Moînî: Li Îranê hêza herî bi rêxistinkirî Kurd in

 Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî diyar kir ku yekîtiya di nava hêz û aliyên Rojhilatê Kurdistanê girînge û got ku îro ji bo Kurdan derfetekî guncav û zêrîn heye, ji bo ku bikarin bigihin hêvî û armancên xwe. Herwiha eşkere kir ku dibe îro şoreşa 1979'an a gelên Îranê berdewawam bike.


 Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî têkildarî, aloziya di navbera Amerîka û Îranê ku her ku diçe kûr dibe, amadekariyên Kurdan ên ji bo guhertinên ku çêbibin, girîngiya yekîtiya hêzên Rojhilatê Kurdistanê ya divê demê de, projeyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) yên ji bo vê qonaxê bersiva pirsên Rojnews'ê da.

'Dibe îro şoreşa 1989'an a gelên Îranê berdewawam bike'

- Hun rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya niha çawa dinirxînin?

Îran di qonaxek ambargoya aborî de ye. Di rewşek neasayî de derbas dibe. Ev rewş encama siyaseta 40 salan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi taybet siyaseta henardekirina  şîeyan a duwazde îmamî ya  ji bo derdora xwe, vê hinekê wiha kiriye ku hemû netewe û dewletên derdorê bikevin jêr metirsiya desthilata siyaseta Komara Îslamî ya Îranê de. Lewma di vê qonaxê de di rewşek neasayî de ye. Rewşekî ku roj bi roj ber bi xerabûnê diçe. Ev ambargo jî ewqas din rewşa Îranê di warê aborî, siyasî, navneteweyî û dîplomatîk de xistiye rewşek gelek metirsîdar. Ev jî bêguman, derfetê dixulîqîne ji bo gelên Îranê ku bikarin bigihîn azadiya xwe ku 40 sale ketine jêr desthilata sîstema Totalîter û dîktatorî de. Dibe îro şoreşa gelan a sala 1979'an berdewam bike û bigihe armanca xwe.

'Dema ku sîstema netewey-dewlet dikeve krîzê rola Kurd derdive'

- Di pêşeroja Îranê de gelo rewşa Kurdan berbi kûve diçe? Ji niha hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê çiqas amadekariyên xwe kirine?

Li herêmê tim di guhertinên sîstema dewlet-neteweyê de Kurd faktora bingehîn in. Ne tenê li Îranê, li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê jî dema ku sîstema dewlet-netewe dikeve krîzê rola Kurdan derdikeve. Em dizanin Kurd di qonaxa niha de weke neteweyek bihêz derketiye. Bi rola çareseriyê di aloziyên li Rojhilata Navîn û hem li Îranê de derketivin pêş. Li gorî nêrîna min, li Îranê Kurd bihêztirin hêzin û li hemû Îranê hêza herî bi rêxistinkiriye. Xwestekên wê diyare ku azadî, wekhevî û neteweyî di nava xwe digirin. Di vê çarçoveyê de li Îranê Kurd dikarin ji gelek tevgeran re  pêşengiyê bike.

'Pêwîste Kurd di warê siyasî û rêxistinî de yek deng bin'

-Di vê rewşê de ew erkên ku dikeve li ser milên aliyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û muxalefeta îranê çine?

Girînge Kurd di warê siyasî, rêxistinî û warên din de yek deng bin. Bi taybet di vê rewşa guhertinên di vê qonaxa hestyar de ya çêdibin girînge Kurd bikarin bi yekdeng û yek xwestekê li hemberî sîstema dewletê yan jî her sîstemekî ku piştî Komara Îslamî ya Îranê pêk were raweste. Ez di vê baweriyê de me ku derfetekî guncav û zêrîn ji bo Kurdan pêk hatiye, ji bo ku bikarin bigihin hêvî û armancên xwe. Lewma girînge hemû hêzên siyasî piştgiriya hev bikin.

'Me projeyek ji 10 salan pêşkêş kir'

-Weke PJAK berê we ragihandibû ji bo her guhertinek li Îran û Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên me hene, ji bo rewşa niha û yekîtiya hêzên Kurdan  ti projeyek a we heye?

Ji bo hemahengiya zêdetir a di navbera hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê me projeyek 10 xalî pêşkêş kiriye. Ji bo vê projeyê jî me serdana piraniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Herwiha di medyayê de ji hate weşandin. Di projeyê de me qala çend xalên sereke kiriye. Yek ji wan xalan jî nemana hêzên girêdayî hizbane. Li gorî me divê hêzek nîştimanî hebe ku destkeftiyên azadî biparêzin. Peyama xwe bigihin dewletên dagirker û faşîst ên herêmê û dostên xwe ku Kurd bi giştî gihîştine qonaxekî siyasî ya bilind û dikarin heta serketinê xebata xwe berdewam bikin.

- Nêrînên aliyên din ên Rojhilatê Kurdistanê li ser projeya we çibû? Ji bo rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê dikare çi bi xwe re bîne?

Dikarin guftûgoyan li ser bikin. Li gorî rewş û nêrînên cuda ên partiyên din dikare guhertin têde pêk werin. Ji ber ku ev projeyek  ku PJAK'ê weke yek alî pêşkêş kiriye. Di diyaloga partiyên cuda de dikarin xalên cuda jî li ser zêde bikin yan ji kêm bikin. Lê, ya girîng ewe ku divê hemû kes bizanibe ku hizrandin li ser projeya me çêbûye û di berjewendiyên siyasî yên Kurdistanê de ye. Yek ji xalan ewe ku hemû partî nûnerên xwe hilbijêrin û di çarçoveyekê de ji bo siyaseta di asta navneteweyî de ew biçin diyalogê bikin. Bi navê Rojhilatê Kurdistanê ne bi navê partiyek siyasî. Hêzekî rêxistinkîrî ya hevbeş me hebe ku bikare parastina destkeftiya bike, ne bibe milkê partiyekê.

Em dixwazin hêzekî hevbeş ava bikin. Ji bo ku eger partiyek li gel partiyek din pirsgirêka wê çêbû, zarokên vî gelî nedin kuştin. Kurdistanê ezmûna zêdetirî 60 salan a hevdu kuştinê heye. Heta niha encama wê ji nebûye tiştek. Desthilata Başûrê Kurdistanê mînakeke ku bi navê Kurdayetiyê referandûm kir û nîvê Kurdistanê radestî dagirkerên Kurdistanê kir. Ev çi Kurdayetiye ku nîvê xaka Kurdistanê bi hêsanî radest dike? Lewma girînge niha Kurdên azad û welatparêz daxwazên xwe eşkere bikin ku ji bo parastina nîştimanê xwe xebat û têkoşînê dikin.

-We qala girîngya yekrêziya Kurdan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê kir, gelo astengiya li pêşiya yekîtiya Kurdan çiye?

Di çarçoveya hizbî de hinek berjewendiyên aborî, malbatî û şexsî hene ku bûne asteng li pêşiya lihev nêzîkbûna partiyên siyasî. Nabêjin bila hemû Kurd weke hev bihizrin, ev tiştek xeyalî ye. Lê, Kurd dikarin di proseeyek dîrokî de ji bo gihiştina armancên xwe yên ji bo lawazkirina şovenîzmê û lawazkirina derxistina dagirkeriyê ji Kurdistanê bi hev re gavan bavêjin. Herwiha di proseyek demokratîk de gel dikare biryara xwe li ser nêrîn û paradîgmaya cuda ya di nava partiyan de bide. Di çarçoveya felsefeya cuda de nirxandinê li ser bikin. Lê, niha qonaxekî hestyar derketiye pêş û divê partiyan ji vê hestyariyê li bar çavan bigirin. Gav ji bo aştî û lihevnêzîkbûna û têgihîştina hevdu bavêjin ku qala partiyên siyasî dikim, qala wanên ku koleyên desthilatê ne nakim. Ji ber ku hinek partiyên siyasî hene, koleyên desthilatê ne û bûne amûr û têne bikaranin. Bûne rênîşanderên dewletên Îran û Tirkiyeyê.

Ew siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ne siyasetek nîştimaniye, koletiye. Ew ji tenê xizmetê ji bo dagirkerên Kurdistanê dike û temenê wan dirêj dike. Ji ber ku ew sîstemane ber bi dawî diçin. Lewma girînge li pêvajoya nû de bibin mînake, ne her ji bo welatên derve yên weke Îran û Iraqê. Belku  ji bo hemû herêmê bibin modelek demokrasiyê ku ev pêvajo bikare azadî û wekheviyê pêk bîne. Bêyî ku mirov ji vê bitirsin ku desthilat wê wan zîndanî bikin yan bêxin bin zextên siyasî û aborî de.

(ab)