Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê sedemên xistina navê PKK’ê di lîsta terorê de û giringiya derxistina wê ji nava lîstê got: “Bi biryarek siyasî navê PKK’ê xistin lîsta terorê û ne biryarek miroviye. Piraniya welatan bi xwe jî bawerî bi wê biryarê nayînin. Doza Kurd û mafên wê bi têkoşîna PKK’ê ve girêdaye. Ji bona wê derxistina PKK’ê ji lîsta terorê tê wata derxistina pirsgirêka Kurd ji lîsta terorê. Îro be yan jî sibe be wê navê PKK ji wê lîstê were derxistin û wê zemîn ji bo bi destxistina mafên gelê Kurd were avakirin.”
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê giringiya kampanya ku ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê hatî destpêkirin de bersiva pirsên ajansa me da.
‘Li ser daxwaza Tirkiyeyê bû’
- Çima PKK xistin lîsta terorê?
Biryara ku PKK’ê xistin lîsta terorê biryarek ne yasayiye û siyasiye. Biryarek ne mirovaneye. Ev biryar li ser daxwaza Tirkiyeyê ku endamê NATO’yê ye hat dayîn. Tirkiye karî bi rêya peywendiyên xwe yên îstixbaratî û dîplomasî Amerîka û welatên Ewropayê ji bo dayîna vê biryarê razî bike. Ev welat jî ji berku Tirkiyeyê wek pirek di navbera xwe û Rojhilata Navîn de dibînin, piştgiriya Tirkiyeyê dikin.
‘PKK ji bo nasnameya gelê Kurd şer dike’
- Hun PKK’ê çawan dibînin?
PKK partiyek nîştimanperwere û ji bo mafê milyonan Kurd têkoşînê dike. Têkoşîna ku PKK dike ji bo parastina hebûna Kurde, bi têkoşîna xwe dixwaze dewleta Tirk tengav bike ku îtiraf bi hebûna Kurd bike. Yanî şerê ku PKK dike ji bo nasnameya gelê Kurde.
‘Piştî derketina PKK’ê Kurdayetiyê formek nû wergirt’
- Guhertinên ku bi hatina PKK’ê re li Kurdistanê çêbûn, çine?
PKK’ê li Kurdistanê karî formeke netewî bo xebata siyasî û rêxistinî ya Kurdan bidestxe. Ji beriya derketina PKK’ê xebata Kurdayetî herêmî bû, her herêmek Kurdistanê daxwaza mafên wê herêma xwe tenê dikirin. Lê PKK bi dirûşma ku Kurdistan welatek dagirkirî û parçekiriye, dagirker serweta wê dibin û pêwîste gelê Kurd yekgirtîbe û divê xaka wê ji bin destê dagirkeran were derxistin, dest bi têkoşînê kir.
Piştî PKK’ê Kurdayetiyê formek nû wergirt û rêyek nû xist pêşiya xwe ku ew jî Kurdistanek yekgirtiye. Bi felsefeya ku Kurdistan dagirkirye û divê were azadkirin, dest bi xebata leşkerî, siyasî û civakî hat kirin.
‘Berjewendiyên dagirkeran û talankaran dixe metirsiyê’
- Çima dijminên PKK’ê zêde ne?
Ne tenê dewleta Tirk dijminahiya PKK’ê dike, Îran, Iraq û Suriye jî dijminahiya wê dikin. Di radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê de jî dezgehên îstixbaratî yên cîhanê bi taybetî Mosad, MÎT, CÎA, îstixbaratên Almanya, Brîtanya û welatên din ên serdest xwedî rol bûn. Ji berku dizanin PKK çiye û çima xebatê dike. Berjewendiya van hêzan di dagirkirin û talankirina dewlemendiyên xaka Kurdistanê de heye. PKK van berjewendiyên wan dixe metirsiyê, piştgirîdayîna welatên cîhanî ya li dijî PKK’ê jî li ser esasê van berjewendiyane ye.
- Wê şerê ku PKK’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kirî, bandorê li ser derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê bike?
