کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 24, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Remzî Kartal: Têkoşînek mezintir dikare PKK’ê ji ‘Lîsteya terorê’ derbixe

  ROJNEWS- ARMANC HEREKOL
23/01/2022 - 8:33:56 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
Remzî Kartal: Têkoşînek mezintir dikare PKK’ê ji ‘Lîsteya terorê’ derbixe
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal daxuyakirin ku hêzên emperyal ji ber berjewendiyên xwe PKK’ê xistine nav ‘Lîsteya Terorê’. Kartal diyarkir ku ger PKK ji lîsteyê were derxistin, wê pirsgirêka Gelê Kurd çareser bibe, zextên dewletên navnetewî yên li ser Kurdan jî dawî bibin. Kartal got; “Gelê Kurd û dostên xwe dikarin bi rêya têkoşînek mezintir, PKK’ê ji lîsteyê derbixin.”

Di 5’ê Mijdara 2021’an de 28 siyasetmedar, nivîskar, zanyar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin û ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayê kirin.

Li seranserê cîhanê kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ‘Ji lîsteya terorê’ dewam dike. Bi sedan kesayetên navdar ên cîhanê ên weke; xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Žižek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas jî tevlî Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûne. Li seranserê cîhanê kar û xebata ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dewam dike, heya niha bi sedan kesayetên navdar îmze avêtine bin kampanyayê.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, derbarê girîngî û armanca sereke ya kampanyaya ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ bersiva pirsên ajansa me da.

Hevpeyvîna bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re bi vî awayî ye:

 

-Ji bo çi Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê xistin lîsteya terorê, bi vê yekê xwestin çi bi dest bixin?

Armanc kûrkirina pirsgirêka Kurd bû

Di Gulana 2002’an de ev kiryara qirêj ket meriyetê. Rêber Apo ew konsepta dewletên emperyal a li ser pirsgirêka Kurd bi taybet li ser Rojhilata Navîn dît û ji bo planên wan vala derbixe, biryara rawestandina şer dabû destpêkirin. Wê demê bibû pêvajoyek ji bo pirsgirêka Kurd. Lê belê di wê demê de wan hêzên ku komplo li ser Rêber Apo çêkiribûn, di Gulana 2002’an de PKK xistin lîsteya terorê. Armanca wan a sereke pirsgirêka Kurd hîn zêdetir kûrkirin bû. Xwestin li ser vê pirsgirêkê, şer û kaosên mezin hilberînin. Di heman demê de xwestin li ser vê kaosê siyaseta planên xwe yên qirêj bimeşînin. Tirkiye ji vê biryarê hêz girt. Hêzên emperyal bi vê biryara qirêj diyarkirin ku ew li pişt Tirkiyeyê ne. Her wiha armanca wan a din jî ew bû ku hêza Kurd bixin bin detsê xwe de û li gor xwe bidin xebitandin. Lê wek tê zanîn PKK hêzekî azad û xwedî îdeolojiye. PKK xeta Kurdên azad temsîl dike û ev konsept vala derxist.

-Kîjan hêz bûn sedem ku PKK bikeve nav lîsteya terorê, armanca wan hêzan çi bû?

Dema di şerê cîhanê yê yekemîn de Împaratoriya Osmaniyan hat parçekirin, wê demê 20 welatên Ereb û Tirk çêkirin. Gelê Kurd di erdnîgariya Rojhilata Navîn de tê parçekirin. Pirsgirêka Kurd ev sed salin di bin pêşengtiya van dewletên emperyal de destpêkiriye û heta niha jî dom dike. Siyaseta dewleta Tirk a îmha, înkar û tinekirina gelê Kurd, li ser bingehê siyaseta wan dewletên emperyal derketiye holê. Li Tirkiyê 29 serhildanên Kurdan çêbûn. Têkbirina van her 29 serhildanan jî bi destê van hêzên emperyal çêbûye. Ev hêzên ku em behsa wan dikin, ewin yên ku bûne sedema PKK bikeve lîsteya terorê. Armanca wan Kurdên azad tinekirine. Ev hêzên emperyal nakokiyan derdixinin û li ser wan nakokiyan siyaseta xwe ya qirêj dimeşînin.

