Vejîn: Rojhilat amadeye xwe di demek kurt de bi rêxistin bike

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn diyar kir ku Îran di rewşek xerab a siyasî, civakî û aborî de ye û di siyaseta xwe ya hundirîn û derve de xetimiye û got;"Me projeya stratejîk û demdirêj heye. Ji bo pêkanînê gavan tavêjin. Li Rojhilatê Kurdistanê ger her guhertinek rû bide hêza Kurdan heye ku demek kurt de xwe rêxistin bike." Vejîn li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî got;"Hebûn û tinebûna Rojavayê Kurdistanê tê wateya hebûn û tinebûna parçeyên din ên Kurdistanê.


 

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn têkîldarî rewşa nerazîbûnên hundirê Îranê, rewşa xerab a aborî û zextên derve yên li ser Îranê û bi taybet geşedanên li Kendavê, helwesta gel û mûxalefeta Îranê, herwiha projeya PJAK'ê ya ji bo pêşeroja Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Îranê ve li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê komkirina leşkerên xwe û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bersiva pirsên Rojnews'ê da.

- Her ku diçe li Îranê nerazîbûn zêde dibin û rewşa aborî ya gel xerabtir dibe, ji aliyê din ve, her ku diçe zextên derve yên li ser Îranê zêde dibin û aloziya li Kendavê kûrtir dibe, di vê rewşê de pêşeroja Îranê û gelan çawa şîrove dikin?

Ev rastiyek ku Îran di rewşek gelek xerab a siyasî û civakî û aborî de ye. Bûyer zêdetir alozî û nakokiyan bi xwe re tîne. Îran di siyaseta xwe ya hundirîn û derve xetimiye. Ji bo ku xwe ji vê xetimandinê rizgar bike, şer û aloziyan ji sînor derbas dike. Lê, ev yek zelal û aşkareya Îran bi ti awayî nedixwaze û ne jî hêza wê ya şerê derve û hundirîn heye. Armanca zext û dorpêça derve ya li ser Îranê ewe ku li herêmê Îranê bê bandor bike û peywendiyên Îranê yên li herêmê ne. Di rastiyê de hilweşandina peymana Nokllerî ya ji aliyê Emerîka ve jî di vê çarçoveyê de ye. Li gorî tê çav rê kirin, asta zextan her ku diçe wê zêdetir û berfirehtir bibin. Armanc guhertina nexweşeya guhertina Rojhilata  Navîn û dîzayna nû ya herêmê ye. Lê, Îran ji bo vê planê astengiya herî mezine. Heta ku Îran bi temamî daxwazan pêk neyîne, wê ev rewş berdewam bike.

- Pêwîste gel çi bike? Rola mûxalefetê bi taybet hêzên azadîxwaz di vê rewşê çiye?

Têkildarî helwesta gel, pêwîst vê bêjim ku di vê rewşa ne zelal de nabe tenê gel li bendê raweste û temaşeyî bûyeran bike. Divê gelên Îranê vê baş bizanibin ku ne destwerdana derve û ne jî rewşa hundirîn dikare çareseriyê bi xwe re bîne. Lewma xwe bi rêxistin kirin û amadekariyê ji bo vê qonaxê yekena helwesta rast û bi bandore ku dikare jêre bibe bersiv.

Bêguman mûxalefeta Îranê bi hemû beşên xwe ve bi xwe di nava krîzek kûr de ye. Mixabin, parçebûn bûye beşek ji karekterên mûxalefetê. Ji aliyê din ve mûxalefet li şûna ku balê bikişîne li ser hêza cewheriya gel û guhertina bike, bi xwe li siyaseta li bendê mayînê dike. Divê mûxalefet û bi taybet enî û hêzên azadîxwaz baş vê fam bikin ku di vê qonaxê de, yekgirtin û eşkerekirina plan û projeyên zelal û hevbeş û xistina pratîkê xalek girînge û jiyanî ye.

-We weke PJAK û KODAR’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên Îran û Rojhilatê Kurdistan projeyek pêşkêş kiribû. Heya niha çi pêngavek ji bo projeyê hatiye avêtin?

Ew projeya me projeyek stratejîk û berdewame. Tenê ne bi siyasî ve girêdaye, îdeolojîk û paradîgmayê jî digre nava xwe.  Di rastiyê ev projeya xeta sêyeme. Ew jî rewşa navxweyî ya Îranê di pejirîne ne ku li benda derveye. Ji bo wê pêngavên me yên ji bo projeyê hem ji derve, hem jî navxweyî berdewam dike. Di navxweyî de hişyar kirina gel û rêxistina gel, li derve jî peywendî û danûstandina bi hemû aliyên azadixwaz re dewam dikin. Em vane bingeh digrin, hewl û têkoşînê ji bo wê didin.

