Sertîp Cewher: Hewlêr di bin bandora Tirkiye de danûstandinan li gel Bexdayê dike

Rojnamevan û endamê YNK’ê Sertîp Cewher, da zanîn ku Hewlêr û Bexda lihevkirine ku Hewlêr tevayî dahatê radestî Bexda bike, lê hîna li ser wê yekê li hev nekirine ka wê Bexda di beramber de çiqas pere ji bo Herêmê bişîne. Her wiha Cewher destnîşankir ku Hewlêr di bin bandora Tirkiye de danûstandinan li gel Bexdayê dike.


Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ne nû ne, lê ev şeş sal in bi awayek berbiçav ji aliyê her kesê ve tên dîtin. Tevî ku trafîka dîplomasî di navbera her dû aliyan de berdewame, lê heya niha nekarîne pirsgirêkan çareser bikin.

Rojnamevan û Endamê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Sertîp Cewher, di hevpeyvîna li gel Rojnews’ê de pirsên li ser pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê, kabîneya nû ya Mistefa Kazimî û cihê Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de bersivand.

‘PDK ji bo Wezareta Derve li ser Fuad Hisên israr dike’

Em ji kabîneya Mistefa Kazimî destpê bikin, heya niha du wezaretên ku para Kurda nin, namzetên wan nehatine diyarkirin, çima?

Yek ji sedemên wê ewe ku Kazimî naxwaze wezaret were dayîna kesayetên hizbî, di xwaze kesayetên teknokrat bin. Lê PDK israr dike daku Fuad Hisên ji bo Wezareta Derve were erkdarkirin. Wezareta Dad ku ew jî para YNK’ê ye, ji ber wê çendê ye Ebdulrehman Mistefa ku wek namzet hatibû diyarkirin, fikar li cem YNK’ê çêkir ji ber ku dihat gotin namzetê PDK’ê ye û ji ber wê çendê deng pê nehat dayîn.

‘Di be ku li gora serokkomar Ebdulrehman Mistefa ji bo wezareta dadê baş be’

Lê Ebdulrehman Mistefa bi xwe dibêje ku Qubad Talebanî peywendî li gel de kiriye û piştgiriya xwe jêre aniye ziman, lê çima YNK piştre peşîman bû ku piştgirî biditê?

Bê şik Ebdulrehman Mistefa ne namzetê YNK’ê bû, lê dibe ku li gorî dilê hinekan be. Ji bo mînak, dibe ku li gorî serokkomar Ebdulrehman Mistefa baş be, dibe çend biradarek din ên serkirdayetiya YNK’ê jî li ser axaftibin, di nava wan de jî serokkomar. Lê dema serkirdayetiya YNK’ê ji namzetiya wî hate agahdarkirin, nehat pejirandin ku piştgiriya wî bikin.

‘Ti şert û mercekî netewî yê Kurdan li beramberî Bexdayê nemaye’

Me dît ku di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandin di nava aliyan de çênebû, Bexda li ser asta kesî û hizbî danûstandin li gel Kurdan kir. Çima wek Herêma Kurdistan danûstandin li gel de nehat kirin?

Ji piştî referandûmê ve Kurd di rewşek xirab de dijîn, hemû alî bi tenê û cûda diçin Bexda giftûgo dikin. Ti tişteka Kurdan yê hevbeş nemaye li gel Bexda danûstandin li ser bikin û bêjin ev şert û mercên me ne ji bo em beşdarî hikûmetê bibin. Ji piştî referandûmê ve Kurd nebûne xwedî projeyek ji bo bejdarî hikûmetên ji wê demê ve hatîn avakirin bibin. Şert û mercên Kurda nemane biçin Bexda daxwaza vegera hêzên pêşmerge ji bo deverên ji Herêma Kurdistanê qûtbûyîn bikin, yan jî daxwaza budceyê bikin. Niha dema diçin Bexda behsa wê yekê dikin ka wê çend wezaret ber wan bikevin û ew wezaret kîjanin. Di dema danûstandinan de bi qasî ku xwestekên hizbî tên ziman ewqas xwestekên netewî nayên ziman.

Vê yekê çi ziyanek bi hebûna Herêma Kurdistanê gihandiye?

Ziyanek zêde bi Herêma Kurdistanê gihandiye, di berê de li Parlamentoya Iraqê ji bo mijarên giring zorî dikêşan heya ku Kurdan razî dikirin. Lê niha ev yek nemaye, niha piranî û kêmanî heye. Kurd razî bin yan nerazîbin kes guh nade wan. Di dema pêkanîna kabîneya Ebadî de pirsa xwe bi Kurdan nekirin ji bo li ser namzetan li hev bikin. ji ber rewşa ji beriya referandûm û piştî referandûmê, guhertinek mezin bi ser giraniya Kurdan a li parlamentoya Iraqê de hat.

‘Ji beriya Kazimî were destnîşankirin lihevkirina siyasî hebû’

Çima ji beriya ku Mistefa Kazimî bernameya kabîneya xwe eşkere bike, PDK û YNK’ê piştgiriya xwe jêre nîşan dan?

