'Wê ev hilbijartin nexşeya siyasî ya li Parlamentoyê biguherîne'

Pisporê zanista siyasetê Şemal Ehmed diyar kir ku wê hilbijartina 30'ê Îlonê, Herêma Kurdistanê li ser hêzen siyasî de parve bike û nexşeya siyasî ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê biguherîne. Ehmed eşkere kir ku di rewşa niha de avakirina hikûmetekî li ser bingehê piranî diyar dike.


Pisporê zanista siyasetê Şemal Ehmed ê xwedî dîplomeya masterê ji zanista siyasetê û Berpirsê Borda Akademî ya li Navenda Çavî Kurd di hevpeyvîna li gel ajansa Rojnews'ê de hilbijartina 30'ê Îlonê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê, rêjeya beşdarbûna hilbijêran û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nirxand.

Berfirehiya hevpeyvîna li gel pisporê zanista siyasetê Şemal Ehmed wiha ye;

- Hûn hilbijartina 30'ê Îlonê bi giştî çawa dinirxînin?

Hilbijartin pêvajoyekî ji bo hejmarek kursiyên parlamentoyê pêk tê. Bêguman li hemû hilbijartinen cîhanê de sextekarî pêk tên û tên rexne kirin. Hata qala vê yekê tê kirin ku di hilbijartina serokê DYE'yê de jî destkarî hate kirin. Eger li welatekî weke DYE'yê bi asayî destkarî were kirin, asayiye li Herêma Kurdistanê  ji rû bide ku herêmekî gelek bi pirsgirêke. Lê divê baweriya hilbijartinê nekeve nava gumanan de.

- Gelo wê çawa pêşî lê were girtin ku hilbijartin ne bi guman be û baweriya xwe ji dest nede?

Ev yek bi qanûna hilbijartinê dikare were kirin ku hemû xalên qanûnê weke heyî bi cih bînin. Eger di pêvajoya hilbijartinê de sextekarî ji aliyê hêzekî diyar yan ji çend hêzên diyar ve hate kirin, divê komîsyon û dadgeh van lêkolîn bike û lêpirsînê destpê bikin. Hata ku yekalî dikin. Lê ev sextekarî dibe sedem ku di demek diyar de beşek ji pêvajoya hilbijartinê lekedar bike. Ev yek bi xwe cihê pirsyarane. Weke Herêma Kurdistanê ji sala 1992'an ve me çend caran hilbijartin kiriye. Ev pêvajoya hilbijartinê bi gelek qonaxên cuda re derbas dibe. Hinek ji wan qonaxan li gorî Herêma Kurdistanê guncav e. Guman li vê yekê de nîne ku sîstema vekirî awayê herî başe. Awayê herî demokratîk e ji bo namzetên ku beşdarî hilbijartinê dibin.

'Sê sedemên kêmbûna beşdarbûna welatiyan heye'

- Sedemê rêjeya kêm a beşdarbûna welatiyan çiye?

