînak di sala 2013’an de got, ‘azadiya min nekin pêşmerc ji bo danûstandinan.’ Ev helwesta seroke ke ku dixwaze peyamek nû ya aşitîxwazî fêrî gelê xwe bike. Peyama nû ya aşitîxwazî dibêje, wêneyê serokan zêde mezin nekin, wêneyê fermandeyên xwe jî mezin nekin. Ji berku dema we wî zêde mezin kir, tê wê watê ku tû dirêjî bi xebata çekdarî û şer didî. Yan jî eger li pişt serok şaredarek wêneyek mezin ê serokek hat danîn tê wateya ku ew ji gel re dibêje ez bi mantiqê vî serokî li gel wede di axivim.

Peyam û kiryarên xweragiriya Ocalan ya li Îmralî hêvêneke ji bo aşitiyê. Yaku Ocalan dinava 20 salên derbasbûyî de kirî, kesayeta xwe parastiye, piştî wê jî dorpêça tûnd ku çend salên derbasbûyî li ser hebû, piştî dorpêç hatin şikandin di yekem hevdîtina xwe de daxwaza aşitiyê dike. Ez wek derûnasek ku ez bixwe jî di girtîgehê de mame û min li gel girtiyan gelek kar kiriye, dikarim bêjim, dilniyame ku Ocalan gihiştiye lûtkeya felsefeya aşitîxwazî. Gihiştiye wê astê ku mîna wî tenê dikarin navê Ghandî û Mandela yek du fîlozofên din ên Hindî û Çînî bînin. Yanî di cîhanê de 10 ta 12 kes gihiştine wê astê. Lê yê nêzî me serok Ocalan e.

‘Divê aşitî deverek berfireh bigre nava xwe’

Hewildanên Ocalan ên ji bo aşitiya nava gelan û bihevre jiyana gelan çawan dibînin?

Li cem me tişek nine bi navê aşitî tenê ji bo Kurdan. Ger mirov hinek asode be û ji bandora dîroka şerê sê çar hezar salî rizgar bibe divê aşitî deverek berfireh û wan gelên di herêmê de hemû bigre nava xwe.

Yanî ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatî kirin pêngavekî pratîkî ye ji bo aşitiyê?

Belê ew pêngavek pratîkî ye. Ji berku li Rojava rê bi azadiya jinan hatiye dayîn. Azadiyek tam heye. Min îro di kanalan de dît ku ew çeteyên DAIŞ’ê di kampan de bi heman awayê berê bawermendiyên xwe dikin, heta dirûşim û daxuyaniyên çeteyên DAIŞ’ê didin. Kes astengiyan jêre dernaxin. Herwiha dibînin ku perwerdeya Rojava biryar da tû dibistan û zanîngehek taybet nemîne. Ji vê diyar dibe ku rêveberiya Rojava dixwaze aşitiya çînan pêkbîne û cûdahiya çînan jî nehêle. Bi rastî jî Rojava kariye vê xebatê bi awayek gelek baş birêve bibe.

‘Dahata welatê xwe ji bo şer xerc dike’

Li vê herêmê tevî ku bandora hêzên navnetewî li ser pêknehatina aşitiyê hene û dewletên herêmî jî bandora wan hene, nêrîna we li ser van hewlên şerxwazî yên dewleta Tirk ku hem êrîşê Rojava hemjî êrîşê Başûrê Kurdistanê dike çiye?

Tirkiye balafira Rûsya xist xwarê, niha jî bûye hevalbendê Rûsya, dixwaze çekên pêşkeftî ji Rûsya û Amerîka bikire. Hemû dahata welatê xwe ji bo şer xerc dike. Li gorî ku di medyayê de derketî divê cejnê de li Enqere û Stenbolê gel nedikarîn nîvkîlo şekrok ji bo cejnê bikirin. Pereyê Tirkiye bê nirx bûye. Ev yek jî hemû ji ber şerê desthilatdarî û dagirkeriyê derketiye holê. Ev yek ne tenê li Tirkiye heye, li vê herêmê jî hinek kesên nêzî serokkomar û serokwezîr    û desthilatê hene ku têkiliyek a wan bihevre heye, bazirganiya neftê, çîmento, şîş û tiştên din dikin. Ev biryarê didin ku li vê herêmê şer hebe yan na. Temaşe bikin dema ku çeteyên DAIŞ’ê erîşê van herêman kirin û  metirsiyek mezin li ser herêmê çêbû, hinek ji berpirsên Şie, Sûne û Kurd bazirganiyê li gel wan dikirin. Ji bona wê pêkanîna aşitî livê herêmê hinek zehemete. Lê divê em her xebata xwe berdewam bikin.

‘Ya di destê me de heyî jî wê biçe’

Başe ger aşitî di nava Kurdan bi xwe de pêkneyê, çi ziyanek bi Kurdan dikeve di nava van guhertinên ku li herêmê pêktên de?

Wê di warê perwerdeyê de paşkeftinek mezin bi xwere bîne, di aliyê siyasî û aborî de jî ya di destê me de heyî wê ji dest me biçe. Ger aşitî dinava aliyên Kurdî de pêkneyê wê her yek biçe pişta xwe bide Tirkiye, Iraq û Îranê. Bi vêre jî wê bingehê ewlehiya welat wêran bibe. Wê tû tiştekî vî welatî nemîne. Wê çavkaniyên serxak û binxak wêran bibin.

‘Pêngavên stratejîk û lidarxistina kongreya netewî’

Ji bo aşitî dinava Kurdan de pêkbê divê çibikin?

Hinek hewildanên me yên aşitîxwaziyê hene, wek ew hewildanên Qazî Mihemed, Mam Celal û Ocalan kirîn. Herwiha Mesûd Barzanî jî dibêje carek din rê nadin xwîna Kurd bi destê Kurdan birije. Ger partiya wî di pratîkê de vê yekê bike hewildanek başe. Divê despêkê kar ji bo van hewildanan bikin, piştre dikarîn kesayetên xwe di perwerdeyek aşitîxwaza ne re derbas bikîn. Divê ji dibistanan despêbikin, herwiha pêngavên stratejîk ku divê yekîtiya netewî bihêz bikin û kongreya netewî lidarbixin. Herwiha ew kongreya sala 2013’an bi pêşengtî û pêşniyara Ocalan pêkhat divê li ser xebatên wê kar bikin. Ji berê wê jî divê em gel ji bo yekîtiya netewî ya Kurd amade bikîn.

 (şk)