Ji beriya Kazimî were erkdarkirin, Adil Ebdulmehdî muçeyê Herêma Kurdistanê birî, beyanameya YNK’ê û PDK’ê, bitaybetî jî ya YNK’ê ji bo keyfxweşiyê bû ku Mistefa Kazimî hate erkdarkirin û ne ji bo piştgiriyê bû. Yanî kêyfxweşbûn hikûmetek nû were avakirin daku pirsigrêk werin çareser kirin. Ji berku ji beriya destnîşankirina Kazimî lihevkirina siyasî di navbera aliyan de hebû.

‘Kazimî soza pêşwext ya çareserkirina budce û muçe hebû’

Di van lihevkirinan de Kazimî qet sozek ji bo Kurdan daye ku wê pirsgirêkên navbera Herêm û Bexda çareser bike, bi taybetî jî mijara budceyê?

Bawer nakim ku Kazimî qet sozek dabe Kurda, ji berku Ebulmehdî pirsgirêka muçe derxist,  Ebdulmehdî wisan difikirî ku dema pirsgirka muçe derket wê Kurd carek din piştgiriya wî bikin û dengê xwe bidinê. Kazimî tenê soza wê yekê daye ku ew ê pirsgirêka muçe çareser bike. Ez nikarim di cihê serkirdayetiya YNK’ê û PDK’ê de wê yekê piştrast bikim ku di danûstandinan de çi sozek daye Kurdan. Lê soza pêşwext a Kazimî çareserkirina pirsgirêka budce û muçe bû.

‘Lihevkirinek tam pêkhatiye ji bo tevayî dahatan radestî Bexdayê bikin’

Di dema derbazbûyî de çend carek şandeya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka muçe çûn Bexdayê, lê  heya niha lihevkirin pêknehatiye, çima?

Li gorî hatî behskirin, bi şêweyek lihevkirin çêbûye, tîma Bexda ya li gel şandeya Herêmê rûniştin, ne xwediyê biryara dawî bûn. Lê li ser radestkirina tevayî dahatên navxwe û nefta Herêmê ji bo Bexdayê lihevkirinek tam pêkhatiye. Lê hurgiliyên vê li hevkirinê mane ka wê Bexda li beramber de çiqas budce û muçe bişîne. Ji berku li aliyek Bexda pere nine û daxwaz kiriye mehane nêzî 400 milyar dînar bişîne ku ev yek li gorî xerciyên Hikûmeta Herêmê gelek kême.

Çi bûye sedem ku heya niha nekarîne dawî li pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bînin?

Ne Bexda giringî dide Herêmê, ne jî Herêm giringî dide Bexdayê, bijardeya baş bijardeya Iraqê ye ku li gel Kurda pirsgirêk çareser bike. Iraq jî çavê xwe ji me re digre û tişta baş jî ewe em vegerîn Bexda. Rewşa niha ya Iraqê jî rewşek aloze, di nava pêkhateyan de pirsgirêk hene, destwerdanek zêde jî li ser Iraqê heye. Kurd jî di vê navberê de yekgirtinek a wan ya bi hêz nine. Em di nava xwe de ne xwedî aborî ne û em ne yekgirtîne. Em nikarin li ser mêzê giftûgoyê rûnin. Çareseriya rast ewe ku aliyên Kurdî lihevirinek nû bikin û bikarin bihevre biryar bidin hikûmetek bihêz ya Herêmê pêkbînin.

‘Hewlêr di jêr bandora Tirkiye de danûstandinê li gel Bexdayê dike’

Li gorî we destwerdanên ji derve çiqas karîne bandorê li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bikin daku pirsgirêkên navbera her du aliyan çareser nebin?

Iraq bi xwe bûye welatek yê destwerdanên ji derve, welatên Kendav, Amerîka, Îran û Tirkiye destwerdanê di Iraqê û Herêma Kurdistanê de dikin. Bandora tevan li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hene. Li gorî min Hewlêr di jêr bandora Tirkiye de danûstandin li gel Bexdayê dike.

Mistefa Kazimî di bernameya kabîneya xwe de behsa parastina serweriya xak û asîmanê Iraqê dike, gelo wê bikare vê yekê di pratîkê de pêkbîne?

Iraq di rêzbenda wan welatên ku nikarin serweriya xwe biparêzin de ye, ji bilî wê jî Mistefa Kazimî sinorên Herêma Kurdistanê wek axa Iraqê hesab nake, Iraq çavê xwe li topbaran û êrişan digre. Ev yek jî li gorî lihevkirina ku ji berê de di navbera Iraq û Tirkiye de hatî kirine ji bo Tirkiye bikare 30 kîlometran derbazî nav xaka Iraqê bibe. Beyanameyên ku Iraq hinek car li dijî êriş û topbaranên Tirkiye dide jî ne ji dilin. Ji bona wê li Iraqê ti hikûmetek cidî nabe daku dawî li êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê bîne.

Çima?

Yek ji sedemên wê ewe ku dibe li Herêma Kurdistanê hinek aliyên siyasî hebin ku li ser vê mijarê li gel Tirkiye jihevtêgihiştinek wan hebe, ji bilî wê jî Amerîka çavê xwe lê digre.

(şk)