Rêbwar: Berhem Salih weke Kurdekê li gel Tirkiyeyê danûstandina nake

Rojnameger  û Nivîskar Rêbwar Tofîq diyar kir ku îhtîmala lihevkirina Tirkiye, Iraqê û welatên navneteweyî li dijî Kurdan heye û got; "Berhem Salih li gel Tirkiyeyê weke Kurdekê danûstandina nake. Ji bo berjewendiyên Iraq, xwe û partiya xwe kar dike."


Rojnameger  û Nivîskar Rêbwar Tofîq ku taybet li bûyerên li Tirkiyeyê û Iraqê kar dike, têkildarî peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê, serdana Serokkomarê Iraqê Berhem Salih a ji bo Tirkiyeyê û planên li herêmê li dijî Kurdan pêk tên bersiva pirsên Rojnews'ê da.

- Serdana Serokkomarê Iraqê Berhem Salih a ji bo Tirkiyeyê û hatina rayedarên Tirkiyeyê çi peyamekê digihîne?

Beşek ji peywendiyên di navbera Iraqê û Enqereyê de peywendî bi lihevkirina kevin ve heye û beşek jî peywendî bi lihevkirinên nû ve heye. Ya ku peywendî bi lihevkirina nû ve heye, zextên siyasî û aboriya bazirganî ya mezin ku Amerîka ji bo Tirkiyeyê çêkiriye. Ji ber vê zextê Tirkiye rastî hilweşandinek mezin a aborî bûye. Vê ji wiha kiriye ku Tirkiye girîngiyê bide peywendiyên cîranên xwe. Heta di van demên dawî de ji ber cezayê Amerîka yê li ser Îranê Tirkiyeyê kirîna nefta Îranê ji rawestand. Êdî Enqere neçar bû peywendiyên xwe li gel Iraqê û bi taybet Herêma Kurdistanê pêş bixe. Ji bo ku deriyek din ê aborî veke û xwe ji krîza mezin rizgar bike.

Beşek din peywendî vê yekê ve heye ku Tirkiye hewl dide ku peywendiyên kevin nû bike. Ev ji peywendî bi gerîlayên PKK'ê ve heye. Tirkiye dixwaze li gel rêveberiya nû ya Bexda van lihevkirina aktîv bike. Heta ku bikare bi şêwazê ku dixwaze destwerdana Herêma Kurdistanê bike. Ji bo ku di nava xaka Iraqê de li PKK'ê bide, dixwaze razîbûna Iraqê werbigire.

- Li gorî we Iraqê destûr daye?

Li gorî min danîna hinek komandoyên Tirk li herêma Biradost peywendî bi razîbûna girtiye ve heye.

‘Ji bo Kurdan hewl nade’

Berhem Salih serdana Tirkiyeyê kir, gelo weke Kurdek danûstandinek li gel hat kirin yan jî weke Iraqiyek?

Ji xwe bi xwe jî dibêje ku li pêşiya hemû tiştî ez nûnertiya Iraqê dikim. Herwiha ew serokkomarê Iraqê ye û zêde newêre. Berhem Salih bi qasî ku nûnertiya Iraqê dike, ewqas nûnertiya Kurdbûnê nake. Bi vê re jî bi qasî ji bo hebûna xwe û hizba xwe têdikoşe û ji bo bazirganiya Iraqê hewl dide, ewqas ji bo Kurdan hewl nade.

Li gorî we êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Kurdistanê lihevkirinek siyasî ya dinavbera Tirkiye, Iraq û herêma Kurdistanê deye?

‘Rolê welatên navnetewî têde heye’

Ya ku li vêderê rolê wê tê dîtin, peywendiya herêmî ya navnetewî ye. Ev jî heya radeyek rolê Bexda tê dîtin. Yanî ne tenê lihevkirinek dinavbera Tirkiye, Iraq û herêma Kurdistanê de ye. Welatên navnetewî jî xwedî rolin. Ji bilî vê Erdogan bi xwe jî dibêje eger ew hêzê bibin Iraqê pirsa xwe bi kesê nakin. Li gorî min hevsengî ji vê mezintire ku hêzek Kurdî ya biçûk ji bibe rê ji bo hatina Tirkiye xweş bike yan jî bibe asteng.

‘PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe rê daye’

Lê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 baregehên Tirkiyeyê heye, kê destûr daye ku ev baregeh li virbin?

Li gorî min PDK ji bo hiştina desthilatiya xwe û berjewendiyên xwe, di hebûna van baregehan de xwedî bandore. Herwiha peywendiyek bihêz li gel Enqereyê heye. Lê bi temamî nikare rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk bigre.

‘Ya ku hatî bikaranîn ji bo peywendiyên şexsî bû’

Gelo hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ya weke serokê Herêma Kurdistanê wê destê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê xurt neke, ji ber ku dema borî êrîşên Tirkiyeyê rewa dikir?

Bi qasî ku Nêçîrvan Barzanî êrîş û operasyonên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê rewa kirî, ti kesek din an jî rêveberek din ê siyasî rewa nekiriye. Vê yekê weke serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kiribû û ji bo peywendiyên şexsî bi dewleta Tirk re bikaraniye. Ji bo vê di be ku piştî demek din yan jî piştî ku Nêçîrvan Barzanî sond xwar, karê yekem ew be, ew dagirkeriya dibe sedemê kuştina xelkê û malwêran kirinê, yan hîç nebe şermezar bike û yan jî daxwaza pêşî girtina binpêkirinan bike.

(rn)