Talîb Resul: Ocalan bîrmende û 20 sale ji bo Kurdan di girtîgehê de ye

 Hunermend Talîb Resul wezareta rewşenbîrî û piraniya hunermendan rexne kir û got;"Newekheviyek zêde ya jiyanî ya xelkê heye. Dagirkerî heye. Lê, humermend ji ber hizbîbûnê nakin stran." Herwiha eşkere kir ku dezgehên şerê taybet bandorî li ser hunera Kurdî kiriye û hunera biyanî jî ketiya Başûrê Kurdistanê.   Resul got ku humermendên xwedî ezmûn tên paşguhxistin. Resul eşkere kir ku Ocalan bîrmendekî Kurd e.


Hunermend Talîb Resul ji sala 1986'an ve dest bi karê hunerî kiriye. Di wê salê de 5 stran ji bo televîzyona wê demê ya Kerkûkê tomar kir. Herwiha li gel Koma Muzikê ya Şinrû û Mezopotamya çend bermenên wî yên din hene. Ji Silêmaniyê ye. Lê çend sal in ji derveyî welat dijî. Herî dawî karê wî yê hunerî stranek li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêkir. Herwiha li ser Efrînê û şervanên Rojavayê Kurdistanê stranek tomar kiriye.

Her çiqas Talîb Resul xwe weke hunermend bi nav nake got;"Ez tenê xizmetkarê hunera Kurdî me." Hunermend Talîb Resul nêzî 30 salane ji bo hunera resen a Kurdî kar dike. Ji derveyî strangotinê amûrên muzikê jî lê dide. Bi taybet tembûrê. Hunermend Talîb Resul divê hevpeyvîna li gel Rojnews'ê de rewşa humera Kurdî ya niha û ya berê nirxand.

'Huner bûye bazirganî û reklam'

- Hun niha rewşa hunera Kurdî çawa dibînin?

Li Herêma Kurdistanê hunera Kurdî di krîzek kûr de ye. Niha huner bûye bazirganî, reklam û xwe derxistin. Lewma li Başûrê Kurdistanê karê resen ê xweşik nayê dîtin û dikarin bêjin afirandina hunerê di krîzê de ye. Bi taybet di warê muzik û stranên Kurdî de, dikarîn bêjên piştî raperîna sala 1991'an ve ev  rewş pêngav pêngav çêbûye. Dikarim bêjim ji berî raperînê baştir bû. Ji ber ku wê demê hestekî taybet ji bo ximzeta hunera Kurdî hebû. Hunermendên Kurd ne bi hestên bazarganî, komkirina sermaye û reklaman kar dikirin.

- Li gorî we çi sedemê ev rewş afirand?

Dagirkerên Kurdistanê çawa ku di warê leşkerî de çalak in, gelek girîngiyê didin aliyên hunerî jî û saziyên wan ên taybet li ser hene. Ew jî saziya şerê taybet e. Ev saziya şerê taybet li Başûrê Kurdistanê di warê muzîk û stranên Kurdî gelek eşkere ye. Di piraniya van berhemên nû de cihê destê wan diyare. Stranên niha hemû kopiyên awaz û nivîsa wê ne. Provayên klîban jî digrin û kopî dikin û dikin bi Kurdî û weke berhemek nû belav dikin. Televîzyon jî ji bo reklam dikin û didin çavê xelkê. Ev sazî bi rastî di warê dagirkeriya Kurdistanê de çalake. Piştî raperînê kariye rewşekê çêbike. Weke hemû neteweyan divê Kurd muzika xwe diyar bikin.

- Divê rewşê de erka hunermedan çiye?

Bi giştî pirsgirêka humermendên me nebûna bakrawangekî rewşenbîriye. Bi taybet ciwanên me ku dest bi muzik û strana dikin, bakrawandekî ya wan a rewşenbîrî nîne, yan jî gelek lawaze. Herwiha hunermendên kevin ên asta wan a rewşenbîrî heye û di wî  warî de kûr bûne, bê hêvî bûne. Heta astekê ji rewşa niha heye bêhêvî bûne. Hinek rexne dikin ku guh li wan nayê gitin û bê rol kirine. Hinek hunermend  û rewşenbîr hene dikarin çend pirtûkan çap bike, çend bernameyan danin ku kes lê napirse. Ciwanek stranên Tirkî yan jî Farisî kopî dike û şev û roj strana lê dide, yan jî reklamê ji bo dike. Lê ew hunermendên resen hatine paşguhxistin.

- Kê wiha li hunermendan kiriye?

Ez  bi destê partiyan dibîn ku li Başûrê Kurdistanê hunermend û rewşenbîr hatine partîkirin û li ser çend enî, sazî û koman de hatine parvekirin. Li ser vê rewşê partiyan gelek bandorî kirye. Di nava hunermend û rewşenbîran de yekgirtin nemaye û hemû hatine parvekirin. Hizban reşwenbîr û hunermend kirine koleyê pereyan ku mehane digirin. Wiha kiriye ku ew hunermend nekare bi  azadî nêrîna xwe bîne ziman, bi azadî strana bêje. Nivîskar bi azadî binivîse. Hizban belavbûn çêkirye. Ji ber vê kongreyek çênabe  ku hemû li derdora hev kom bibin.

Dagirkerên Kurdistanê di demek diyar de bi armanc van tiştan dike. Weke mînak 'ji bo navdarên Kurd kongreyê pêk tîne.' Li gorî min ev qet ne ji bo ximzeta hunera Kurdî ye.

Di warê hunerî de piştî raperînê kar li ser vê yekê hate kirin ku li Başûrê Kurdistanê ku azadin, pêwîst dike stranbêj yan jî hunermend tiştên siyasî bêjin. Weke mînak, min di sala 1993'an de li gel Koma Mezopotamya li Silêmaniyê kasetek tomar kir. Piraniya stranên me hemû neteweyî bûn. Divê kasetê de du stranên min bi xwe hebûn. Siyasî bûn qala xebat û berdewama şoreşa Kurdan dikir. Dema ku me dibir tomargehan digotin li vir bazara van stranan nîne. Niha rewş gelek ji wê demê xerabtire. Dibe ku li hinek cihan hunermend rexne jî bikin û xenekê xwe lê bikin û bêjin kengê ev stran mane. Ev 26 sale kar li ser vê tê kirin ku êdî hunermend, xelk û rewşenbîr bêjin êdî pêwîstiya me bi van coreyên stranan nîne. Di rastiyê de niha diviya bû hunermendên vir û hemû parçeyên Kurdistanê li ser dagirkeriyê stran û sîrûd çêkiriyan, yan jî helwesta wan hebûya. Helwestek kêm jî be dikarin li ser torên civakî helwesta xwe nîşan bidin. Lê li Başûrê Kurdistanê hunermend vê jî nakin.

'Hunermend û rewşenbîr wijdanên civakê ne'

- Ji bo karên nîştimanî divê hunermend çi bikin?

Hunermend û rewşenbîr wijdanên civakê ne. Dema ku ev bêdeng bûn û li ser dagirkeriyê tiştek nekirin tê wateya wijdana civakê miriye. Dibe ku di gotinên min de reşbinî hebin, lê rastiye. Herin nava bazarê hûnê bibin xelk di nava çi jiyanê de dijîn û çi newekhevî heye. Qet nebe bila stranên wan vê rastiyê vebêjin. Lê stranên wan ên cîhaneke dine. Hizb jî armancên dagirkerên Kurdistanê pêk tîne û ev jî eşkere ye. Ji berî du rojan salvegar Hunermend Hozan Serhed bû. Divê ev bîranîn li Hola Rewşenbîrî ya li Silêmaniyê bi beşdarbûna Wezirê Rewşenbîrî û hemû saziyên heye pêk hatiba. Ji ber ku Hozan Serhed hunermendekî Kurd bû û ji bo doza rewa ya gelê Kurd têkoşiya. Herin temaşeyî karên wî bikin, hêjayî vê yekê ye ku rêz lê were girtin.

- Divê hikûmet ji bo hunermendan çi bike?

Pirsgirêka me ya sereke ewe ku me saziyek nîştimanî nîne. Ev saziyên ku hene, hizbîne. Li me xweşbe û ne xweş be jî du îdareyî heye. Hizb nirx didin wan kesên ku ser bi riya wane. Ez kesekî bê alî me. Karên hunerî hene divê ez bikim. Divê cihek hebûya biçimê van karan bikim û alîkariya min bikiriyan. Hunermend jî xwedî helwestekî mirovî ye û wijdana wî zindiye, xwe biçûk nake ku xwe bêxe jêr saziyekê de. Stranên min hene, dikarim ji bo klîbê çêbikim, lê rûyê min nagire daxwazê ji saziyekê bikim ku klibê ji bo min çêbike. Divê bi destê wan ve biçî û kesayetiya te sivik dike. Wiha li te dike ku ji bo te kar jî bike, piştre nirx û giraniya te namîne. Ew hunermendên ku xwedî helwest in, bi parçe ne û qebûlkirina me zehmete. Ji ber ku  destnîşankirina kemûkurtiyan li wan xweş nayê. Ji bo van xweşe ku timî destxweşî û aferînê li wan bikin.

'Ocalan bîrmende û 20 sale ji bo Kurdan di girtîgehê de ye'

- We ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan stran got, çi bû sedem?

Ez Ocalan weke bîrmendekî siyasî û civakî yê Kurd dibînim. Ez weke Serokê tevgerekê û partiyek Kurd temaşeyî Ocalan nakim. Ez weke bîrmend dibînim. Ji ser van re Kurde 20 salene di quncika girtîgehê de ye. Ez bi wijdana xwe Ocalan bilind dibînim, nirx didim xebat û têkoşîna wî. Ti hestên hizbî li gel min nîne û kesekî welatparêz im. Lê, ger wijdana min zindî be, vê bibînim ku wî kesî li  girtîgehê 20 heta 30 pirtûk nivîsîne. Eger bakrawandekî fikrî û felsefî li pişt mejiyê vî mirovî nebe, tiştek din nîne. Ji ber vê ez weke nirxekî mezin dibînim. Sermayekî mezin ê Kurdane. Pêwîst bû hunermendên din jî xwedî vê hestê bûyan. Dibe ku hinek humermend bi tirsin ku navê Ocalan bilêv bikin, ji ber ku rewşek wiha hatiye çêkirin. Lê, rastî wiha nîne. Ocalan bîrmendeke û weke serokê partiyek Kurd temaşekî Ocalan nekin. Li Ewropa dehna zana û nivîskar Ocalan weke bîrmendê cîhanê dibînin. Lewma min stran li ser got. Ez amademe li her cihî bêjin Ocalan bîrmendê siyasî yê Kurde û 20 salene li ser fikir û xebata xwe ya ji neteweya Kurd di girtîgehê de ye.

(ab)