-Ger PKK ji lîsteyê were derxistin, wê di pirsgirêka Kurdan de çi guhertin çêbibin?

Bê guman ger PKK ji lîsteya terorê derbikeve, wê guhertinek pir mezin di pirsgirêka Kurd de çêbibe. Niha ev dewletên emperyal û Tirkiye bi hev re PKK’ê di lîsteya terorê de digirin. Li ser vê yekê re pirsgirêka Kurd krîmînalîze dikin û pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd digirin. Ji ber ku îro hêza sereke ya çareseriya pirsgirêka Kurd xistiye rojeva cîhan û Rojhilata Navîn, PKK ye. Tevî ev qas êrîş û xiyanetkaran jî, ev nêzî 50’î salin têkoşîna PKK’ê, li çar parçeyên Kurdistan û tevahî cîhanê belav bûye. Paradîgmaya Rêber Apo, li her qada cîhanê belav bûye. Di vê çarçoveyê de, ger PKK ji lîsteya terorê derbikeve wê çareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û wê konsepta wan a qirêj vala derbikeve. Dema ku PKK ji vê lîsetya qirêj derket wê ew zextên navnetewî yên li ser gelê Kurd, berovajî li ser Tirkiyê çêbibe. Ji bo wê derketina PKK’ê ji lîsteya terorê, xalekî pir girîng û sereke ye.

-Xebatên derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê, di çi astê dene, ji bo vê jî rola dikeve ser milê gelên azadîxwaz çiye?

Têkoşîn dikare

Em bi têkoşîna xwe dikarin PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin. Ev têkoşîn jî divê di qada navnetewî de bê meşandin. Pêwîste zextek mezin, li ser van hêzên emperyal çêbibe. Bi rêya rewşembîr, siyasetmedar, parlementer û akademisyenan di qada navnetewî de xebat tên birêvebirin. Her wiha rêxistinên medenî di vê hêlê de rolekî mezin dileyîzin. Di her qadê de xebatên ku PKK ji lîsteya terorê derbikeve, berdewam dikin. Lê dîsa jî ev ne têrkere. Divê bi pêşengtiya gel û dostên me yên ku paradigma Rêber Apo esas digirin re xebat bên mezinkirin. Her kesê ku azadî û demokrasiyê dixwaze, divê ji bo PKK ji lîsteya terorê derbikeve, têbikoşe. Ji bo ku PKK ji lîsteyê derbikeve, rola sereke ya gelê me ye. Derketina PKK’ê ji vê lîsteya terorê, çareseriya hemû tiştane. Ji bo ku zext û zoriyên dewletên emperyal, li ser gelê me bi dawî bibe, tekane rê PKK ye.

(nr)

Nûçeya berê

Dengê ji bo azadî û nîştiman: Mamlê

Nûçeya pişt re

‘Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine hedef digrin’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Serokê Zanîngeha Koye: Hin alî bûne darê dest dijmin, dixwazin aramiya Silêmaniyê têkbidin

Serokê Zanîngeha Koye: Hin alî bûne darê dest dijmin, dixwazin aramiya Silêmaniyê têkbidin

Gulan 24, 2022
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Gulan 17, 2022

Lêkolînvan Aram Hacî: PDK hevkarekî girîng ê êrişên Tirkiyeyê ye

Cemal Bizurg Pur: Divê aliyên siyasî ji bo dagirkeran ti derfetê nehêlin

‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dibe’

Elî Kerîmî: PDK beşeke ji împeratoriya Osmaniya nû

Nûçeya pişt re
‘Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine hedef digrin’

‘Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine hedef digrin’

Yên Li Pêş

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Gulan 24, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ya ser bi bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes...

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Gulan 24, 2022

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da...

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Gulan 23, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin, 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan. Piştre jî di navbera...

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Gulan 24, 2022

Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji...

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Gulan 24, 2022

Cenazeyê Mihemez Zekî Çelebî yê di encama êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû û duh berbi...

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Gulan 23, 2022

Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist