Wê li Silêmaniyê meşek girseyî were lidarxistin

Li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê, ji bo piştgiriya Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê wê meşên girseyî werin lidarxistin. Bi heman armancê li bajarê Silêmaniyê jî çalakiyek were lidarxistin.


Kurdistanî û dostên xwe wê îro li Ewropayê li dijî êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê û ji bo yekîtiya neteweyî bi meşin.

Bi heman armancê jî wê li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Koma Dengê Nîştiman saet 15:00’an de çalakiyek li ber deriyê Sara yê Silêmaniyê were lidarxistin.

(nr)