BOTAN GERMIYANÎ/ROJNEWS
Li ser qetilkirina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî re 23 roj derbas bûn, lê hîn jî kujerên wî nehatine girtin. Hevjîna Mihemed Zekî Çelebî dibêje; “Hêzên ewlekarî û desthilatdarên Herêmê neçarin kujeran bibînin. Ji ber ku ez jî neçarim bersivek bidim zarokên xwe, heya kujer neyên dîtin, emê dev ji vê dozê bernedin.
Di şeva 17’ê Gulana 2022’an de welatparêzê Kurd yê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwaringeha xwe ya li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Çelebî piştî 17 saetan li nexweşxaneyê jiyana xwe dest da. 23 rojin kujerên Çelebî nehatine girtin.
Di 23 Gulanê de jî cenazeyê Çelebî bi merasîmek giştî ber bi Bakurê Kurdistanê ve rêkirin. Di şeva 27’ê Gulanê de cenazeyê Çelebî dibin dorpêça polîsên Tirk de li bajarê Wanê spartin axê.
Îro 23 rojin biser qetilkirina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî re derbaz dibe, lê hîn jî kujer nehatine girtin û ti saziyek hikumetê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belavnekiriye. Tevî wêne û dîmenên kujeran jî derketin holê, lê heya niha jî hikumetê tiştek negotiye.
Hevjîna Mihemed Zekî Çelebî, Nurten Çelebî derbarê qetilkirina Çelebî de bersiva pirsên ajansa me da.
Berfirehiya hevpeyvîna bi Nurten Çelebî re wiha ye:
-Ji bo çi Mihemed Zekî Çelebî berê xwe da Başûrê Kurdistanê?
Penaberê siyasî bû
Mihemed Zekî Çelebî li Bakurê Kurdistanê ji ber helwesta xwe ya siyasî û netewî 6 sal hate girtin. Piştî wê bi 10 salan jî hîn doza wî li dadgehê dewam dikir. Ji bo vê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û got, emê li vir bi azad bijîn. Lê mixabin wisa nebû. Ev 12 sale em li Başûr dijîn, 2 zarokên min livir hatin dinê. Zekî ji bo xwe ne jiya, ji bo gelê xwe jiyan kir. Bi hemû kesê re alîkar bû.
-Ji bo çi hat qetilkirin?
Sîxurtiyê qebûl nekir
Zekî li Başûr xwedî mal û kar bû, kesên ku pêre dixebitîn, bi wan re weke malbatek bû. Mijara jin, xak û azadiyê li gel Zekî taybet û cûda bû. Di heman demê de bavek nimûne bû, gefa kuştinê ya li ser Zekî ne nû bû. Bi salan bû gef lê dihate xwarin. Lê sala borî ev gef hîn zêdetir bûn, dixwestin Zekî bibe sîxurê wan. Lê Zekî qebûl nekir, ji ber ku sîxurtiyê qebûl nekir, Zekî qetilkirin.
Çima kujer nehatine girtin?
Kujer nehatine girtin, Zekî ji bo şeref, fikir û felsefeya xwe livir bû. Heyf û mixabin ji bo bajarek weke Silêmaniyê, divê xaka pîroz de hate qetilkirin. Gelek heyfe ku destê pîs ketiye nava vê xakê. Ez hem weke heval û weke malbat dipirsim, bila bersiva min bidin. Ji bo çi dîtina kujeran ewqas zehmet e? Kolana Bextiyar ewqas qerebalex bû û bi dehan kamera hene, lê nekarîn du kesan bibînin. Li pişt vê bûyerê hêzên cûda hene û em van hêzan nasdikin. Lê heyf ji bo hikumet û asayîşê jî daxuyaniyek jî nedan. 2 zarokên min hene, ez nizanim ezê çi bersivek bidim wan. Ji ber ku heya niha ti ji wan vê bûyerê qebûl nakin.
Peyama we ji bo desthilatdarên herêmê çiye?
Bafil Talebanî di daxuyaniyek xwe de got, ew piştgiriyê didin her çar parçeyên Kurdistanê. Ka? Piştgiriya we nikare du kujeran bibîne. Heya niha derbarê kujeran de tiştek nehatiye kirin. Tenê çend dîmen û wêne hatiye belavkirin. Ez fam nakim, ma Silêmanî û Hewlêr du welatên cûda ne? Ger destê desthilatdarên Hewlêrê divê bûyerê de nînin, ji bo çi bersivek nadin? Ma ne şerme Kurde bi destê MÎT a Tirk tê kuştin û hun wan diparêzin?
-Ji bo çi kujer reviyan Hewlêrê?
Hewlêr bûye bajarek Tirkiyeyê
Hewlêr weke bajarek Tirkiyeyê bûye, ger Hewlêr piştgiriya Tirkiyeyê neke, wê kujeran jî neparêze. Nahêlin Kurdek welatparêz li Hewlêrê bijî. Dema Osman Kose hate kuştin, yekser çend kes hatin binçavkirin. Li ser wê bûyerê cezayê darvekirinê li ser du ciwanên Kurd birîn.Gelo çima nikarin li kolanek weke Bextiyarî du kujeran bibînin?
Ji bo dîtina kujeran wê çi hewldanên we hebin?
Emê weke malbata Zekî û hem jî weke Komeleya Karkerên Mezopotamya çalakiyên xwe dewam bikin. Heya kujer neyên girtin, emê dev ji vê dozê bernedin. Desthilat mecbûre van kujeran bibîne, ji ber ku ez jî mecburim bersivek bidim zarokên xwe.
Li ser vê bûyerê, hun helwest û nerazîbûna gelê Kurd çawa dinirxînin?
Dema dijmin Zekî qetilkirin, li gorî wan rê û rêbaza Zekiyan jî bi dawî hat. Lê nezanîn Zekiyek şehîd bibe, hezaran Zekî radibin. Wê nekaribin vî dengî qut bikin, xelkê vê derê yê ji hemû pêkhateyan, bi vê bûyerê bandor bûn. Ji ber ku ne cihê qebûlkirinê ye, min di merasîma Zekî de dît, Gelê Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn û tirsek jî di çavê kesê de nebû. Ji bilî tolhildanê, tiştek din nedixwestin.
(nr)