کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Xazî Feysel: DAIŞ û hêzên PDK’ê li Qereçox şerê hev nakin

  ROJNEWS- BOTAN GERMIYANÎ
01/06/2022 - 7:29:27 am
in HEVPEYVÎN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Fermandarê Xwebexş ê YNK’ê Xazî Feysel, diyarkir nasnameya Tirkiye li ser çeteyên DAIŞ’ê bi dest wan ketiye ku ew nasname li Tirkiyeyê jêre hatine derxistin. Xazî got: DAIŞ li gel dewleta Tirk li hevkiriye, her wiha li Çiyayê Qereçox ê Mexmûrê jî yekeya 80’ê ya ser bi PDK’ê û çeteyên DAIŞ’ê çavê xwe lihev digrin û şerê hev nakin.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmerge yê YNK’yî Xazî Feysel, derbarê zêdebûna êriş û tevgera çeteyên DAIŞ’ê yên hem wextê êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Başûr bersiva çend pirsek ên Rojnews da. Xazî Feysel zanyariyên nû û giring eşkere kir. Her wiha helwesta partiya xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî nîşan da.

Çeteyên DAIŞ’ê çawan serhildane?

‘Bi hemahengiya aliyek siyasî’

Di dawiya sala 2016’an de hikûmeta Iraqê bi dawîhatina DAIŞ’ê ragihand, lê mixabin di warê fikrî de her maye. Lê çeteyên DAIŞ’ê cardin zêde bûn, bi bernameyek siyasî li gel aliyek siyasî hemahengî kir û hatin ser çiyayê Qereçox. Hatin nav xaka Kurdistanê. Ev jî di demek de ye ku li Çiyayê Qereçox pêşmergeyên yekeya 80’ê a ser bi PDK’ê lê hene. Çeteyên DAIŞ’ê ji vî çiyayî car bi êrişê ser hêzên me û cotyarên xelkê deverê dikin.

Zêdebûna êrişên DAIŞ’ê peywendiya xwe bi çive heye?

‘Gumana me heye DAIŞ û Tirkiye hemwext êriş dike’

Destpêkirina êrişên DAIŞ’ê hemwextê êrişên dewleta Tirk e. Her wiha DAIŞ’ê êrişên xwe yên li ser welatiyên sivîl zêdetir kiriye. Gumana me heye ku DAIŞ û dewleta Tirk hemwext êrişê ser sivîlan dikin. Lihevkirin û hemahengî di navbera DAIŞ û pêşmergeyên yekeya 80’ê ya ser bi PDK’ê de heye û ev tişt ji gumanê jî derbaskiriye. Min ji wezîrê pêşmerge re got ku yek meh destur bidin em ê Çiyayê Qereçox ji DAIŞ’ê paqij bikin.

Li gor we lihevkirina DAIŞ’ê li gel kê heye?

‘Lihevkirin li gel DAIŞ heye û alîkariya wê tê kirin’

Li Çiyayê Qereçox hêzên DAIŞ û pêşmergeyên yekeya 80’ê ya girêdayî PDK’ê çavê xwe lihev digrin û şerê hev nakin. Her wiha peywendî û lihevkirinên DAIŞ’ê li gel dewleta Tirk û aliyek siyasî heye. DAIŞ ji aliyê hêza ku cîranê wê ye ve tê destek kirin û alîkariya wê tê kirin. Ev yek bi veşartî tê kirin, lê ji tevgera wan eşkere ye ku bihevre ne. Em ji vê siyasetê bi fikarin.

Nasnameya çeteyên DAIŞ’ê çiye?

‘Li Tirkiyeyê nasname ji bo DAIŞ’iyan tê çêkirin’

DAIŞ’iyên ku li Iraq û deverê di dema şer de nasnameya wan diketin destê me, ji kevne Baasî û Suneyên tundrew bûn. Car car jî nasnameya Tirkiye li ser hin ji wan derdiket ku ew nasname li Tirkiyeyê ji bo wan hatiye çêkirin. Her wiha li Tirkiyeyê jî DAIŞ’î ber bi Suriye û xaka Herêma Kurdistanê ve tên şandin. Hejmara şaneyên wan ên razayî ji hejmara çekdarên wan zêdetire.

Peyama we ji bo hêzên PDK’ê çiye?

‘Şermezariye..’

Ez livir ji biraderên PDK’ê re dibêjim, şermezariye ji bo hemû gelê Kurd ku çekdarên DAIŞ’ê li Çiyayê Qereçoxê tên pêşmergeyan şehîd dixin û bi selametî vedigerin. Divê were zanîn ev şikestine ji bo tevayî Kurdan. Ger hun çavê xwe lê digrin mijarek siyasî û lihevkirin heye, pêwîste ev yek were zanîn. Heta em yekgirtina xwe çênekin, wê rewşa me xirabtir bibe.

‘Helwesta YNK’ê li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk çiye?

‘Helwesta me li dijî dagirkeriyê ye’

Helwesta me li dijî dagirkeriyê ye, divê PDK xwe di berçavan re derbaske. Em ji wan re pêşniyar dikin ku helwesta xwe diyarkin û ewqas nekevin di jêr bandora Tirkiye de. Em ne li dijî ti netewekê ne, lê em li dijî wê siyaseta qirêjin ku tên zarok û welatiyên me yên sivîl şehîd dixine. DAIŞ li Qereçoxin, li tenişta Kampa Mexmûrê ne. Em û şêniyên kampê bi hevre parastina xwe dikin daku DAIŞ’î neyên û me şehîd nexin. Bi dûriya sedan kîlometre balefirên Tirk tên li sivîlan dixin û şehîd dixin, lê li DAIŞ’ê naxin.

Hun gerîla û PKK’ê çawan dibînin?

‘Parêzerê nîştimanin’

Ez PKK’ê wek hêzek şoreşger û nîştimanî dibînim. Her kesayet, rêxistin, hizb û hêzek ji bo xak, gel û nîştiman têbikoşe, em wê wek şoreşger dibînin. Gerîla wek parêzerê nîştiman dibînim. Heta niha min nedîtiye bi ti awayek li gel dagirkeran hemahengî kirine.

(kş)

Nûçeya berê

‘Zarokên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin, cîhan bêdenge’

Nûçeya pişt re

Endamê KNK’ê: Divê gelê Kurd piştgiriya berxwedana gerîla bike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Omer Ocalan: Wê ev sedsal bibe sedsala serkeftina Kurdan

Rêbendan 4, 2023
Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Hesen Cûdî: Sîstema cîhanê li beramberî Rêber Apo û PKK’ê têk çûye-2

Kanûn 6, 2022

Hesen Cûdî: PKK’ê ronesansek mezin a netewî û rewşenbîrî pêkanî – 1

Dîroknas Dr. Macid Xelîd: PKK’ê dawî li dîroka bindestiya gelê Kurd anî

Dr. Ebdulmutelîb: Tirkiye û Îran dixwazin bi polîtîkaya girtina avê Iraqê lewaz bikin

Derûnas Ehmed Caf: Li Başûrê Kurdistanê şîdeta derûnî di astek bilind de ye

Nûçeya pişt re
Endamê KNK’ê: Divê gelê Kurd piştgiriya berxwedana gerîla bike

Endamê KNK’ê: Divê gelê Kurd piştgiriya berxwedana gerîla bike

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Rêşemî 1, 2023

Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Mêşo diyar kir ku dijmin û xayîn li hemberî xelkê Şengalê tûkçûn û Rêveberiya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist