کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Rêbendan 29, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Pêşmergeyê Dêrîn: PKK nebe, wê kî we bi parêze?

  ROJNEWS- BOTAN GERMIYANÎ
22/06/2021 - 7:30:00 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Yek ji serkirdeyên dêrîn ên şoreşa Başûrê Kurdistanê Mam Salih Gurî Espî, da zanîn ger PDK alîkariya Tirkiyeyê neke, yek leşkerên Tirk nikarin derbasî xaka Herêmê bibin. Her wiha got; “PKK şerê navxweyî naxwaze, lê PDK provakasyonan dike. Divê PDK bizane ku karê ew dike nûkertîkirina ji dewleta Tirk re ye û karek xelete.” Mam Salih ev pirs ji PDK’ê kir; “Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe bi parêze?”

Mam Salih Gurî Espî yek ji pêşengên diyar yên Bizotnewey Rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ye û têkoşerek dêrîn yê herêma Germiyanê ye. Di destpêka salên 1970’an de tevli bizotneweyê bûye û wek pêşengek bi rola xwe rabûye. Piştî şerê navxweyî di navbera YNK’ê û PDK’ê de derdikeve sond dixwe ku ewê berê çekên xwe nede Kurda.

Mam Salih Gurî Espî  di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de fikarên xwe yên li ser hewildanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê Kurd bi Kurd anî ziman û bang kir.

Yê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike kiye?

‘PDK hevkar û rêxweşkere ji bo dewleta Tirk’

Dewleta Tirk ger ne bi hevkariya PDK’ê be wê nikaribe yek leşkerên xwe bişîne nava xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişan dike û PDK rê ji leşkerên Tirk re xweş dike. Kesên şoreşger û bi xîret di nava PKK’ê de hene, lê mixabin PDK destê ji bo aştiyê dirêj nake. PKK şerê birakujî naxwaze lê PDK provakasyonan dike.

– Banga we ji bo PDK’ê û hêzên Kurdî çiye?

‘Bila PDK êdî nokertiyê ji Tirkiye re neke’

Daxwaza min ji PDK’ê û YNK’ê jî ewe ku şerê navxweyî dernexin, ji berku metirsîdare û wê zirerek mezin bigihe gelê Kurd. Di vî şerî de wê zarokên Kurdan werin kuştin. Bila zû vî şerî rawestînin. Ger em xaka xwe rizgar bikîn têra me hemûyan dike. Lê çima Tirkiye were dagir bike û em jî lê temaşe bikin. Me bi dehan hezar şehîd ji bo Kurdistanê dane, bi hêvî me êdî PDK were ser hişê xwe û bêje karê ku ez ji bo Tirkan dikim nûkertiye û xelete. Bila ji dewleta Tirk re bêje em jî Kurdin û destûr nadin hun di ser me re êrişê ser PKK’ê bikin ji berku ew jî Kurdin. Ger PKK li van çiyayan nebe, wê sibe Tirkiye ji Hewlêrê ta Ranya û Qeladizê dagir bike. Wê demê hunê çibikin?

– Hun peyama Murad Karayilan a ji bo aştiyê çawan dibînin?

‘Peyamek şoreşgerane ye’

Peyama Murad Karayilan peyamek di cih de ye û şoreşgeraneye. Ez jî heman daxwazê ji Mesûd Barzanî dikim, dest û çavên wî maç dikim, ger xwe wek mezinê Kurdan dibîne divê gel û welatê xwe bi parêze. Bila li gel PKK’ê û YNK bi cive, lihev bikin. Ger dijbertiya birayê xwe bikî, êdî najî, wê tenê dilê dewleta  Tirk xweş bibe. Ricayê dikim dawî li vî şerî bîne û bi gelê xwe re be.”

– Ger PDK di vê siyaseta xwe de israr bike, wê çi rû bide?

‘Wê dîrok li ser wan binivîse û Kurd bibe dijminê wan’

Ger PDK vê siyaseta xwe berdewam bike, wê dîrok ji bîr neke û dayîkên Kurdan li dijî wan rabin. Ji bo xatirê xwedê ricayê dikim kurê Kurdan nedin kuştin. PDK, tu şer ji bo dijmin dikî û dijmin tînî ser birayê xwe de. Ma ev rewaye? Hun vê carê aşbetalî bikin, wê tiştek bi navê Kurd nemîne. Wê di siberojê de Kurd bibin dijminê we.”

– Helwesta we li beramberî vê siyaseta şerxwaz çiye?

‘PKK em in, ji bona wê em vî şerî qebûl nakin’

Em wek pêşmergeyên dêrîn qebûl nakin gerîla werin şehîd xistin. PKK em in û hun PKK’ê bikujin wekî we em kuştîn wisaye. Ger PKK dest ji parastina Kurdistanê berde, ma wê kî bikare xwe bi parêze. Wê demê hunê bibînin ka wê çawan tevayî xaka Kurdistanê were dagirkirin. Wê demê hunê herin kuderê? Wê kî we bi parêze?

(kş)

Nûçeya berê

Berpirsê Tevgera Goran: Ne alîgirê şer û nakokiyên nava aliyên Kurdî ne

Nûçeya pişt re

Li Mexmûrê şanoya ‘Ez ne dînim’ hate pêşandan

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Rêbendan 4, 2023
Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Kanûn 6, 2022

Hesen Cûdî: PKK’ê ronesansek mezin a netewî û rewşenbîrî pêkanî – 1

Dîroknas Dr. Macid Xelîd: PKK’ê dawî li dîroka bindestiya gelê Kurd anî

Dr. Ebdulmutelîb: Tirkiye û Îran dixwazin bi polîtîkaya girtina avê Iraqê lewaz bikin

Derûnas Ehmed Caf: Li Başûrê Kurdistanê şîdeta derûnî di astek bilind de ye

Nûçeya pişt re
Li Mexmûrê şanoya ‘Ez ne dînim’ hate pêşandan

Li Mexmûrê şanoya ‘Ez ne dînim’ hate pêşandan

Yên Li Pêş

Tora sîxuran a li Şengalê, plan û êrişên MÎT û PDK’ê

Tora sîxuran a li Şengalê, plan û êrişên MÎT û PDK’ê

Rêbendan 28, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS PDK’ê ku piştî fermana 2014’an nema karî vegere Şengalê, bi hevkariya MÎT û Parastinê li Şengalê şebekeya sîxuran...

Tara Hisên: Binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî mijarek siyasiye

Tara Hisên: Binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî mijarek siyasiye

Rêbendan 28, 2023

Hevseroka Tevgera Azadî di derbarê binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula de daxuyaniyek da û ragihand ku binçavkirina Selam biryarek...

‘Asayîşa Ranyayê bêyku sedemek diyar bikin Selam Abdullah binçavkirin’

‘Asayîşa Ranyayê bêyku sedemek diyar bikin Selam Abdullah binçavkirin’

Rêbendan 28, 2023

Mehmud Omer şufêrê wesayîta ku Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Abdullah têde hatî binçavkirine. Mehmud derbarê çawaniya binçavkirina Selam...

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 133’yemîn deye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 133’yemîn deye

Rêbendan 28, 2023

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên dijî desthilatdariya Îranê bê navber dewam dike. Duh li gelek herêmên Beluçistan çalakiyên berfireh...

Nasnameya 4 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

Nasnameya 4 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

Rêbendan 28, 2023

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bûne, eşkere kir. HPG’ê ragihand ku Gulistan...

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist