کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Omer Ocalan: Tekane riya çareseriyê Ocalan e!

  ROJNEWS- ARMANC HEREKOL
19/12/2021 - 7:06:05 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
Omer Ocalan: Tekane riya çareseriyê Ocalan e!
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan: “Tecrîda li ser birêz Ocalan her ku diçe girantir dibe. Dewlet dixwaze bi cezayên dîsîplînê birêz Ocalan bixwe di nava qalibekî de. Li gor zagonan divê birêz Ocalan bê berdan, lê dewleta Tirk ji bo ku birêz Ocalan neberde, zagonên xwe binpê dikin û diguhere. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ji bo gelê Kurd pir girînge û divê bikeve piratîkê. Ger hevdîtin çêbibe wê tevahî pirsgirêkên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bên çareserkirin. Ji bo wê jî tekane rêya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e.”

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di derbarê tecrîd, qedexeya hevdîtinê û cezayê dîsîplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ajansa me re axivî û diyarkir ku armanca sereke ya girankirina tecrîdê, rolê Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de ji holê rakirin e.

– Sedema sereke ya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiye û hûn vê tecrîda girankirî çawa dinirxînin?

‘Dewleta Tirk zagonan binpê dike’

Ji 1999’an ve tecrîdek girankirî li ser birêz Ocalan tê meşandin. Lê ji 2011’an û vir ve çûyîn û hatina parêzeran hatiye astengkirin. Carnan malbat diçûn hevdîtinê, lê ji sala 2015’an ve, tecrîda li ser Birêz Ocalan derbasî qonexekî din bû û hîn zêdetir tecrîd hat girankirin. Lê bi saya çalakiyên greva birçîbûnê ku di bin pêşengtiya Leyla Guven de hatibû lidarxistin û di encam de hevdîtin hatibû çêkirin. Di 3’yê Adara 2020’an de birayê birêz Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan rû bi rû hevdîtin çêkiribû. Herî dawî jî di 25’ê Adara 2021’an de hevdîtinek bi rêya telefonê û pir kurt çêbibû. Ev neh mehe, bi ti awayî bi Birêz Ocalan re hevdîtin çênebûne. Niha tecrîd pir giranbûye û her ku diçe jî girantir dibe. Em giştî jî dizanin ku ev tecrîd ne li gor zagonane. Ji aliyê dewletê ve bêdengiyek heye û ti bersiv nayên dayîn. Birêz Ocalan mirovekî polîtîke û pêşengtiya siyaseta Kurdan dike. Di Rojhilata Navîn de modelek daniye holê, hemû kes jî dizane ev model ji bo mafê tevahî gelane. Di bin paradîgma Birêz Ocalan ya ‘Modernîteya Demokratîk’ de, hemû kes dikare ji xwe re cihê jiyanê bibîne. Ji ber vê yekê jî dewlet tecrîdê giran dike. Di aliyê din de jî, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzayîn kirin, ji bo wê jî Tirkiye niha şerekî pir mezin û topyekûn li dijî Kurdan dide meşandin. Dewleta Tirk dixwaze rolê Birêz Ocalan ya di Rojhilata Navîn de ji holê rake. Armanca tecrîdê gel û Birêz Ocalan ji hevdû qutkirine. Niha îzolasyonek mezin li ser greva Îmralî tê meşandin. Li gor zagonan cezayê giran herî zêde 23 salin û divê Birêz Ocalan li gor zagonan bê berdan, lê dewleta Tirk ji bo ku Birêz Ocalan neberde, zagonên xwe binpê dikin û digûhere. Ji bo Birêz Ocalan cezayê heta hetayê hatiye dayîn, ev yek ne qanûnî ye. Bê guman tecrîda li ser Birêz Ocalan bandorek nerênî li Tirkiyê kiriye û ji bo çareseriya tevahî pirsgirêkan tekane rê, azadiya Birêz Ocalan e.

– Gelo hûn wek malbat û parêzer biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

‘CPT di her alî de bê mafiyê li Birêz Ocalan dike’

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ji bo Birêz Ocalan biryarek da. Dibêjin di zagonên Tirkiyê de mirovekî ku di girtîgehê de be, divê rojekî bikare derbikeve derve û ev hêviya wê/wî jê neyê sitandin. Lê ev zagon di Tirkiyê de ji bo Birêz Ocalan û ti girtiyên din xûya nake. Lê divê li gor zagonan Birêz Ocalan bê berdan. Ev biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ye, biryarek di cih de ye û dereng jî mane. Li rûxmê ku biryar heye jî, ev yek pêk nayê û zagon tên binpêkirin. Greva Îmraliyê di bin kontrola CPT de ye, dikare biçe ziyaret bike. Lê CPT jî vê yekê nake û li her alî de bê zagoniyan li dijî Birêz Ocalan dikin. Ev biryar di 2014’an de, di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de derketibû. Lê ev heft salin Konseya Ewropa nexistine rojeva xwe. Herî dawî di 2’yê Kanûnê de xistin rojevê û gelek tişt nîqaşkirin. Niha li Tirkiyê ti zagon nînin. Tirkiye dibêje ku em biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa nasnakin. Her ku diçe tecrîda heyî girantir dike. Lê ev biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ji bo gelê Kurd pir girînge. Parastina mafê Birêz Ocalan berê jî rewa bû, niha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî vê yekê qebûl dike.

– Armanca cezayê dîsîplîn û qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêber Ocalan çiye û hûn van cezayan çawa dibînin?

‘Dixwazin birêz Ocalan bixin qalibekî de’

Cezayê dîsîplînê, tiştek formalîte ye. Mirov ji bo wan tiştan nikare bêje cezayê dîsîplînê. Mirov dibîne ku ti giranî û cidîyeta dewletan nemaye. Ji bo wê jî van tiştên ne ji rêzê derdixin pêş. Van demên dawiyê şeş meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Birêz Ocalan birîne û dixwazin bi van qedexeyan, qalibekî bidin rûnişkandin. Lê ti qalib têra şaştiyên wan nakin. Ji ber volta avêtin û spor kirinê, ceza li wan hatiye birîn, ev yek ne rewa ye û nayê qebûl kirin. Mafê spor kirinê ji Birêz Ocalan sitandine. Birêz Ocalan û hevalên wî, êdî gihiştine temenekî mezin û bê mafiyek herî mezin li wan tê kirin. Dixwazin bi van cezayên qirêj, Birêz Ocalan tengav bikin. Lê ev yek nayê qebûl kirin û dijî zagonên mafê mirovane.

– Wek malbat û parêzer, çi hewildanên we ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re hene û demê pêş de ji bo hevdîtinan hûn wê çi bikin?

‘Divê tecrîd hertim di rojevê de bimîne’

Ji bo şikandina tecrîd û hevdîtina bi Birêz Ocalan re em xebatên mezin dimeşînin. Ji bo hevdîtin çêbibe em gelek xebatên girîng û civînên mezin çêdikin. Heftiyê dû caran ji bo hevdîtinê serlêdan dikim. Her wiha parêzer û malbat jî her heftî serlêdanan dikin. Li aliyê din em serlêdana saziyan jî dikin û dicivin. Di aliyê qanûnî de, parêzer ji bo ‘hevdîtina lezgîn’ serlêdanan dikin. Di vê hêlê de xebatên me didomin. Em di nav gelê xwe de digerin û bertekên gel yên li dijî tecrîdê derdikevin holê. Em hertim tecrîdê rojevê de dihêlin û divê ev mijar di rojevê de jî bimîne. Ev mijar ne tenê bi malbat yan jî parêzeran ve girêdayî ye, bi tevahî gelan ve girêdayî ye. Ev mijarekî mayîn û nemanê ye. Lê wê di dawî de bi saya berxwedana gelê me, tecrîd bê şikandin û emê Birêz Ocalan azad bikin. Ji ber tecrîdê, hikumet bixwe tengav bûye. Ji bo vê jî divê em tevahî gelên ku azadiya xwe dixwazin, vê tecrîda ku li ser Birêz Ocalan heyî bişkênin.

– Tecrîd bandorek çawa li siyaset û jiyana Tirkiyê dike? Her wiha ger hevdîtin bi Rêber Ocalan re çêbibe wê çi guhertin di pirsgirêkên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de çêbibe?

‘Tecrîda li ser Birêz Ocalan bandorek mezin li ser tevahî gelê Tirkiyê kiriye’

Niha rewşa ku Tirkiye têde ye, rewşek awarte ye. Dewleta Tirk di her hêlê de hilweşiyaye. Di qada aborî û siyasî de ti giraniya Tirkiyê nemaye. Her wiha li gel tevahî dewletan dîplomasiya Tirkiyê xetimiye. Di pêvajoya çareseriyê de hindek hevdîtin hebûn, wê demê rewşa aboriya Tirkiyê hindek başbû. Lê piştî ku dewletê ev pêvajo xirab kir, ti tiştê Tirkiyê sererast nema. Her ku diçe jî xirabtir dibe. Ji ber konsepta şer a dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd û Birêz Ocalan, niha dewleta Tirk dirûxe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bandorek mezin li ser tevahî gelê Tirkiyê kiriye. Di kesayeta Birêz Ocalan de tevahî girtî û gelê azadîxwaz di bin tecrîdekê de ye. Li Tirkiyê ti maf nemaye, ti kes nikare fikir û nêrînê xwe bîne ser ziman. Lê eger hevdîtin û diyalog bi Birêz Ocalan re çêbibe, wê ev pirsgirêk bi giştî çareser bibin.

(ab)

Nûçeya berê

Rewandizê jehrî dikin

Nûçeya pişt re

Jin berê xwe didin werzîşa çiyagerî

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Gulan 17, 2022
Li Borikê jî li dijî artêşa Iraqê çalakî pêk hat

Lêkolînvan Aram Hacî: PDK hevkarekî girîng ê êrişên Tirkiyeyê ye

Gulan 8, 2022

Cemal Bizurg Pur: Divê aliyên siyasî ji bo dagirkeran ti derfetê nehêlin

‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

Elî Kerîmî: PDK beşeke ji împeratoriya Osmaniya nû

Yusuf Mihemed: Tevlîbûna PDK’ê di êrişa Tirkiye de xeletiyek mezine

Nûçeya pişt re
Jin berê xwe didin werzîşa çiyagerî

Jin berê xwe didin werzîşa çiyagerî

Yên Li Pêş

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn

Gulan 17, 2022

Li Bajarokê  Xanesorê ya  Şengalê li ser geşedanên dawî yên li herêmê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û...

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’

Gulan 17, 2022

Çalakvanê siyasî yê Şengalê Şêx Nûrî got, ji ber xeterî û gefên li ser civaka Êzidî hene, pêwîst dike hêza...

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Gulan 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) bi...

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

‘Girtiyên Şêladizê bi elektrîkê hatine êşkencekirin’

Gulan 16, 2022

Îro di rûniştina dadgehê ya pênc girtiyên Şêladizê de eşkere bû ew di girtîgehê de bi lêdana boriyan, elektrîkê û...

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Gulan 16, 2022

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Eger saxin û di girtîgehê dene, berdin. Eger hatine...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist