Şoreş Alan: Avabûna PJAK’ê bersivek bû ji komployê re

Fermandarê Biryargeha Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan, di vê hevpeyvînê de behsa bandora koploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Rojhilatê Kurdistanê kir û got; “Li dijî koployê bi sedan ciwan ji Rojhilatê Kurdistanê tevli nava refên gerîla bûn û PJAK hate avakirin.” Her wiha Alan behsa giringiya yekitiya netewî jî kir û da zanîn yekitiya gelê Kurd ji her tiştê giringtire.


Fermandarê Biryargeha Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê Şoreş Alan, di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews’ê de koploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa li herêmê nirxand.

‘Armanca komployê qirkirina gelê Kurd bû’

- Koploya 15’ê Sibatê çawan dinirxînin?

Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd ew roje ku dijminên  gelê Kurd biryara qirkirina gelê Kurd dabûn. Dema em qala vê rojê dikin, qirkirin û komkujî li bîra mirov tê. Komploya 15’ê Sibatê nûkirina komploya ku li dijî Şêx Seîdê Pîran hatî kirin bû.  Bi dehan pêşeng û rêberên Kurdan hatine bidarvekirin. Ji Şêx Seîd bigre heya Qazî Mihemed û Seyîd Riza hemû nîşaneya vê yekê bûn ku dewletên serdest ku Kurdistanê parçekirin xwestin bi komploya li dijî Rêber Apo pêşî li derketina rêberek din bigrin.

‘Ew hertim nasnameya Kurdê azad li gora berjewendiyên xwe nabînin’

- Çima dewletên serdest nasnameya gelê Kurd napejirînin?

Wek tê zanîn gelê Kurd ji berê heya roja me ya îro gelek caran pêşengtî ji pêşketina fikir û ramanek nû re kirine. Xizmeta mirovahiyê kirine, hertim ji bo gelên cîran bi dilxwazî alîkarî kirine. Dema ku gelê Kurd xwestiye xizmetê ji cîranên xwe re bike û xwestiye pêşengtiyê ji têkoşîn û şoreşê re bike, dijminên gelê Kurd û dijminên gelan li dij derketine. Dewletên serdest û dagirker yên herêmî ti demê hebûna gelê Kurd û nasnameya Kurdê azad li gora berjewendiyên xwe nabînin û parçe dikin. Bi tinekirina Kurdan û bêdengkirina Kurdan re karîn hîn zêdetir siyaseta xwe li herêmê birêvebibin. Dema gelê Kurd li dijî vê siyasetê rabûn jî rastê zextên tûnd hatin. Bi taybet bi komploya 15’ê Sibatê  xwestin vê peyamê bidin gelê Kurd û bêjin qedera we eve, divê hun jê razî bin. Xwestin bêjin Kurd çiqas xwedî rêberek bihêz û serkeftî be, çiqas xwedî îdeolojiyek li ser bingehê demokrasî, azadî û dadperweriyê be, çiqasî xwedî hêzek leşkerî be ku dikare li hemberî hemû dagirkeriya rabe jî û çiqas xwedî fikrek nû be jî, ew ê bikarin peşî li hemûyan bigrin. Xwestin bêjin ew ê dîroka Kurdan dubare bikin. Lê ketin xeletiyek mezin, famnekirin ku Rêber Apo fikra xwe derbasê şervanên azadiyê kiriye, gelê Kurd ji bo hemû rojên zehmet û dijwar amadekiriye. Ne dizanîn ku ev fikir ketiye nava dilê hemû Kurdan heta vê fikrê sinorên Kurd û Kurdistanê jî derbazkiriye.

‘Rêber Apo nûnerê gelan bû, hemû gelan xwe di nav de didît’

- Piştî komployê ne tenê Kurd hemû gelên Îranê li dij komployê bûn xwedî helwest. Hun vê yekê çawan şirove dikin?

Di destpêkê de gelê Rojhilatê Kurdistanê ji hemû beşên din ên Kurdistanê zêdetir êşa bê serokatiyê dîtibûn, dizanin ka çewan serokek ji dest didin. Dîtibûn ku pêşengên wan li pêş çavên wan hatibûn bidarvekirin, dîtibûn çewan tên serbirîn û qetilkirin. Ji Simkoyan heya Qaziyan, ji Kak Fuada heya Dixtor Sadiq Şerefkendiyan dîtibûn ku çawan bi dehan pêşeng û rêberên Kurd hatin qetilkirin. Ji Kak Silêman Muînî û hevalên wê heya Dixtor Qasimlo û hevalên wî dîtibûn ku her yek ji van li Rojhilatê Kurdistanê çiqas êş bi xwere aniye. Li aliyê din jî di warê îdeolojî û siyasetê de valahiyek mezin li Rojhilatê Kurdistanê hebû. Dagirkera bi rêbaza siyaseta nerm, çewisandin û qirkirina Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê dabû destpêkirin. Tevaya pêkhateyên li Rojhilatê Kurdistanê jî li rêyek ya çareseriyê digeriyan. Ger em temaşe bikin her çendî ku heya niha jî gelê Rojhilatê Kurdistanê xwedî helwesta netewî ye, lê heya wê demê jî hêzek ku bikare Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveyek netewî de kombike nebû.

Her wiha gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê di aliyê civakî de gel û welatek zindî ye, di nava lêgerîna jiyanê de bûn. Her tim li pey fikrek nû digerin. Ji ber vê yekê yekem car êdî Kurmanc, Soran, Hewram, Kelhor, Lor, Şie, Sine, Elewî, Yarsanî hemû li cihekî de kombûn. Rêber Apo kombûna tevayî aliyan bû. Heya wê demê tevgerên Kurdî ku li Rojhilatê Kurdistanê derketibûn, parçe bûn yan navendî  yan herêmî bûn yan jî olî bûn. Lê Rêber Apo nûnertiya tevayê Rojhilatê Kurdistan û herêmê dikir. Gelên Îranê yên wek Fars, Azerî, Belocî, Ereb û Tirkmen êdî gihiştibûn wê zanabûnê ku divê pêşwazî li fikir û ramanek wisan were kirin ku wana tev li derdora hev kombike.

‘Ciwan pêşeng bûn’

- Hun helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî ya ciwanan, li dijî vê komployê çawan dinirxînin?

Destpêkê ciwanan ji hemû xwepêşandan û çalakiyan re pêşengtî kirin. Bi taybet ciwanên ji dervey Kurdistanê li Tewrêz bigre heya Tehranê ku dixwendin yan jî kar dikirin helwestek pir xûrt nîşandan û vê helwesta wan bandor li gelên din jî kirin ku ew jî bibin xwedî helwest. Yekem helwesta di nava ciwanan de derket, derxistina dengên bilind bû. Ji ber vê yekê di wê demê de bi hezaran ciwan hatin binçavkirin, hatin êşkencekirin. Tevê vê yekê jî di qonaxa duwem de ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi kur û keçên xwe ve dîtin ku biryar û helwestek din a bihêztir pêwîste ji bo ew wek Rojhilatê Kurdistanê bibin layeq. Ji bona wê biryar dan û beşdarê nava gerîlayên azadiya Kurdistanê bûn. Ev qonaxa duwem qonaxa herî binirx bû.

‘Beşdarbûna nava gerîla li Rojhilatê Kurdistanê qonaxek nû da destpêkirin’

- Dikarîn bêjin beşdarbûna xort û keçên Rojhilatê Kurdistanê di nava gerîla de û damezrandina

PJAK’ê bersivek bû li dijî komployê?

Beşdarbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistan di nava refên gerîla de li sala 1999’an, qonaxek nû û ruhek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê destpêkir. Rojhilatê Kurdistan bi giştî rêyek nû ji bo têkoşînê hilbijart. Ji bona wê beşdarbûnek xûrt ya nava gerîla çêbû. Wê demê qonaxek ya giftûgoyê destpêkir, em beşdarbûn û me got divê em vê carê çi bikin? gelo beşdarbûn tenê bese? Çima em beşdarbûn? Li hemberê çi em beşdarbûn? Me helwest girt û me got pêwîste pênaseyek nû ji bo vê helwesta xwe bibînin. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarbibûn piştî çend salek ji xebat û têkoşînê, piştî li dijî faşîzma  li ser Kurdistanê şer kirin û fikra Rêber Apo famkirin, di Newroza sala 2004’an de biryara civînek berfireh hate girtin.  Di wê civînê de biryar hate girtin roja 4’ê Nîsan ku roja ji dayîkbûna Rêber Apo bû kongreyek berfireh hate lidarxistin û biryar hat dayîn partiyek nû bi fikrek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê were damezrandin. Bi vî awayî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hate damezrandin û bû bersivek ji bo komploya 15’ê Sibatê.

‘Ger nebin yek wê herîn yek bi yek’

- Ji bo dîrok dubare nebe ku bi dehan pêşengên Kurd hatin bi darvekirin û qetilkirin, divê çi were kirin?

Îsal 21 sal bi ser komployê re derbas dibe û dikevin sala 22’emîn de. Lê heya niha li ser gelên Kurdistanê, gelê Kurd û tevgera azadîxwaz a gelê Kurd pilanên qirkirinê berdewamin. Li hemû parçên Kurdistanê êrişên dagirkeriyê û zext li ser gelê me berdewamin. Di demek wiha de wek zanayên me wek rihspiyên me gotine, ger nebin yek em ê herin yek bi yek. Divê îro em jî bibin yek ji bo dîroka qirkirin û komkujiyan a gelê Kurd çendbare nebe. Divê bêjîn ev dawiya serdemeke û dawiya qonaxeke. Divê bêjin vir destpêka qonaxek nû ye. Helwesta gelê me jî ji destpêka komployê heya îro eve. Gelê me vê yekê dixwaze, ji bo wê kî çi dikeve ser milên wê, berpirsyartiya wê çiye wek kes, rêxistin, partî heya kesên ji dervey siyasetê kesên hunermend, jin, karker, xwendekar kî dibe bila bibe tişta bikare bila pêkbîne. Divê di destpêkê de yekîitya xwe ya netewî çêkin. Pêwîste yekitiya netewî em di dil û mejiyê xwe de bidin çêkirin. Dema me di dil û mejiyê xwe de welatek avakir, ruhê yekitiya netewî çêkir, wê demê em ê bikarin bi hêsanî yekitiya netewî pêkbînin.

 (şk)