JIN

Hemû Nûçe

  • Mala melayê destdirêjî kir hat şewitandin 

    Li gundê Hezarxanê a ser bi Kirmaşanê, melayek destdirêjî zarokek keç a 11 salî kir. Li ser vê yekê xelkê gund bi ser mala mela de girtin û mala mela şewitandin.
  • HPG'ê ragihand ku Hêlîn Helena li Zapê şehîd bûye 

    HPG'ê eşkere kir ku  endama wan a Fermandariya Eyaleta Zapê Hêlîn Helena di 20'ê Tebaxê de li Zapê ji be bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûye.
  • Piştgiriya ji bo Kampanya KJAR'ê didome 

    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) a li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê berdewame. Bi riya torên civakî zêdetirî hezar kesî piştgirî dan kampanyayê.
  • Mirina bi guman a dayîka pênc zarokan 

    Duh êvarê li Qeladizê dayîka pênc zarokan bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Polîsên Qeladizê jî xwe dispêrin îfadeya hevjînê wê û dibêjin, “Pirsgirêka wê ya derûnî hebû, ji ber wê dawî li jiyana xwe anî.”
  • Gulale take jine li bazara Şurîce dikandarî dike 

    Gulale dayîka çar zarokane, hevjînê wî wefat kiriye. Ew take jine li bazara Şûrîce ya Kerkûkê dikandarî dike. Gulale li şûna ku çok dayne û guh bide astengiyên civakê, biryar daye bi tena serê xwe bi xuhdan û keda xwe çar zarokên xwe mezin bike.
  • Li Zaxo jinek xeniqî 

    Li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê jinek di robarê Xabûr de xeniqî. Piştî çar saetan cenaze hat dîtin.
  • Rojnameya Newjîn bûye hêviya jinên Germiyan 

     Li Germiyan rojnameya Newjîn yekane rojnameya taybet a jinane ku ji aliyê hejmarek jinên ciwan ve tê derxistin. Karmendên rojnameyê astengiyên li pêşiya xwe hişmendiya mêrsalarî dibînin.
  • 'Kampanya KJAR'ê ji bo jinan asoyeke' 

    Berpirsa Komîteya Peywendiyên KJAR'ê Ciwana Sine eşkere kir ku kampanya “Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin” a dayîn destpêkirin ji bo jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê asoyeke û bang li jinan kir ku beşdarî kampanyayê bibin.
  • Evîndar Ararat: Îdolojiya Rêber Apo mizginiya rizgariyê bû ji bo jinan 

    Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Evîndar Ararat îdolojiya Ocalan wek mizgîniyek ji bo rizgarbûna jinan binavkir û got; “Sekna jina azad divê bikare derdora xwe bixe nava guhertinan de, divê xwedî hêz û îradeyek bi bandor be.”
  • Dema gel canê xwe dikir mertal, wê sîxurtî dikir 

    Gûlfîdan Aktaşa ji Nisêbîne ku serî ji gefên îstîxbarata Tirk re ditewîne û dibe sîxûr, li dijî berxwedana xweseriyê ya Bakurê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê li gel dijminê xwe cih digire. Di encama îxbarên Gûlfîdan Aktaş de gelek operasyonên leşkerî û siyasî li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê û welatparêzan çêdibe. 
  • Jinan dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin 

    Akvîstên jin ên Silêmaniyê dorpêça PDK'ê ya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bû sedem ku du dayik pitikên xwe ji dest bidin şermezar kirin û daxwaz kirin ku dorpêç bi dawî were û êdî aliyên peywendîdar bêdeng nemînin.
  • Dr. Çoman: Hêzekî Kurdî dibe sedema mirina du nifşên pêşeroja xwe         

    Dr. Çoman Herdî di şîroveyek de behsa dorpêça PDK’ê ya li ser kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dike ku bûye sedem ku zarokên du jinan ji ber wan biçin. Dr. Çoman ji bo vê helwesta ne mirovane wiha dibêje, “Ya ku di vê qonaxa nû da rû da, ew rastiya tehle ku hêzeke Kurdî dibe sedema mirina nifşê pêşeroja xwe. Berê dijminên dagirkerên Kurd zarokên Kurdan dikuştin û ji bo xwe weke metirsiyek dîtin. Çima? Ji ber weke berdewambûna neteweyek didîtin. Di vê demê de hêzekî Kurdî bi form û modelekî din wezîfeya sembolîk ji bo dagirkeran pêktîne.”
  • Erzîncan: Siyaseteke jin di têde çalak nebe, demokratîk nîne 

    Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku pêngava 'Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan' ne pêngaveke welê ye ku tenê nerazîbûn bê nîşandan û got, di heman demê de avabûna alternatîf jî di nava xwede dihewîne. Heya jin di nava siyasetê de çalak nebin, wê siyaseta demokratîk jî pêk neyê.”
  • Jinên Mexmûrê: Wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jinê 

    Jinên wargeha penaberan a Mexmurê bi daxuyaniyek çapemeniyê piştgirî dan pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan.’ Jinan da zanîn ku ewê bi hemû awayek piştgiriyê bidin pêngavê û wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jinê
  • Jinan derbarê fermana Şengalê de daxwaznameyek dan parlamentoya Iraqê 

    Endamên kampanyaya ‘Li dijî dagirkerî û kuştinên jinan bêdengiyê bişkêne’ daxwazanameyek li ser jenosîda Şengalê radestî ofîsa parlamentoya Iraqê kirin. Kampanyayê di daxwaznameya xwe de xwest ku komkujî weke jenosîd bê nasîn û mafê Êzidiyan were dayîn. Herwiha hat gotin ku divê xelkê Şengalê bi xwe xwe rêve bibin û parastina xwe bikin.
  • PDK'ê rê girt, jina ducanî zaroka xwe winda kir 

    Ji ber asayîşa PDK’ê rê neda jina dûcanî Fatma Kara ji bo nexweşxaneyê derbasê Hewlêrê bibe, zaroka xwe winda kir. Fatma Kara diyar kir hem rê nedan ew derbasê Hewlêrê bibin û zaroka xwe winda kir, hem jî endamên asayîşê heqaretê li wan kirine.
  • Jinên Qendîlê: Em ê tola jinên Şengalê bistînin 

    Li Binarê Qendîlê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) şehîdên fermana 73'yan a Şengalê bi dirûşmeya "Em ê weke jinên Binarê Qendîlê tola jinên Şengalê bistînin" hatin bibîranîn.
  • Di şerê du malbatan de jinek bû qurbanî 

    Li bajarê Silêmaniyê dinavbera du malbatan de şer rûda. Di encamê de jinek 26 salî jiyana xwe ji dest da.
  • Jin wê li seranserê cîhanê dijî qirkirina Êzidiyan xwepêşandan lidar bixin 

    TJK-E li dijî fermana 3’yê Tebaxê ya bi ser civaka Êzidî de hat, wê li seranserê cîhanê çalakiyên rêzgirtin û xwepêşandan lidar bixin.
  • RJAK: Tenê wê şermezarî ji bo K24'ê bimîne 

    Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) êrîşên K24 TV’yê yên li dijî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat şermrezar kir  û got;"Diyare kanala Kurdistan 24 baş dizane ku ji derveyî şermezariyê tiştek din ji bo namîne. Lê, axayên wan ferman kirine ku êrîş bikin li ser nirxên pîroz ên civakê."
  • Jinên Mexmûrê: Di kesayeta Besê Hozat de heqaret li ser tevayî jinan hatiye kirin 

    Li Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jinan li dijî  gotinên Osman Ocalan ên ku li ser qenala K24, di derbarê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da kirîn, nerazîbûn nişandan. Bi daxuyaniyekî nivîskî gotin ev heqaret di kesayeta Besê Hozat de li ser tevayî jinan hatiye kirin.
  • 'Sedema kuştina jinan dagirkeriye û dema şer jin dibin qurbanî' 

    Endamên kampanya'Dijî dagirkerî û kuştina jinan bêdengiyê bişkêne'  eşkere kirin ku kuştina jinan girêdayî dagirkeriyê ye û dema ku şer dibe jin zêdetir dibin qurbanî. Herwiha gotin ku bi taybet dewleta Tirk kar li ser dagirkeriya çand û xaka Başûrê Kurdistanê dike.
  • Jinek ducanî ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin 

    Li Kerkûkê jinek ducanî ji aliyê hevserê ve xwe hate qetilkirin.
  • Ji KJAR’ê pêngava ‘Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin’ 

    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pênga “Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin” da destpêkirin. KJAR’ê bang li tevahiya jinên Îranî (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) kir ku tevlî pêngavê bibin.
  • 'Divê em hemû malên Tirkiyeyê boykot bikin' 

    Aktîvîsta ji Dihokê Jiyan Yasîn diyar kir ku bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî bûyera Trabzonê cihê matmayînê ye û got ku Herêma Kurdistanê di bin kontrola dewletekê de ye ku nahêle ala wê derkeve û got;"Pêwîstiya herêmê bi şoreşê ye û divê em hemû malên Tirkiyeyê boykot bikin. Neçîn welatekî ku dahata wê ji bo kirina çekên li dijî Kurdane."