Di nava pêvajoyê de dema ku em qala rêjeya beşdarbûna welatiyan dikin ku pêvajoya hilbijartinê ji bo çend kesan bibin desthilatê ye û dibin nûnerê welatiyan, di heman demê de dibin kesên di nava civakê de qanûnên hatine danîn pêk bînin. Mijareke girînge ku bizanin rêjeya beşdarbûna xelkê çend e û bizanin sedemê xelk zêdetir beşdar pêvajoyê deng danê bibe çiye. Di heman demê de çi astengîne dibin sedemê ku xelk beşdarî hilbijartinê nebin. Li gorî min sê sedem hene ku xelk kêm beşdarî hilbijartinê dibin. Yekem, hinek sedem peywendî sîstema siyaset û welat ve heye. Sîstema siyasî ya Kurdistanê dibe ku di hinek deman de ne alîkar be ji bo ku xelk beşdarî hilbijartinê bibin, bi pîvana dabeşbûna civaka niha ya Kurdistanê. Dabeşbûna çînayeti nîne, dabeşbûna hizbayetî heye. Sedemê duyem, peywendî bi derûniya welatiyan ve heye. Hinek kes hene dudilin ku beşdar bibin yan ji beşdar nekin. Sedemê vê ji ewe ku  ev kesane ji gihîştine wê baweriyê ku eger beşdarî pêvajoya siyasî bibe, yan ji beşdar nebe ti guhertin çênabe. Sedemê sêyemîn, peywendî bi awayê propagandaya hêzên siyasî ya ji bo hilbijartinê re heye. Weke mînak; eger em bernameya hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bînin li ber çavê xwe, ji bo me derdikeve ku gelo vê bernameya sereke ji bo xelk beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibe, çiqas kariye xelkê teşwîf bike. Em li vir qala axaftinên hêzên siyasî dikin. Ji partiyêm mezin bigire heta partiyên biçûk. Vê yekê ji bandoriyek mezin heye. Ji ber ku eger axaftin û peyamên partiyên siyasî çiqas zelal be, xelk jî wê zêdetir beşdarî hilbijartinê bibin. Lê hebûna peyam û axaftinên dubare dibe asteng ji bo beşdarbûnê.

'Divê hêzên siyasî bizanin xelk çi dixwaze û di xema xelkê de bin'

- Ezmûna borî ya van partiyan û desthilata Herêma Kurdistanê gelo ji bo xelkê bêbawerbûn çênekiriye û nebûye sedemê ku êdî hêviya xelkê ji hilbijartinê neyê?

Peywendiya vê mijarê bi pêwîstiyên wê demê ve heye. Me di sala 1992'an de yekemîn hilbijartin kir. Di wê salê de gelek xemên taybat hebûn ku hêzên siyasî ji bo parastina Herêma Kurdistanê dixebitin û ji bo peydakirina debara jiyana welatiyan hewldan dikirin. Piştî ku hikûmeta Iraqê ji herêmên Kurdistanê veşiya û îradeyekî nû hate damezirandin, wiha kir ku wê demê rêjeyek bilind xelk beşdarî hilbijartinê bibin. Lê, niha gelek xemên nû hene, ji yên wê demê cuda ne. Yek ji wan xeman, peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ne. Dîsan bilindkirina asta jiyana welatiyane. Peydakirina derfetên kare. Yek ji mijarên li ser asta navxweyî û derve parastina Herêma Kurdistanê ye. Van hemû xeman wiha kiriye ku xelk beşdar bibin yan ji beşdarî hilbijartinê nebin. Ji bo diyarkirina sedemê kêmbûna rêjeya beşdarbûna welatiyan, pêwîstî bi saziyek fermî û mezin heye. Ji bo ku bikarin agahiyan kom bikin. Bikarin bizanin çend ciwan mafê wan yê dengdanê çêdibin. Dîsan çiqas ciwanên 18 salî yên mafên wan ên dengdanê hene naçin deng nadin û çima deng nadin? Eger hêzên siyasî kar li ser bikin, li gorî min wê di pêşerojê de bandoriyek erênî li ser Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî û civakê bike. Heta niha bi awayekî akademîkî kar li ser nehatiye kirin.

'Wê nexşeya siyasî ya li nava parlamentoyê biguherîne'

- Rêjeya beşdarbûna welatiyan a di pêvajoya hilbijartinê de wê çi bandoriyê li pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bike?

Di nava partiyên siaysî de dabeşbûna Herêma Kurdistanê, wê bibe sedemê nexşeya siyasî ya li nava parlamentoya Herêma Kurdistanê biguhere. Li gorî  nexşeya ku hatiye balavkirn, PDK'ê 45, YNK'ê 21 kursî anîne û hêzên din ên weke Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî jî rêjeya dengê wan ketiye. Tevgera Nifşê Nû kursiyên baş aniye. Li gorî vê wê nexşeya siyasî ya li nava parlamentoyê were guhertin. Bêguman hemû guhertinên di nexşeya siyasî de, sibe sedemê pêkanîna wezîran û rêveberiyan, herwiha asta pêşkêşkirna hizmetê ji bo welatiyan. Niha nikarim bêjim ku di pêşerojê de  hikûmetekî çawa be, nayê zanîn gelo aliyek siyasî wê tenê bikare hikûmetê ava bike, yan ji wê hikûmetekî koalîsyon di nava du partiyên bihêz de were avakirin. Yan jî partiya bi hêz û çend partiyên din bi hev re hikûmetê ava bikin. Lê, li gorî min wê avakirina hikûmetê li ser bingehê piranî be, di vê demê de li Herêma Kurdistanê hebûna mûxalefetê îhtimalekî dûre.

'Çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi hemahengiya hikûmeta Bexda û Hewlerê heye'

- Li gorî baweriya we gelo wê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bikare pirsgirêkan çareser bike?

Rewşa siyasî ya Kurdistanê bi tevahî bi rewşa siyasî ya Iraqê ve girêdaye. Her gavekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê wê bandoriyê li ser Herêma Kurdistanê ji bike. Dibe ku hinek pirsgirêk li gel me bixe, lê hinek pirsgirêkên din tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne, belku aliyek din beşdarî van pirsgirêkane. Ev ji bi hemahengiyê tên çareserkirin. Weke mînak, çareserkirina mûçe ku pirsgirêkeke. Mûçexwer 4 salin nîv mûçe digirin. Ev pirsgirêk tenê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nayê çareserkirin. Pêwîstî bi hemahengiya di navbera hikûemta Iraqê û Herêma Kurdistanê de heye. Bi awayekî giştî pirsgirêk di bin du beş. Beşek ji pirsgirêkan peywendî bi Herêma Kurdistanê ve û hemû hêzên siyasî ve heye. Pirsgirêkên weke hebûna herêma Kurdistanê, aramî, asayîşa derve ya li Herêma Kurdistanê , peywendiyên li gel Iraq, Tirkiye û welatên din. Lê, hinek pirsgirêk hene taybet girêdayî Herêma Kurdistanê ye. Weke ximzetguzarî, derfetê kar, tenduristî, perwerde û çend pirsgirêkên din, çareserkirina wan dikevin li ser milê wezaretên nû yên dest bi kar bikin.

 - Ev pirsgirêkên ku te qala wan kir, hemû di dema van partiyên desthildar de çêbûn, niha her ew partî diçin parlamentoyê û hikûmetê ava dikin, gelo wê bi van partiyan pirsgirêk were çareser kirin?

Çareserkirina pirsgirêkan peywendî bi sîstema hilbijartinê ve heye, ji ber ku li Herêma Kurdistanê sîstema hilbijartinê sîstemekî rêjeyî ye, ew pirsgirêkane ji sala 2014'an ve hene û her berdewam in. Tê pêşbinî kirin ku di pêşerojê de jî her berdewam bike. Gelo aliyan çi dikin heta ku van pirsgirêkan çareser bikin, çareserkirina pirsgirêkan di bernameya ku wezaret û hikûmeta ku bê avakirin dane de diyar dibe. Ew rêya ku danin li pêşiya xwe ji bo çareserkirinê girîng e.

'Li Herêma Kurdistanê mijara du îdareyî derbas bûye'

- Di dema borî de, gotegota ku PDK'ê gefa ku eger wezîfeya serokkomariyê bigihe YNK'ê, wê hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê bêy YNK'ê ava bike, gelo ger tiştek wiha çêbibe li Herêma Kurdistanê du îdareyî zindî nake?

Li Herêma Kurdistanê mijara du îdareyî derbas bûye. Careke din li Herêma Kurdistanê du îdareyî çênabe. Ji ber ku ev mijara siyasî li Herêma Kurdistanê tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne peywendî bi Iraq, Îran û DYE'yê ve heye. Ev hemû aliyên ku beşdarî mijarên siyasî dibin, li Herêma Kurdistanê avakirina du îdareyî asteng in.

(ab)