کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 8, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Salar Basîr: Em ê dagirkeriya Tirk bixin rojeva cîhanê

  ROJNEWS- BOTAN GERMIYANÎ
16/06/2022 - 8:10:35 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Endamê Şandeya Aşitiyê ya Kurdistanê biparêze Salar Basîre, derbarê encamên serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê de got, “Emê dagirkeriya dewleta Tirk bixin rapor û bigihînin NATO, nûnertiya NY ya li Amerîka û Iraqê, Hevpeymaniya Atlas, balyozxaneyên welatan, rêxistinên mafên mirov. Her wiha em ê encama wê ji bo raya giştî ya cîhanê eşkere bikin.”

Şandeya Aştî ya Kurdistanê biparêze ji heft kesayetên Kurd û biyanî pêkdihat ku nûnertiya 100 rêxistinan dikin, di 6’ê Hezîranê de ji bo rê li êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bigrin, serdana Başûrê Kurdistanê kirin. Şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi piraniya partiyên siyasî, parlamenter, nûnertiya HDP’ê ya li Başûr, PYD, Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriye, rewşenbîr û kesayetan re civiya. Piştî hevdîtinên wan ên li gel aliyan temam bûn, şande vegeriya Ewropa. Niha ji şandeyê tenê Siyasetmedar Prof.Dr Salar Basîre wek nûnerê şandeyê li Başûr maye daku encamên lêkolîn û hevdîtinên şandeyê wek raporek amade bike.

Derbarê encama kar û xebatên şandeyê de Endamê Şandeyê Siyasetmedar Prof.Dr Salar Basîre di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên Rojnews da.

Şandeya Aştiyê kîne?

‘Em ê rapora xwe bigihînin NATO, NY û Ewropayê’

Şandeya me li dijî dagirkeriyê xwediyê peyama aştiyê ye, bi taybetî li dijî dagirkeriya dewleta Tîrk a li ser Kurdîstanê. Yek ji endamên şandeya me nûnerê Rêxistina Pêşkeftin a Navdewletî bû ku wek sîwan zêdetirî 100 rêxistin di nav xwe de kom dike. Peywendiya wan bi tevgerên azadîxwaz re hene. Li Amerîka, Asya ta Rojhilata Navîn. Ew raporên xwe digihînin NATO, Neteweyên Yekbûyî û Ewropayê.

Rapora ku hun amade bikin, hunê pêşkêşî kê bikin?

‘Emê encama raporê bi raya giştî re parve bikin’

Em ê li vir raporek amade bikin û bi çar zimanên cûda werger bikin. Piştre emê vê raporê bidin Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Iraq û Amerîkayê, Hevpeymaniya Atlas, balyozxaneyên welatan, rêxistinên mafên mirovan û saziyên ku giringiyê bi aştiya li dijî dagirkeriyê didin. Emê encama rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.

Encamên ku Şandeya Aştiyê li vir gihiştê çine?

‘Li hin gundan PDK rê nade welatî xwarinê ji xwere bibin’

Em gihiştin hin encaman. Em li Hewlêrê li gel HDP’ê rûniştin, gelek gilî û gazindên wan ji PDK’ê hebûn ku PDK destura mayînê bi wan nade. Her wiha li gel PYD’ê jî rûniştîn, wan jî diyarkirin PDK rê nade ew li Hewlêrê baregeha xwe vekin, tenê li Silêmaniyê dikarin baregeha xwe vekin. Her wiha heta niha Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk ti helwestek nîşan nedaye. Ger hebe jî gelek lewaze.

Her wiha li gor zanyariyan, zêdetirî 100 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Gelek gund vale bûne. Her wiha hin gund hene ku PDK rê nade şêniyên wan gundan xwarin û pêdawîstiyên xwe bibin, ji wan re gotine hunê van pêdawîstiyan ji PKK’ê re bibin. Em li gel nûnertiya Netewên Yekbûyî û berpirsên wan runiştin. Me ji wan re behsa van hemû tiştan kir, wan jî gotin, ewan çavdêriya hemû tiştan kirine û dikin.

Hunê heta kengî li Kurdistanê bimînin û plana we çiye?

‘Ezê bimînim û nêrîna gel a li ser dagirkeriyê wergirim’

Ezê heta du mehên din li vir (Başûr) bimînim, raporê amade bikim. Gelek rêxistin, kesayet û alî hene ezê li gel wan hevdîtin bikim. Her wiha ezê nêrîna gel, gilî û gazindên wan ên li ser dagirkerî û hikûmeta Herêmê wergirim.

(kş)

 

 

 

Nûçeya berê

Bêrîvan Bergareyî: Di girtîgehê de min xistibûn cem çeteyên DAIŞ’ê

Nûçeya pişt re

16 rojnamevan hatin girtin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Bayik: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê û mala Barzanî armancên xwe li ser Başûr û Iraqê dimeşîne

Bayik: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê û mala Barzanî armancên xwe li ser Başûr û Iraqê dimeşîne

Tirmeh 10, 2022
Letîf Fatih Ferec: Swêd û Fînlandiya mercên Tirkiyeyê pêknaynin

Letîf Fatih Ferec: Swêd û Fînlandiya mercên Tirkiyeyê pêknaynin

Tirmeh 5, 2022

Hîwa Mehmûd Osman: Çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmralî ye

Rêveberiya Xweser: Em bi hemû hêza xwe ve ji bo parastinê amadene

Reşad Gelalî: Wê YNK parastvanek xurt be ji bo kêmkirina tevgera welatên herêmî

Nurten Çelebî: Heya kujer neyên dîtin emê dev ji vê dozê bernedin

Nûçeya pişt re
Rojnamevanên Hewlêrê: Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeh

16 rojnamevan hatin girtin

Yên Li Pêş

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Bi hunandinê çanda xwe diparêze

Gelawêj 7, 2022

Yek ji kevneşopiyên ku berbi windabûnê ve diçe, çêkirina tevin, şeleme û parzûn e. Dayîka Taybet Mijinî ku li Wargeha...

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Xwesteka Sedr a sererastkirina destûrê statuya Herêmê dixe xeteriyê

Gelawêj 7, 2022

Di dîroka avabûna dewleta Iraqê de, cara yekem Kurdan li gorî destûrê beşek zêde ya mafên xwe standin û di...

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

‘Bûyerên li Iraqê rû didin ji ber bandora welatên cîrane’

Gelawêj 7, 2022

BIRWA ESHED Çavdêrê Siyasî Felah Selah da zanîn bûyerên li Iraqê rû didin derencama nebûna peywendiyan a di navbera pêkhate...

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

QSD’ê li ser êrişa Qamişloyê daxuyaniyek da

Gelawêj 7, 2022

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir di êrîşa dewleta Tirk ya ku duh li Qamişloyê pêkanî de...

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

‘Divê Kurd dijî komkujî û êrişan xwe amade bikin’

Gelawêj 7, 2022

Endamê Mekteba Şehîdan û Rêveberê Beşa Jenosîd ya YNK’ê Hesen Baram diyarkir ku ya ku dewleta Tirk dike, binpêkirina yasaya...

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a li Qamişlo de 4 kes şehîd bûn

Gelawêj 6, 2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrişa balafira  bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist