Yunis Berhem: Karê me yê sereke vegerendina Efrînê ye

Endamê Komîteya Dîplomasî ya Hevbeş a Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yunis Behram  eşkere kir ku di karên peywendiyan de karê wan ê sereke vegerandina Efrînê ye. Herwiha DAIŞ'iyên li gel Kurdan dîlgirtine ji bo karê dîplomasî weke dereftekî zêrîn bi nav kir.


Endamê Komîteya Dîplomasî ya Hevbeş a Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yunis Behram  ku li  Elmanya dijî karên ku niha dikin û karên ku wê pêşerojê bikin di vê hevpeyvînê de nirxand.

'Me gelek çalakî kirine'

- Hun weke Endamê Komîteya Dîplomasî ya Hevbeş a Kurdistanê ya KNK'ê we çi kiriye û erka we çiye?

Me gelek çalakî lidar xistine. Yek ji van çalakiyan ev bû ku ji berî du rojan ji aliyê Navenda Siyasî ya karên Strajîk a Elmanya ve hate organîze kirin. Em jî kirin mêvan. Bi dirûşmeya, 'Esed, Tramp û Erdogan, cihê Kurdistanê Kûderêye? gelek guftûgoyên bi berhemdar hatin kirn. Bi taybet li ser mijara Rojavayê Kurdistanê hate rawestandin. Berkevkên Tirkan jî li wir amade bûn. Li vir cara yekeme mijarekî wiha li ser Rojava  geş dibe. Ez divê baweriyê deme ku peywendiyên me di nava gel de destpê kirine û bihêvîne dîplomasiya Kurd berfireh bikin.

'Em dikarin di warê dîplomasî de sûd jê bigirin'

- Niha li Rojava Kurdistanê gelek çeteyên DAIŞ'ê dîl hatine girtin, hûn li gel welatan çawa qala vê mijarê dikin?

Ev ji bo me derfetekî zêrîne ku dikarin di warê dîplomasî de gelek sûd jê bigirîn. Karekî gelek başe ji bo Rojava û hemû Kurdistanê. Ji bo ku bikarin dadgehekî nevneteweyî li Rojava ava bikin û wan dadgeh bikin, dikarin zêdetir bi riya van karan ve Rojava li wan welatên xwediyê dîlanin bidin naskiirn. Ev erkek giran ê li ser milê me ye ku bikarin weke karekî dîplomasî pêk bînin. Duyemîn karê dîplomasî ku pêwîste gelek girîngiyê bidinê, deriyê Rojava ji bo Deriya Spî ye ku ji Efrînê re derbas dibe ye. Ev yek jî sedem bû ji bo êrîşkirina Erdogan. Wan Efrîn dagirnekir, wan deriyê Derya Spî dagir kir. Derya spî li ser Kurdann girtin. Lewma pêwiste hemû Kurd û parçeyên Kurdistanê piştgiriya me di warê dîplomasî de bikin. Çi hebe bêxin li ser dîwarê me û di demek kurt de vê malê çêbikin.

-Ya ku hun behsê dikin, pêwîstî bi yekdengiya aliyên Kurdistanê heye, we heya çi radeyek hewl daye yekdengiyek çêbibe, yan kîna pêngav ji bo yekitiya netewî avêtiye?

Ya ku em dikin mijara peywendiyane. Me peywendiyê bi gelek kesayetên navdar yên bi bandor re kiriye. Ev jî çi siyasetmedar, nivîskar, parlamenter yan jî reşenbîr be. Em hewl didin bi awayek berfireh peywendiyên xwe li gel wan çêbikin.

'Baweriya Almaniyan êdî hatiye ku Erdogan bi kêrî tiştek nayê'

-Weke tê zanîn yek ji erkê li ser milê dîplomasiyê, pêkanîna guftugo û danûstandina navbera welatan de ye. We heya çi radeyek kariye vî erkî bicih bînin? Bi taybet li gel Elmanya.

Em li ser asta herêmê niha di destpêkê de ne. Pêwîste peywendiyên rasterast di navbera Kurd û Elmanya de hebe. Me dest bi vê guftûgoyê kiriye. Ev guftûgoya ku beriya çend rojan pêkhat, encama vê danûstandinê bû. Ji bo dijbertiya Erdogan divê em van derfetane bikarbînin û ji bo me gelek girîng e.  Em ê çawa ji pirsgirêkên Erdogan yên bi Amerîka û Ewropayê re sûd bigrin. Ji ber ku Almaniyan êdî vê zaniye ku êdî Erdogan bi kêrî tiştek nayê. Lê bi lez jî biryarê nadin.

Ji bo çi hîn jî nikarin biryar bidin?

Ji ber ku Elmanya hejmarek zêde sermayedar û di heman demê de sermaya wê li Trikiyeyê heye. Erdoganê ku kurê Amerîka û Ewrûpa bû, niha berbi îslamiyetekî siyasî a teror ve diçe. Ew jî dizanin wê dostaniya Tirkiye weke dostaniya îran bibe dijmin. Ji bo vê niha li alternatîfekê digerin.  Gelo em Kurd dikarin werin cihê vê? Yan em bihêlin bila Amerîka û Ewrupa li hinek din bigerin?

Bernameya we ya di aliyê dîplomasî de, ji bo dema bê çiye?

Mijara sereke Efrîne

Bernameya me ya di dema pêşde mijara Efrînê ye. Ger em niha ji bo Efrîn û Rojava serkeftinê bidestnexin û vê yekê nexin xema xwe ya sereke, wê ev jî ji destê me derbikeve. Wê weke Îskenderon  ji destê me derkeve. Em niha dibînî sedî 80’ê xelkê wê derê bûne Ereb û Tirk. Rêjeyek kêm Kurd mane. Ji bo vê xebata herî girîng a li pêşiya me mijara Efrîne. Bê guman weke Rojava.

(rn)