Qeredaxî: Qalnekirina dagirkeriya Tirkiyeyê  xalek lewaz a bernama hikûmetê ye

 Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Umêd Qeredaxî diyar kir ku xala lewaz a bernameya hikûmeta Herêma Kurdistanê ewe ku qala dagirkeriyên Tirkiye nake û got; "Ev kabîne reformek mezin pêk nayîne."


10'ê Tîrmehê kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrur Barzanî li parlamentoyê sonda yasayî xwar. Mamostayê Zanîngeha Silêmanî, Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Umêd Qeredaxî di hevpeyvînek li gel Rojnews'ê de qala bernameya kabîneya nehem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û qala gelo wê ev hikûmet bikare li dijî gendeliyê têkoşînê bike yan na. Herwiha bersîva çend pirsek giring li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka  Başûrê Kurdistanê da.

- Hun kabîneya nehem ya hikûmetê çawan dibînin?

Di vê kabîneyê de teknokratî nehatiye liberçavgirtin. Alîgirtiya siyasî û bandora takekesî li ser heye. Ev ne xalek pozîtîfe. Vê kabîneyê  diyarkiriye ku ewê li dijî gendeliyê têkoşîn bikin. Lê, li gorî min wê ev kabîne heya astek kêm bikare li beramberî gendeliyê de bisekine.

Çima li gorî te wê bikare heya astek kêm li beramberî gendeliyê bisekine?

Ji ber ku li Herêma Kurdistanê mijara gendelî li gel bazirganî û siyasetê bi awayek zêde têkelhevî hevdû bûne. Ji ber ku ne tenê di nava rêvebir û rêveberên giştî de tê kirin, belkû serê gendeliyê digihe polîtbûroyên hizban. Ji bo wê ev hikûmet dikare di astek kêm de rûbirûyê gendeliyê bibe.

'Li ser bingehê hevsengiya hêzan namzet hatin danîn'

- Di aliyê pîşeyî de wezîrên vê hikûmetê ne pisporin, ji 17 wezîrên ku wezaretan birêve dibin 10 wezîr dîplomayên wan ne li gorî wezaretên ku ew birêve dibine, gelo wê ev yek çi zirarek hebe?

Ev kabîne ne li ser bingehê teknokratiyê hat avakirin, di nava hizban de kesên teknokrat hene.  Lê hizb li ser bingehê hevsengiya hêzê namzet danîn. Lê nayê wê wateyê ku hîn ji niha de em bêjin ev hikûmet bisernakeve. Hêvîdarim bikarin wan sozên ji bo reforman dane bînin cih.

Li gorî we ev reform di bernameya hikûmetê de hene?

Dibe ku bi vê bernameyê reforman bikin. Lê di saziyên hikûmetê  ev reformekî bingehî nîne. Balê bişîne, li saziyên hikûmetê hêzên reforman li ser PDK û YNK'ê de parve bûne. Dengeya hizb digire. Gelo dikare van hêzan rêxistin bikin? Gelo dikare dadgehê serwer bike? Gelo parlamento wê aktîv be?

- Gelo li gorî we dikare bike?

Li gorî baweriya min wê ev kabîne nekare van karanbike.

Di bernameya kabîneya nehem de qet behsa serxwebûna Kurdistan û referandûmê  nehatiye kirin, li cihê wê de bi awayek zêde qala başkirina peywendiyan li gel Bexdayê hatiye kirin. Gelo ev ne guhertineke di stratejiya PDK'ê de?

Bê guman, lê ya ku me dît referandumê encamek baş ji bo Kurdan bidestxist. Serxwebûna firotina neftê bi serneket. Vê yekê wisan kir ku berê kabîneyê bimîne li Bexda yê.

-Di vir de pirsyar eve di bernameya hikûmetê de rêzek jî behsa serxwebûna Kurdistan û referandûmê nehatiye kirin, ev nayê wê watê ku PDK'ê û hikûmetê dest ji mijara serxwebûnê berdane?