-Hun ji bo dirûstkirina yekrêziya hêzên Kurdan, bi hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê civiyan. Pêşwaziya wan partiyan çawa bû? Gelo hêviyek ji bo yekitî û yekdengiya hêzên Kurda û dawî anîna wê parçebûnê heye?

Piştî kongreya me ya pêncan, yek ji karê me yê serekî û hewldana me dirûstkirina eniyek yekgirtû a di nava hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de bû. Li ser vî bingehî me serdana hemû aliyên siyasî kir. Ev serdan wê dewam bikin. Mixabin muxalefeta Kurdî bi derdê muxalafeta Îranê re rastî parçebûnek cidî bû. Pirsyar eve, gelo ev rewşa muxalefta Kurd ya niha dikare hemberî her egerek ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çêbibe, raweste. Bê guman na! Pirsgirêk eve, hemû aliyek behsa yekitiyê dikin. Lê di pratîkê de tiştek li holê nîne. Ev jî tê wateyê ku berjewendiyê hizbatiyê ji berjewendiyê netewî girîngtire. Di bingeh de beşek mezin aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku îradeyek siyasî nîne, ji bo serbixwebûnê dinalin. Ev jî astengiya herî mezin a hemberî yekrêziya li Rojhilatê Kurdistanê ye.

-Di dema borî de û niha jî, Îran hêz û çekan dişîne sînorên Rojhilatê Kurdistanê û liwir amadekariyan dike sedemê veguhestina vê hêzê çiye?

Rojavayê Îran bigiştî û taybet jî Rojhilatê Kurdistanê xala lewaz ya Îranê bû û niha wihaye. Her çendî em behsa lewazî parçebûna muxalefetê jî dikîn, lê aşkiraye ku xelkê Kurd li rojhilatê Kurdistanê yek ji gelên herî siyasî ye. Di egera her core guhertin û bûyeran de dikarin di demek kurt de xwe bi rêxistin bikin. Mijara veguhestina çekan ser sînoran, xwe dispêre mijara Kurdan. Beşek din jî girêdayî nerazîbûna Îran ya hemberî hemû cûrên destwerdana derve ye. Ji ber ku Îran dizane di dema her destwerdanek de, xala wan ya lewaz ew herême. Ji bo vê ji niha ve amadekarî û tedbîrên xwe digre.

-Hun li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê çi dibêjin?

Diyare di nava hêzên herêmê û cîhanê de li ser hebûna siyasî ya Rojavayê Kurdistanê lihev nêzîkbûnek heye. Ya ku diyar jî bê daxwaza Emerîkayê jî êrîşa ser Rojavayê Kurdistan gelek zehmete. Yanî diyar bû ku dinavbera Emerîka û Tirkiyeyê de lihevkirinek heye. Hîn jî naveroka vê lihevkirinê hemû nayê zanîn. Li gorî me egera wê heye ku Emerîka bi şertê ku Tirkiyeyê jî bikêşe nava eniya hevpeyman ya dijî Îranê, êrîşa ser Rojava erê kiriye. Raste Rojavayê Kurdistanê di nava vê qeyran û aloziya Rojhilata Navîn de cihek cûda girtiye û ji bo ti aliyek ne gefe. Dixwazin vê ezmûnê ji holê rakin. Em dev ji hebûna Emerîka ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdin, pêwîste di vê çarçoveyê de bê xwendin. Emerîka ne dostê Kurdan bu ku helwestek weke xiyanet bê bi navkirin. Ev ji rastiyê dûre. Siyaseta Emerîka hertim li gorî berjwendixwaziyê bû. Niha jî li gorî heman siyasetê tevdigere.

Mijara Rojavayê Kurdistanê mijarek girêdayî wijdaniya cîhanê ye. Nabe gelê Kurd li benda piştgiriya derve bimîne. Divê hemû takek Kurd bizane, hebûn û nebûna Rojavayê Kurdisatnê, tê wateya hebûn û nebûna beşên din yên Kurdistanê. Ji bo vê helwesta me weke PJAK diyare. Ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ya ku em bikarin bikin emê pêkbînin. Em bang li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikîn, heman helwesta ji bo Koban Efrînê nîşan dayîn, niha jî nîşan bidin. Divê carek din gelê Rojhilatê Kurdistanê rolê xwe yê dîrokî û netewî pêkbînin.”