Kesayetiyê diyar ê herêma Biradost û Fermandarê Berê yê YNK’ê Oxiz Beg, diyarkir dewleta Tirk ji wî xwestin baregehên gerîla ji wan re eşkere bike. Oxiz Beg got wî ew daxwaza dewleta Tirk red kir û ji wê demê ve dewleta Tirk dijminahiya wî dike û ji bona wê jî xaniyê wî topbaran kir. Her wiha da zanîn ewê casûstiyê ne ji bo dewletê ne jî ji ti hizbek re neke.
Ji beriya niha Rojnews di nûçeyek xwe de ragihand ku kesayetê diyar ê herêma Biradostê Oxiz Beg li gundê Heyet ê deşta Berazgir yê herêma Biradost xaniyek mezin avakiriye û hîn serê wî girtîbû, lê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk ve hate topbarankirin.
Têkildarî sedema topbaranê Oxiz Beg gotibû: “Ji ber ku ez radestî Tirkiye û PDK’ê nebûm, wiha kirin. Ez ne amadebûm xiyanetê bikim û radestî wan bibim. Lewma xaniyê min hedef girtin. Ziyan gihîştê. Hemû xelkê Balekayetî û Biradost vê rastiyê dizane.”
Kesayetiyê diyar ê herêma Biradost û Fermandarê Berê yê YNK’ê Oxiz Beg ku niha li bajaroka Sengeser a girêdayî îdareya Raperîn dimîne, di hevpeyvînek taybet li gel ajansa me de behsa siyaseta ferzkirina sîxûrtiyê û dijminahîkirina dewleta Tirk kir. Her wiha naveroka daxwaziyên ku dewleta Tirk ji wî kirine eşkere kir.
– Artêşa Tirk çawan xaniyê te hedef girt, ew êriş bi tenê kirin?
Artêşa Tirk bi top, tank û çeka mîlano xaniyê min wêran kir. Lê ev yek bêy hevkariya destên navxwe nake û hevkarî bi artêşa Tirk re kirin.
– Dewleta Tirk çima xelkê Biradostê hedef digre?
Xelkê Biradost hejar û welatparêzin. Xiyanetê nakin, nabin destkêşê dijminan. Dibe bi milyaran pere xistibin ber wan daku casûstiyê li ser hizbek bikin. Lê Biradostî vê yekê nakin û rê nadin dijmin Kurdan bikuje. Hemû hizbên Kurdî li nava Biradostê de mane, lê hizban ti wefadariyek bo Biradostiyan nekirine. Bi hezaran şehîdên devera Biradost hene. Dewleta Tirk bombebaran dike û ti hizbek dengê xwe dernaxe.
– Artêşa Tirk li kudera devera Biradost bi cih bûye?
Artêşa Tirk niha li Çiyayê Dêlt li pişt Lêlkan, Elmuş, Dawben, Çiyayê Kewîtî, Jerej, Êşmê, Rezedê, Kanye Reş, Ketkîn, Binavok û Çinarok bi cih bûye.
– Artêşa Tirk çi pirsgirêk ji xelkê devera Biradost re derxistiye?
Xelkê devera Biradost nikare here zozanan, nikarin giyayên Biharê kom bike, nikarin kar bikin, nikarin bazirganiyê bikin. Hemû rê li ber hatine girtin.
– PDK dibêje ku dewleta Tirk ji ber PKK’ê êrişê devera Biradost dike, hun çi dibêjin?
Ma li Başîqayê jî PKK heye? Mijar ne PKK ye, mijar Kurde. Dewleta Tirk dixwaze Kurd nemînin. Her hizbek Kurdî hatibe Biradost, Biradostiyan xiyanet lê nekirine. Tevlî karê rêxistinî yê ti hizbekî nabin, lê xiyanetê jî lê nakin. Dewleta Tirkiye jina 90 salî û zaroka 5 salî bi balefiran dikuje. Armanca Tirkiye Kurdin, ne tenê PKK ye. Mane herkes dizane ez endamê YNK’ê me, lê ji ber ku ez Kurdim û xiyanetê nakim, Tirkiye xaniyê min wêran kir.
– Dewleta Tirk çi ji te dixwaze, qet li gel te rûniştine?
Di sala 1996’an de dewleta Tirk bangî min kirin, ez çûm Robarok li wê derê berpirsekî Tirk li gel min rûnişt. Ji min pirsî, PKK li devera we heye? Min jî jê pirskir li nava çiyayên Tirkiyeyê PKK heye? Wî berpirsî got belê heye. Min jî got wê demê li çiyayên me jî heye.
– Qet daxwazek taybet ji te kirin?
Ji min xwestin ez baregehên PKK’ê ji wan re eşkere bikim. Lê min ev daxwaza wan red kir. Min ji wan re got, ez casûstiyê ne ji dewletê re ne jî ji ti hizbekî re nakim. Ez xiyanetê li kesê nakim û ji pişt ve xencerê li kesê naxim. Ji hingê ve bûne dijminê min.
– Berê tu fermandarekî YNK’ê bûy û niha jî tu endamê wê yî, peyamek te ji bo YNK’ê heye?
Daxwaza min ji YNK’ê ewe ku xwe rêkbixin, binemala Mam Celal û Şêx Cengî bira û birazî ne. Lihevkin û me ji nav agir derbaskin. Nebin koleyê kesê.
– Li gor we yekgirtina aliyên Kurdî giringe?
Ger Kurdên her çar parçan yekgirtina xwe çênekin, wê tine bibin. Hemû cîhan dijminê Kurda ye, Kurd bi xwe jî dijminê hevin. Ger Kurd yekgirtina xwe çênekin, wê ziyanên mezin bibînin. Malwêraniya bi serê Kurdan hatiye, ji ber yeknegirtinê ye. Ger hizb lihev bikin, ji xwe gel lihevkiriye.
(kş)