Li gora min serxwebûn ji bo çend salek din bi dawî hat. Ji ber ku ti amadekarî û mercek ji bo avakirina dewletê nehatiye kirin. Ne di aliyê hundirîn de, ne di aliyê aborî de, nejî di warê navnetewî de ti amadekarî nehatiye kirin.

-Li gorî we kabîneya 9. gihiştiye heman baweriya te ya li ser serxwebûnê?

Dibe gihiştibe heman baweriyê.

-Çi nêrîna we li ser wê xala ku di bernameya hikûmetê de qala herêmên ji Herêma Kurdistanê qutbûyîn dike heye?

Vegerandina navçeyên qutbûyî pêwîstî bi siyasetek netewî heye. Lê heya niha li Herêma              Kurdistanê ti siyasetek netewî tineye. Tenê bi siyaseta hizbî danûstandinan li gel Bexda dikin.

Yanî bernameya hikûmetê ya li ser herêmên qutbûyî wek siyaseta hizban dibînî?

Belê pêwîste di bernameya hikûmetê de israr li ser wê yekê were kirin ku saziyên li gel Bexda di nava peywendiyan de ne, divê dûr be ji destwerdanên hizbî, malbatî û takekesî. Herwiha divê siyasetek netewî û demokratîk li Kerkûkê were bicîhanîn.

'Mesrur Barzanî karek baş kir ku Aşitî Hewramî dûrxist'

- Nakokiya di navbera Mesrur Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de ku herduk dixwazin hîn zêdetir bi bandor bin li ser hikûmetê, çi nêrînek we li ser van nakokiyan heye?

Eger Aştî Hewramî bimîne di kabîneya Mesrur Barzanî de dibû xala lawaz a kabîneyê. Ji ber ku mayîna Aştî Hewramî tê wateya ku şîrikê dahata naftê û lihevkirinên veşartî. Mesrur Barzanî karek baş kir ku Aştî Hewramî da aliyekê. Ev jî wê wateya destkarîkirina dahat û aboriyê.  Du sedemên vê jî heye. Sedema yekem, peywendiyên malbata Barzanî ye ku kî yê dest dane li ser dahataye. Sedema duyemîn jî dibe ku ev be ku Mesrur Barzanî dixwaze bi riya zelaliyê beşek ji reforman bike. Ji bo vê jî divê li bendê rawestin. Ev yek ji bo guhertina wezîrê navxweyî jî raste.

Di bernameya hikûmetê de qet behsa dagirkeriya Tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê nehat kirin, li gorî we çima behs nekirin?

Sedemê behsnekirinê ewe ku siyaseta hikûmetê ne siyasetek netewî ye. Berjewendiyên PDK'ê diwê yekê de heye ku ji bo peywendiya wê li gel  Tirkiye de xerab nebe, çavê xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk a di Başûrê Kurdistanê de digre. Di vê çarçoveyê de hem bi navê hikûmetê vî karî dike, hem jî bi navê serokatiya herêmê vî karî dike. Ev yek xalek lewaze di nava bernameya hikûmetê de. Divê xwe wek xwediyê xaka xwe bizane, divê destûra destwerdanan nede di nava Kurdistanê de. Pêwîste rê nede ku welatiyên Kurdistanê werin kuştin. Dibe ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare diberamberî Tirkiye de raweste, lê dikare lidijî dagirkeriya wê daxuyanek nerazîbûnê nîşan bide. Şehîdxistina welatiyê sivîl nayê qebûlkirin.

Li gorî we gelo dibe ku kabîneya Mesrûr Barzanî li beramberî Tirkiyeyê tûndtir be ji kabîneya Nêçîrvan Barzanî?

Divê em li bendê bimînin , bizanin ka wê ev kabîne li dijî dagirkeriya Tirkiye heman siyaseta kabîneya Nêçîrvan Barzanî dubare bike an ne. Lê, ji ber ku siyaseta Herêma Kurdistan a bi derve re ne li ser bingehê netewî ye li ser bingehê hizbiye. Ji bo wê bawer nakim ku sînorek li pêşiya destwerdanên Tirkiye û dagirkeriya wê dayne.

(şk)