Piraniya welatên ku PKK’ê xistine lîsta terorê ew jî wek min dizanin ku PKK ne rêxistinek terorîstiye. Dizanin ku yên derba herî mezin li terorê dan PKK bi xwe bû. Welatiyên Ewropayê jî ji kesek asayî ta digihe kesek rewşenbîr hemû jî bang dikirin ku ew PKK ya hatî xistina lîsta terorê şerê terorê dike. Di gotin em li Ewropayê rûniştîne, lê PKK me di parêze.
Ez li gel nûnerên gelek welatan axivîme, bi taybetî nûnerê Hevpeymanan ê li Kurdistanê. Min ji berpirsên wan ên mezin pirsî, gelo baweriya we pê heye ku PKK rêxistinek terorîste? Wan bi xwe jî gotin na. Min got wê demê çima hun ji nava lîsta terorê dernaxin, gotin ji bo derxistina wê pêwîstî bi rêkar û hewildanek zêde heye.
‘Bandorek erênî çêdike’
- Piştî eşkerebûna destên di pişt qetilkirina serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme de, wê çi bandorek li ser derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê çêbe?
Piştî 20 salan dadgeha Swêdê eşkere kir ku wan biryarek xelet dane. Kesên ku wê kiryarê kirin dosyên wan eşkere bûn û derket ku ti têkiliya PKK’ê bi kuştina Palme re nine. Bê guman wê ev yek bandorek erênî hebe. Ev senaryo wê demê MÎT’a Tirk amadekiribû daku kuştina Palme wek behaneyek nîşande û PKK’ê bixe lîsta terorê. Her wiha wê demê saziyên îstixbaratî yên cîhanî hinek kesan dişandin nava çalakiyên PKK’ê daku karên têkder bikin û tevliheviyê derxin û wan karan bikin ser stûyê PKK’ê.
‘Mafên Kurdan bi PKK’ê ve girêdayîne’
- Derxistina PKK’ê ji lîsta terorê wê çi bandorek li ser doza Kurdan çêke?
Wê bandorek erênî çêke, ez piştrastim îro be yan sibe be, wê PKK ji wê lîsta terorê were derxistin. Ji berku piraniya dezgehên siyasî, yasayî û dîplomasî ku me li Ewropayê serdana wan kirin, dan zanîn ku xistina PKK’ê nava lîsta terorê biryarek siyasiye û divê ev biryar were betalkirin. Doza Kurd û mafên wê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê girêdayî PKK’ê ye. Piştî ku PKK ji lîsta terorê hat derxistin wê êdî ti behaneyek dijminan nemîne, wê zemîn ji bo gelê Kurd bi taybetî jî Bakurê Kurdistanê vebe daku daxwaza mafên xwe bikin.
Roj hertim ji rojhilat ve derdikeve, lê wê roja Kurdan ji Bakur ve derkeve. Bi azadbûna Bakurê Kurdistanê re, wê tevayî parçên din ên Kurdistanê jî azad bibin. Derxistina PKK’ê ji lîsta terorê tê wata derxistina pirsgirêka Kurd ji nava lîsta terorê. Wê demê wê ti behaneyek dewleta Tirk û dijminên din nemîne ku mafên Kurdan binpê bikin.
- Piştî PKK ji lîsta terorê hat derxistin, wê bandor li ser azadbûna fîzîkî ya Rêber Ocalan çêke?
Bê guman wê bandor hebe, birêz Ocalan rêberê PKK’ê ye. Dema PKK ji lîsta terorê hat derxistin, wê ew madeya Rêber Ocalan pê hatî cezakirin ku madeya terorê ye, wê were hilweşandin û piştre jî Rêber Ocalan were berdan.
- Çi peyamek we ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê heye?
Peyama min ji bo hemû Kurdek dilsoz û hemû siyasetmedarên Kurd û dervey Kurdan ewe ku bi deng û îmzeya xwe tevli vê kampanya ji bo azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bibin.
(kş)